Baroya Me Beşdarê Nobeta Edaletê ya Bi Malovaniya Baroya Edeneyê Hat Kirin Bû
Nobeta Edaletê, li rawestgeha dawî ya îsal li Edeneyê bû. Bi beşdar bûna 25 baroyan nobet hat girtin. Serokê Baroya me di nobeta edaletê de diyar kir ku siyasetmedar, rojnamevan, xwendekarên zanîngehê û pêkhateyê…
Nobeta Edaletê, li rawestgeha dawî ya îsal li Edeneyê bû. Bi beşdar bûna 25 baroyan nobet hat girtin. Serokê Baroya me di nobeta edaletê de diyar kir ku siyasetmedar, rojnamevan, xwendekarên zanîngehê û pêkhateyê mixelef ên civakê rastî destdirêjiya meqama darazê tên. Aydın got ku dewlet li dijê tundiyê parastina jinan nake, li lewma jin xwe bi xwe parastina xwe dikin. Aydın di pey re wesiyeta Yaşar Kemalê nivîskar xwend: ‘’Yek, ên ku pirtûkên min dixwînin bila nebin kujer, lê bibin dijminê şer. A duduyan, bila rabin li dijî mêtinkariya mirovan a mirovine din. Bila kes xwe ji kesî mezintir nebîne. Kes nikaribe kesî asîmîle bike. Bila derfet neyê dayîn ji bo hikumet û dewletên li asîmîle kirina mirovan digerin. Ên ku pirtûkên min dixwînin bila bizanin ku, ên ku kultûrekê tune bikin, mirovahiya wan ji destê wan çûye. Ên ku pirtûkên min dixwînin bila li dijî xizaniyê bibin yek, xizanî şerma dinyayê tevî ye. Ên ku pirtûkên min dixwînin bila hivza xwe ji nebaşiyan tevan bikin.’’ Prz. Cihan Aydın û bi vê gotinê dawî li axavtina xwe anî: ‘’ Em şopînerê vê wesiyetê ne.


