Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 187emîn a Kuştîna Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ Li Ber Dadgeha Amedê Hat Pêkanîn
Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 187emîn a Kuştîna Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ Li Ber Dadgeha Amedê Hat Pêkanîn Metnê Daxuyaniya ku Serokê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Prz. Emin ÇOBAN kir ev e; Kedkarên Hêja yên…
Çalakiya Bibîranînê ya Hefteya 187emîn a Kuştîna Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ Li Ber Dadgeha Amedê Hat Pêkanîn
Metnê Daxuyaniya ku Serokê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Prz. Emin ÇOBAN kir ev e;
Kedkarên Hêja yên Çapemeniyê û Endamên Qedirgiran ên Baroya me;
Di ser kuştina Serokê Baroya me Tahir ELÇİ re 187 hefte derbas buhurîn lê hêj jî kujer nehatine dîtin. Di der heqê kesên di rapora Beşê Mîmariya Edlî Forensic a Zanîngeha Londonê de tê diyar kirin ku bi îhtimalek mezin kesê bi şewbe ne di 14'ê Befranbara 2018'an de me daxwaz ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê kir ku di der heqê wan de kiriyarî bê kirin. Lê bi sîfatê kesê bi şewbe hêj îfadeyê kesî jî nehatiye girtin. Em daxwaz dikin ku bi lez û bez ji bo ku kiryar hesab bidin Serdozgerî dest û zendan bade. Di hefteya 187emîn a çalakiya me ya bi navê ''Bila kujerên Tahir ELÇİ bên dîtin'', ''Edalet ji bo TAHIR'' de em car din van tiştan wiha dibêjin: Çawa ku Tahir ELÇi nedihişt dosyeyên mexdûrên ku parêzeriya wan dikir bikeve nav dosyeyên kiryar nediyar em jî nahêlin ku dosyeya serokê me yê nemir bibe dosyeyeke kiryar nediyar. Heta ku kujer bên darizandin em ê bidin ser şopa vî karî.
Vurulmuşum
Dağların kuytuluk bir boğazında
Vakitlerden bir sabah namazında
Yatarım
Kanlı, upuzun...
Vurulmuşum
Düşüm, gecelerden kara
Bir hayra yoranım çıkmaz
Canım alırlar ecelsiz
Sığdıramam kitaplara
Şifre buyurmuş bir paşa
Vurulmuşum hiç sorgusuz, yargısız
Kirveyiz, kardeşiz, kanla bağlıyız
Karşıyaka köyleri, obalarıyla
Kız alıp vermişiz yüzyıllar boyu,
Komşuyuz yaka yakaya
Birbirine karışır tavuklarımız
Bilmezlikten değil,
Fıkaralıktan
Pasaporta ısınmamış içimiz
Budur katlimize sebep suçumuz,
Gayrı eşkiyaya çıkar adımız
Kaçakçıya
Soyguncuya
Hayına...
Di 1'ê tîrmeha 2019'an de saet di 15:00'an de li Bajarokê Colemêrgê li gundê Çemêkurkê ji helîkopterê ve gundiyên ku debara xwe bi baziraniya sînor dikin hatine gule kirin, (li gor çavkaniyeke din di encama guleberdana ji herêma qerekolê de) Vedat EKİNCİ yê 14 salî jiyana xwe ji dest daye gundiyekî ji komê jî bi xedarî birînda bûye.
Serê Malbata Vedat EKİNCİ'yê bi guleberdana ji helîkopterên leşkerî jiyana xwe ji dest da sax be. Xwedê ji şîfa xêrê bişîne ji gundiyan birîndar re.
Dîroka hiqûqî ya Tirkiyeyê bi binpêkirina mafê mirovan û kuştina bi dehan kesan a trajîk ku pêçiya hêzên ewlehiyê tê de ye tije ye. Sedema ku hema bibêje ev qewam tev bi necezakirinê kuta dibin û bêyî sekin ev kuştin berdewam in bêguman encama polîtîkaya necezakirinê ya Tirkiyeyê û toleransa meqamên rêvebirin û lêpirsînê ya di vê babetê de ye. Kujeran hesabê bûyera 33 guleyan û kuştiyên li Roboskê, Uğur Kaymaz, Ceylan Önkol, Nihat Kazanhan, Berkin Elvan û kuştina bi dehan kesan bidaya, mirov dikare bibêje ku îro jî ev qewam dê neqewimiya.
Kujerê şivanê bi navê Sertip Şen ê roja 22'yê gulana 2019'an bi guleyeke leşkeran hat kuştin ji aliyê meqama darizandinê ve serbest hat berdan. Lavelava Bavê Sertip ''Li Colemêrgê şivan hatiye kuştin, xema kî ye'' xemsariya dewletê ya li ber mirina kesên sivîl bêyî şîrove bi aşkerahî datîne meydanê.
Em Baroya Amedê dibêjin her kî ku bi çi armancê tê kirin bila bê kirin em şermezar dikin kuştina sivîlan.
Di çarçoveya lêpirsîneke bi adilî û li ber çavan de, bêyî ku di bin bandora siyarî û ekonomîk a kujeran de bê mayîn, em hêvî dikin kujer bên tespît kirin û darizandin.
Em baro wek berê em çawa bûbin aliyê heq, hiqûq û pîroziya mafê jiyanê em ê her bibin.
Ji bo kujer bên dîtin, bên darizandin û cezayê ku heq dikin em dibêjin ku çi destekeke hiqûqî bivê em ê bidin malbatên mexdûr.
Spas ji bo beşdarbûna we. 02/08/2019
Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê


