Bi Guherînên Dawî, Di Serlêdanên Ku Li Dadgeha Qanûna Bingehîn Di Derbarê "Di Demeke Maqûl De Darizandin"ê De Tên Kirin De Babetên Ku Divê Baldarî Lê Hebin
Anegorî Xala 2. A Demborî ku li Qanûna jimare 6384'an hatiye zêdekirin di mijara 'Maweya Maqûl' de ji dîroka 09.03.2023'yan pê ve di serlêdanên takekesî de ku li Dadgeha Qanûna Bingehîn derdest in dê biryara…
Anegorî Xala 2. A Demborî ku li Qanûna jimare 6384'an hatiye zêdekirin di mijara 'Maweya Maqûl' de ji dîroka 09.03.2023'yan pê ve di serlêdanên takekesî de ku li Dadgeha Qanûna Bingehîn derdest in dê biryara qebûlnekiriniyê were girtin.
Piştî teblîxkirina biryara qebûlnekirinê ku ji hêla Dadgeha Qanûna Bingehîn ve hatiye dayîn di nav sê mehan de pêkan e ku serî li 'Komîsyona Tezmînatê' ya ku li nik Wezareta Dadê hatiye avakirin bê dayîn.
Serîlêdana komîsyonê; Serlêder bi daxwaznameyeke îmzekirî ku agahiyên nasnameyê, nimre û dîroka serlêdana Dadgeha Qanûna Bingehîn vedihewîne pêk tîne û di daxwaznameyê de divê forma di derbarê serîlêdana takekesî ku ji Dadgeha Qanûna Bingehîn re hatiye kirin, biryara nepejirandinê û belgeya di derbarê teblîxa vê biryarê, agahdarî û belgeyên din ên di derbarê îdîaya binpêkirinê de lê werin zêdekirin.


