Çalakiya Bibîranînê ya 208emîn a Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇİyî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat
Çalakiya bibîranînê ya hefteya 208emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİyî îro jî bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cihan AYDINê di çalakiyê de axivî ev tişt gotin; Kedkarên hêja yên…
Çalakiya bibîranînê ya hefteya 208emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİyî îro jî bi beşdar bûna hevpîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cihan AYDINê di çalakiyê de axivî ev tişt gotin;
Kedkarên hêja yên çapemeniyê, hevpîşeyên ezîz hûn tev bi xêr hatine. Em di hefteya 208emîn a kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİyî de ne. Duh êşeke din zêde bû li êşa me. Xebatkarê baroya me, birayê me yê ezîz Mustafa ELMAS krîza dil kir, canê xwe ji dest da. Em pir li ber dikevin. Bila serê malbat, hevpîşe û hezkirî û dostên wî sax be. Em Mistefayî bi dilovanî bi bîr tînin, bila di nav ronahiyê de bimîne her. Mixabin ev erdnîgarî, tije êş û keser e. Her rojê em şahidiya êş û trajediyekê dikin. Sibehê 29ê Berfanbarê, salvegera 8emîn a qetilama Roboskiyê ye. Mixabin ew jî eynî wek dosyeya Tahir ELÇİyî ye. Di wê dosyeyê de jî tu dad û huqûq nîn e û di vê mijarê de hewldanek jî nîn e. Li gor Qanûnê Cezayî yê Tirk ê vî welatî kûçikê we yê hûn li kuçeyê digerînin bêyî hemdê we ji destê we bifilite û dirêjê welatiyekî bike, çêleka we bikeve nav zeviya cîranê we ya jî di qezayeke trafîkê de ji sûcê we de yek birîndar bibe an jî bimire hûn ê bên darizandin û dibe ku hûn werin ceza kirin. Me tu îtîrazek nîn e ji vê re. Lê belê rayedar û berpirsiyarên ku hemû agahiyên ragihandinê, hemû derfetên teknîkî bi kar tînin û tevî ku li ser sînorî dibin sedema mirina 17 jê zarok bi tevahî 34 kesan hêj nehatine dîtin. Mixabin ev dosye jî hat girtin. Lê me di vî warî de her ev got; heta hûn bi xeletî, sûc, mirin û kuştina mirovan re rû bir û nebin em nikarin siberojeke bi demokrasî ava bikin. Her welatiyek ewlehiya huqûqê divê, pêdiviya her kesî bi bawer kirina huqûqê heye. Pêwîstiya her welatiyî bi bawer kirina dewletê heye. Lê belê wek ku di hemû bûyerên bi vî awayî de dibe di vê bûyerê de jî dewlet di polîtîkaya ceza nekirinê de, ji bo derxistina holê ya kiryaran, meseleya darizandinê de pê dide erdê. Ji yek û nîva xwe nayê xwarê. Lê em rêxistinên huqûqî û em parêzer û saziyên civakî yên sivîl ên ji hev re dibin pişt ji bo kiryarên van sûcan bên darizandin em ê li têkoşîna xwe dewam bikin. Qanûn van sûcan wek sûcên li hemberê mirovahiyê hatine kirin pênase dike û di sûcên wiha de dema buhurîna demê ya di ser sûcî re nîn e, em ê her û her bi bîr bixin. Pergala darizandinê ya niha dibe ku berê xwe ji me dabe alî, ji ya xwe neyê xwarê. Lê em bawer in û em ê li têkoşîna xwe ya di vî wari de dewam bikin. Dê rojekê rastî derkeve meydanê. Kiryar dê werin darizandin. Em Baroya Amedê bi tevî piştevaniya hevpîşeyên xwe û ya rêxistinên huqûqê yên dost û rêxistinên civakî yên sivîl ji bo kiryarên van sûcan, kesên Tahir ELÇİyî kuşt werin darizandin em ê di hewldana xwe de israrê bikin. Spas ji bo beşdar bûna we.


