Baroya Me, Bi Boneya Yekemîn Sala Nobeda Edaletê Ji Bo Piştgiriyê Çû Serdana Malbata Şenyaşar
Bi mebesta piştgirîdahina nobeta edaletê ya ku Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin û sala xwe ya yekemîn diqedand ji hêla Alîkara Serokê Baroyê Zûhal IŞIK, Endamê Lijneya Rêveberiyê Mehdî OZDEMÎR û…
Bi mebesta piştgirîdahina nobeta edaletê ya ku Malbata Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin û sala xwe ya yekemîn diqedand ji hêla Alîkara Serokê Baroyê Zûhal IŞIK, Endamê Lijneya Rêveberiyê Mehdî OZDEMÎR û endamên Navenda Mafên Mirovan Prz. Suleyman ŞAHÎN, Halîl Îbrahîm DEMÎRKAPÛ, Fatma Hande TAŞ, Veysel KAYA, Aydin Yasîn KARADENÎZ û Cahît AMAÇî ve hatin ziyaretkirin.
Alîkara Serokê Baroya me Zûhal IŞIKê di axaftina xwe de wiha got; 'Duh 8'ê Adarê roja jinan a cîhanê bû, tam salek e ku jinek dayikek li ber vê dadgehê daxwaza edaletê dike. Mixabin ev salek e tu kesekî ku bersiv dahibe vî dengî, guh dahibe vî dengî der neket. Çawa ku me wek Baroya Amedê di serdana xwe ya yekem de jî diyar kiribû, em bi her endamekî xwe ve li cem malbata Şenyaşar in û em dê wiha jî berdewam bikin. Em dixwazin bê zanîn ku em di vê têkoşîna mafdar û bi rûmet de bi dayika Emîne re ne û ji hêla hiqûqî ve çi pêwîst be em dê bikin. Di dewleteke hiqûqî de li ser qetlîameke bi vî rengî ev zêdeyî 3 sal in lêpirsîn veneguheriye îdianameyê û di der barê kiryaran de darazdaneke nehatiye destpêkirin. Ji bo razîkirina hesta edaletê ya xizmên windayan û civakê divê di zûtirîn dem de dev ji polîtîkaya bêcezakirinê were berdan û kiryar bên darizandin. Ger hesta edaletê ya civakê neyê razîkirin, mixabin li wî welatî dê ji dewleta hiqûqê behskirin ne pêkan be. Li ser navê Baroya Amedê em spasiya ji hemû kesên ku piştgirî dane vê têkoşîna bi rûmet a edaletê re dikin.


