Berdewambûna Zêdekirina Bêkontrolî ya Fakulteyên Hiqûqê Nayê Qebûlkirin!
Em wek Baro, di derbarê avakirina Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha 29 Mayis a Stenbolê de ku bi Biyara Serokomarî ya bi hejmara 2036 û dîroka 07 Ocak 2020’an bi awayekî bêkontrolî berdewambûna zêdekirina fakulteyên hiqûqê…
Em wek Baro, di derbarê avakirina Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha 29 Mayis a Stenbolê de ku bi Biyara Serokomarî ya bi hejmara 2036 û dîroka 07 Ocak 2020’an bi awayekî bêkontrolî berdewambûna zêdekirina fakulteyên hiqûqê neqebûlbûyî dibînin.
Bi zêdekirina kontenjanên fakulteyê re çêbûna artêşa xwendekarên fakulteya hiqûqê ya li ser 80 hezarî, hêna ku her sal ji bo serderkirina problema li ber deriyê nan û karî kombûna 17 Hezar mezûnên Fakulteya Hiqûqê hewldan tên kirin; bi domdarî vekirina fakulteya hiqûqê ya nû ku desthilatî dijberiya soza ku di wergiriya reforma darazê de dahiye heta tu bibêjî xeternak e. Rêmana hiqûqnasiyê, tenê di fakulteyeke hiqûqê de ku birêkûpêk û tije ye, bi neqilkirin û navxweyîkirina temamiya mufredat û waneyên pêwîst a ji elegedar re tê bidestxistin. Hiqûqnasî, ne şaxa talî ya tu perwerdehî û dîsiplînê ye, ji bo hobiyê nayê hînkirin û hînbûnê! Ji ber naveroka wî û gurahiya wê, girtina hinek waneyên hiqûqê ku tucar nikare nêzê ber tiştên ku li fakulteyên hiqûqê tên dayîn bibin, di vê mijarê de ji kirina xwediyê agahiya rûxarkî û asteke giştî ya kesan pê ve naçe û kesan nake hiqûqnas. Lazim e bê zanîn ku li cihê ku polîtîkayên populîst pergala daraz û hiqûqê anîne çi rewşê li holê ye, em dê çavên xwe negrin ku bi polîtîkayeke din a populîst derbeya dawî li pergalê were xistin. Divê bi lezgînî dawî li vekirina fakulteyên hiqûqê yên nû yên bê akademîsyen û bêwesf were anîn; divê di cih de biryara girtina fakulteyên hiqûqê yên ku berê biryara avakirina wan hatiye dayîn lê hêna xwendekar qebûl nekirine were dayîn; fakulteyên hiqûqê ku bi hejmarek diyarkirî akademîsyen, enstîtu, pirtûk, gotarên biwesf û xebatên wan tune ne û nêzê hev in werin yekkirin, ji ber vê awayê divê hejmara fakulteyan heta 20’an were daxistin, kontenjan werin daxistin, fakulteyên hiqûqê ji bo gihandina akademîsyen û xebatên akademîk werin arastekirin, derbasiyên tîkane û berwarî yên ji Kibris û derveyî welêt bi temamî werin rakirin. Ji hêla din ve di encama berteka baroyên me ya li hember hewldana bixemîgnî ya di derbarê dahina “Teklîfa Derbarê Pêkanîna Guherîna Di Zagona Dozger û Hakiman a Bi Hejmara 2802” ku bi armanaca vekirina pêşiya Zabit û Katiban a ji bo hakimbûn û dozgerbûnê ku ji hêla Seroktiya Komê ya Partiya Gel a Komarê(CHP) ve ji Seroktiya TBMM’ê re hatibû pêşkêşkirin, dev jê berdan û ji şaşiyeke mezin vegerandina wan, kêfxweşiyê dide. Lê di dema nîqaşên derbarê vê pêşniyarê de daxûyaniyên ku parlamenterê xwediyê pêşniyarê hember hinek serokên baroyên me dahibûn jî tu car nayên qebûlkirin. Digel ku ji hêla raya giştî ve jî tê zanîn ku em tu car li hember sererastkirinên arasteyî tayînkirinên wek dekan, bûyîna hakimiya îdarî ya kesên ku ne hiqûqnas in bêdeng nemahine, beriya niha jî bi çendîn caran me bertek nîşan dahiye jî, wekî baro tune werin hesibandin pêkanîna xebatên zagonê ya di vî hêlê de ji hêla me ve nayê qebûlkirin. Divê hiqûq ji hiqûqnasan re bê were hiştin. Divê di mijarên ku baroyan eleqedar dikin de pêşniyar û nêrînên baroyên me werin girtin.
Em ji raya giştî re bi rêzdarî radighînin û diyar dikin.
• BAROYA EDENÊ
• BAROYA AFYONÊ
• BAROYA AGIRIYÊ
• BAROYA AKSARAYÊ
• BAROYA AMASYAYÊ
• BAROYA ENQEREYÊ
• BAROYA ERDEXANÊ
• BAROYA ARTVÎNÊ
• BAROYA AYDINÊ
• BAROYA BALIKESÎRÊ
• BAROYA BARTINÊ
• BAROYA ÊLIHÊ
• BAROYA ÇEWLÎGÊ
• BAROYA BÛRDÛRÊ
• BAROYA BÛRSAYÊ
• BAROYA ÇANKIRIYÊ
• BAROYA ÇORÛMÊ
BAROYA DENÎZLIYÊ
• BAROYA AMEDÊ
• BAROYA DUZCEYÊ
• BAROYA EDÎRNEYÊ
• BAROYA XARPÊTÊ
• BAROYA ERZEROMÊ
• BAROYA ESKÎŞEHÎRÊ
• BAROYA DÎLOKÊ
• BAROYA HERÊMÊ YA GUMUŞHANE- BAYBÛRTÊ
• BAROYA COLEMERGÊ
• BAROYA HATAYÊ
• BAROYA ÎDIRÊ
• BAROYA ISPARTAYÊ
• BAROYA STENBOLÊ
• BAROYA ÎZMÎRÊ
• BAROYA GUMGUM/MEREŞÊ
• BAROYA KAYSERIYÊ
• BAROYA KIRIKKALEYÊ
• BAROYA KIRKLARELIYÊ
• BAROYA KIRŞEHÎRÊ
• BAROYA KOCAELIYÊ
• BAROYA KONYAYÊ
• BAROYA KUTAHYAYÊ
• BAROYA MELETIYÊ
• BAROYA MANÎSAYÊ
• BAROYA MÊRDÎNÊ
• BAROYA MERSÎNÊ
• BAROYA MÛŞÊ
• BAROYA NÎGDEYÊ
• BAROYA ORDÛYÊ
• BAROYA OSMANIYEYÊ
• BAROYA SAKARYAYÊ
• BAROYA SAMSÛNÊ
• BAROYA SÊRTÊ
• BAROYA SÎNOPÊ
• BAROYA SÎVASÊ
• BAROYA RIHAYÊ
• BAROYA TEKÎRDAGÊ
• BAROYA TOKATÊ
• BAROYA TRABZONÊ
• BAROYA DÊRSIMÊ
• BAROYA ÛŞAKÊ
• BAROYA WANÊ
• BAROYA YALOVAYÊ
• BAROYA YOZGATÊ
• BAROYA ZONGÛLDAKÊ


