Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 181. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎ Bi Beşdariya Endamên Me Pêk Hat...
Çalakiya bîranînê ya hefteya 181. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Hesabdarê Baroya me Prz. Mûhlîs OGÛRGULê ku di çalakiyê de axifî wiha got; Kedkarên Çapemenî yên…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 181. a qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Hesabdarê Baroya me Prz. Mûhlîs OGÛRGULê ku di çalakiyê de axifî wiha got;
Kedkarên Çapemenî yên Hêja û Endamên Rêzdar ên Baroya me;
Digel ku ji ser qetilkirina Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ tam 181 hefte derbas bûne jî kiryarên wî nehatine dîtin. Digel ku me daxwaza xwe ya pêkanîna kirariyê ya di derbarê şikdarên bi gengaziya baldar ku di rapora ku ji hêla Zanîngeha Londrayê Beşa Avahîsaziya Edlî Forensîc Archtîectûreyê ve hatiye amadekirin de hatiye destnîşankirin di dîroka 14’yê Berfanbara 2018’yan de ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê re dahiye ragihadin bi navê şikdar be jî îfadeya tu kesî jî nehatiye girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê li şûna ku îfadeya şikdaran bigre dosyeyê bi awayê kul şandiye Tiba Edlî. Em ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo kiryar werin dîtin û ji bo li pêşber darazê hesabê bidin bi lezgînî kirariyê saz bikin. Em di hefteya 181. a çalakiya xwe ya “Bila kiryarên Tahîr ELÇÎ werin dîtin”, “Ji bo Tahîrî EDALET” de careke din dixwazin vê destnîşan bikin: heta ku kiryarên Tahîr ELÇÎ neyên dîtin û tiştê pêwist neyê kirin em dê dev ji vî karî ber nedin, em dê destûrê nedin ku ev dosye veguhere dosyeya kiryar nediyaran.
Çawa ku hûn dizanin Serokkomarê hilbijartî yê Misrê Mûhammed Mûrsî nêzê 6 sal berê di encama derbeya leşkerî de hatibû girtin û hatiye ragihandin ku di dîroka 17.06.2019’yan de di danişîna doza ku dihat darizandin de dema parastinê dikirin qeyrana dil derbas kiriye û miriye.
Demek gelek kin piştî ragihandina nûçeya mirinê bi rêûresmeke ku tevahiya ferdên malbatê tê de cih nedigirtin hatiye definkirin.
Me wek Baroya Amedê beriya niha bi çendîn caran balê kişandiye helwestên rêveberiya derbe ya Misrê ku li hember xwepêşandanan bikaranîna hêza bêhevgirî, girtinên polîtîk ên girseyî, darizandinên ku ne bêhêl in, biryarên îdamê yên bi armancên polîtîk, çalakiyên ku bi rûmeta mirovahiyê re hev nagrin rexne kiriye û balê kişandiye ser helwestên wê yên ku dijberê hikmên navneteweyî û mafên mirovan in û di hêla bidawîkirina wan de me bang kiribû. Digel banga Baroya me û ya rêxistinên mafên mirovan ên xweser mixabin sepanek wek darizandinên Derbeya 12’yê Îlonê û sepanên cûntaya leşkerî li ser gelê Misrê hatiye berdewamkirin.
Çawa ku vebeyna xwe dahiye raporên Rêxistinên Mafên Mirovan ên Xweser tê zanîn ku Serokkomarê xistî yê Misrê Mûhammed Mûrsî dûçarê mercên dermirovî hatiye hiştin, digel nexweşiyên kronîk ku temena wî ya bi pêşketî li wî çê kirine alîkariya tibî ya têrbûyî nehatiye dayîn, ji bo lênêrîna wî derdorek guncan nehatiye dabînkirin. her çiqas daxuyaniyeke di hêla ku sedema mirina Mûrsî qeyrana dil be hatibe kirin jî em dixwazin destnîşan bikin ku pêvajoya ku rê li ber mirina wî ve kiriye sepanên dijberê mafên mirovan in ku bûne sedem. Her wiha negirtina temamiya ferdên malbatê ya kirariya defnê, destûrnedahina sererastkirina rêûresma cenazeyê binpêkirina hiqûqê nîşan dide. Hem li welatê me hem jî li Misrê bi sepanên bi vê awayê bê agahiya ferdên malbatê wekî werin revandin definkirina wan mafên mirovan binpê dike. Em bi vê hincetê careke din ji hemû desthilat û rêveberiyan re didin îfadekirin ku: divêyatiya tevgerîna li gor guncaniya mirov bi feraseteke ku ji mafên mirovan re rêzdar e cenazeyên xwe defin bikin lazim e.
Dîsa di dîroka 15.06.2019’yan de li Taxa Çeltîk a girêdayê Navçeya Sêwrega Rihayê di encama êrîşa çekdarî de Hakki ÎZOL, Zozan ÎZOL, Meral ÎZOL û Mûstafa Serdar ÎZOL hatine qetilkirin. Di encama parvekirina ji ser hesaba medyaya civakî dîmenên kuştina dê û bavê xwe ku bi telefona bêrîkê kişandibû û bi Hashtaga “Li Sêwregê tevkujî heye” Deng Bide Tevkujiya li Sêwregê” di çapemeniyê de jî nûçeyên kêliya kuştinê û qêrînîn daxwaza alîkariyê hatine çêkirin. Di nûçeyên ku ketine çapemeniyê de sedema pêkhatina bûyerê wek nelihevkirina eraziyê hatiye îfadekirin. Em wek Baroya Amedê pêşî vê êrîşa ku mafê jiyanê bi awayekî hovane hatiye bidawîkirin ŞERMEZAR dikin!
Baroya Amedê çawa ku beriya niha bi cih girtiye îro jî hêla pîroziya heqiyê, hiqûqê û mafê jiyanê girtiye û dê pêgirtina xwe bidomîne. Em dixwazin bi raya giştî re parve bikin ku ji bo tevahiya kiryarên êrîşê werin dîtin, derxistina wan a pêşberê darazê û cezaya ku heq kirine bigrin em dê ji malbata mexdûr re her cure piştgiriya hiqûqî bidin. Herwiha ji vir didin diyarkirin ku ji bo daraz bê ku di bin bandora nufûza aborî û siyasî ya bûyera pêkhatî de bimîne, teqîbat û lêpirsîneke bi bandor û çalak pêk bîne em dê şopdarê bûyerê bin.
Em ji bo beşdariya w espas dikin. 21.06.2019
Seroktiya Baroya Amedê


