27 Sal in Dilê Me Ji Ber Agirê Qetilama Sêwaza Dişewite
2yê Tîrmeha sala 1993yan qerebalixa faşîst a li ber Otela Madımakê ya Sêwazê kom bû, bi rêxistin û parastina hêzên veşarî, nehişt rûyên me yên geş ên Anatoliyayê canên me, Hozan Pîr Siltan Evdalî li mamleketê wî Sêwazê…
2yê Tîrmeha sala 1993yan qerebalixa faşîst a li ber Otela Madımakê ya Sêwazê kom bû, bi rêxistin û parastina hêzên veşarî, nehişt rûyên me yên geş ên Anatoliyayê canên me, Hozan Pîr Siltan Evdalî li mamleketê wî Sêwazê bi bîr bînin. Agir berdan Otela Madımakê û 33 mirov bi hovîtî hatin qetil kirin. 27 sal buhurîn di ser qetilamê ra. Ji ber zihniyeta vê qetilamê wek ‘sûcekî li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ nabîne fail fîhil kirin, bi edalet nehat ji bo wan û civak bi wijdanî birîndar bû.
Li Sêwazê ne 33 mirov lê insanetiya me tev hat qetil kirin. Kelepora jîna bi xweşî, bi hev ra bi aştî û wekhevî ya gelan hat qetil kirin. Em vê êşê wek êşeka hevpar a insanetiyê qebûl dikin û dixwazin ku dewlet bi rastiya vê qetilamê ra rû bi rû bibe, edalet çêbibe. Em Baroya Diyarbekirê; êşa qetilama herî mezin a dîroka me ya nêzîk qetilama Otela Madımakê ya Sêwazê hizir dikin, qetilamê bi tundî şermezar dikin, mexdûrên qetilamê 33 Canên xwe bi hez kirin û bêrî bi bîr tînin.
BAROYA DIYARBEKIRÊ


