Baroya Me, Ji Bo Piştgiriyê Çû Serdana Malbata Gulistan DOKÛ
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN, Alîkara Serok û di heman demê de Koordînatora Navenda Mafên Jinan Prz. Zûhal IŞIK bi Serokê Baroya Dêrsimê Kenan ÇETÎNî re bi mebesta destek û piştgiriyê çûn serdana nobetê. Di dema…
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN, Alîkara Serok û di heman demê de Koordînatora Navenda Mafên Jinan Prz. Zûhal IŞIK bi Serokê Baroya Dêrsimê Kenan ÇETÎNî re bi mebesta destek û piştgiriyê çûn serdana nobetê. Di dema serdanê de Serokê Baroya me Prz. Nahît ERENî guh da daxwazên malbatê û ji wan re da zanîn ku wek Baroya Amedê ji bo Gulistan Dokû were dîtin dê li ber wan bin û di pêvajoya hiqûqî de dê desteka pêwîst bidin wan. Daxuyaniya Serokê Baroya me ya ku piştî serdanê dahiye çapemeniyê: “Ne pêkan e ku mirov qebûl bike an fêm bike ku li bajarekî weke Dêrsimê ku li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî zêde tedbîrên ewlehiyê lê tên girtin ji du salan zêdetir miroveke windayî neyê dîtin. Mixabin me dît ku ev du sal in lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Ji hêla pergala hiqûqî ve şermeke mezin e ku li Tirkiyeyê gel ji bo daxwaza edaletê li ber edliyeyê çalakiyê dikin. Di dewleta hiqûqê de şerm e ku dayik li ber deriyê dadgehên ku divê edaletê pêk bînin, ji bo edaletê diqîrin. Di nav van du salan de nedîtina Gulistan Dokûyê nîşan dide ku her kes di warê mafê jiyanê de di bin xetereyê de ye. Em dizanin ku bi salan e li Tirkiyeyê polîtîkaya bêcezakirinê serdest e. Ji hêla malbatê ve şik û gumana ku di vê dosyayê de jî hinek tên parastin her tim tê bilêvkirin.
Em ji ber edliyeya Dêrsimê careke din bang li hemû rayedaran dikin. Em daxwaz dikin ku qîrîna malbata Gulistan Doku ya daxwaza edaletê bê bihîstin û lêpirsîneke bi bandor û bilez bê meşandin, hemû hêlên bûyerê bên ronîkirin û ji bo dîtina Gulistan Dokûyê tiştên pêwîst bên kirin".


