Çalakiya Bîranînê ya Hefteya 206. A Qetilkirina Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî Li Ber Dadgeha Amedê Pêk Hat
Çalakiya bîranînê ya hefteya 210. a Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINî wiha got; Endamên çapemen yên hêja, hempîşeyên min ên delal em di hefteya…
Çalakiya bîranînê ya hefteya 210. a Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ îro jî bi beşdariya hempîşeyên me pêk hat. Serokê Baroya me Prz. Cîhan AYDINî wiha got;
Endamên çapemen yên hêja, hempîşeyên min ên delal em di hefteya 210. a hefteya Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr ELÇÎ de li pêşberê we ne.
Îro di nav me de Serokê Baroya Wanê û Endamên Lijneya Rêveberî ya Baroya Rihayê û ji Navenda Mafên Mirovan hempîşeyên me hene. Ez li ser navê Baroya Amedê ji bo piştgirî û hevkariya wan gelek spasiya wan dikim. Ez dixwazim destnîşan bikim ku mixabin di lêgerîna me ya edaletê de ku 210 hefte ne berdewam dike me hêna jî nikaribûye pêşketinek dabîn bikin. Mixabin diyaloga kor û kerran a di vê lêpirsînê de zêdeyî çar salan e berdewam dike lê em dê bi piştgiriya Baroyên xwe, hempîşeyên xwe û Rêxistinên Civaka Sivîl vê lêgerîna xwe ya edalet û mafê heta dawiyê bidomînin. Heta ku kujerên Tahîr ELÇÎ derkevin pêşberê edaletê, heta ku edalet were dabînkirin dê ev lêgerîna me bidome. Ez dixwazim îro li ser parêzeran çend tiştam bibêjim. Parêzer di heyama dawî de di her qada jiyanê de dema pîşeya xwe dimeşînin dûçarê êrîşan dibin, dûçarê lêpirsîn û taqîbatan tên hiştin, bi tacîza darazê re pêşberî hev dimînin. Mixabin ev êrîş û tacîz pirrî caran bêbersiv dimînin, ji hêla darazê ve arasteyî kiryaran tu danekirinek, lêpirsîn an jî taqîbatek nayê kirin. Wekî ev têrî neke ya Tirkiyeyê yek jî pirsgirêka wê ya raseriya hiqûqê heye. Pirsgirêka serbixwetî û bêhêlî ya daraza Tirkiyeyê heye. Wekî ku ev jî têrî neke em bi fakulteyên hiqûqê yên nû re rû bi rû ne. Her roj fekulteyên hiqûqê yên nû ve dibin. Li gor daneyên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê niha 130.000 parêzerên ku qeydkiriyên Baroyan in û pîşeya xwe dikin hene lê mixabin digel hemû bertekên baroyan vekirina fakulteyên hiqûqê yên nû tê berdewamkirin. Duh jî dîsa bi Biryarnameya Serokkomar a nû li Zanîngeha 29 Mayis a Stenbolê fakuleteyek din a hiqûqê hat vekirin. Êdî em hatin rewşa ku nikarin vê pîşeyê pêk bînin. Mixabin parêzerên ku bi xizaniyê re têdikoşin hene. Hempîşeyên me yên ku di bin sînora xizaniyê de hewl didin jiyana xwe bidomînin hene. Êdî em hatin wê rewşê ku nikarin vê pîşeyê bidomînin. Mixabin parêzerên ku bi xizaniyê re têdikoşin hene. Xizanî me wek Baroyan bertekek hevpar nîşan da. Ji bo venekirina fakulteyên hiqûqê yên nû, gelek daxwazên me yên wek yên ku hene pêşî fakulteyên hiqûqê ku kadroyên wan ên akademîk gelek lawaz in werin girtin, daxistina kontejanên fakulteyên ku biryara berdewamiya wan hatiye dayîn çê bûn. Digel ku me bi çendîn caran vê yekê bi Wezîrê Edaletê û rayedaran re gotûbêj kiriye û daxwazên me yên di vê mijarê de mafdar hatine dîtin jî vekirina fakulteyên hiqûqê yên nû berdewam dike. Ev yek di hêjahiya perwerdehiyê de jî rê li ber pirsgirêkên pêwîst ve dike. Ji ber vê yekê li ber lêgerîna edalet û hiqûqê ya Tirkiyeyê jî astengiyek pêwîst pêk tîne. Vekirina fakulteyên hiqûqê ku bê kontrol hatine vekirin û em wek jêr derenceyî tebîr dikin wek problemek ku vebeyna xwe dide pergala darazê ya Tirkiyeyê der diveke pêşberê me. Temeniya me ev e ku guh li daxwaza Baroyan a di vê mijarê de were dayîn. Ger Fakulteyên Hiqûqê yên jêr derenceyî werin girtin, kontejanên yên heyî jî dakevin asteke ku dikare were qebûlkirin qe nebe di maweya nîvekî de be jî em dê çareseriyek bibînin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku niha em ji çareseriyek pir dûr in. Tiştê ku ez îro bibêjim ev in.
Serokê Baroya Wanê Prz. Zulkîf ÛÇAR; Kedkarên çapemenî yên hêja, hempîşeyên min ên hêja û beşdarvanên hêja yên rêxistinên civaka sivîl, ez dixwazim li ser navê Baroya Wanê vê bibêjim. Mixabin ji dîroka 28’ê Mijdara 2015’yan heta îro di lêpirsîna ku di derbarê Kekê me Tahîrî ku me ew wenda kiriye de hatiye destpêkirin tu gaveke nehatiye avêtin. Em ji bo dîtina kiryarên Tahîr ELÇÎyî di her mecrayê de tînin ziman. Di lêpirsîna kekê Tahîrî de ku parêzvanekî mafên mirovan, evîndarekî aştiyê, evîndarekî jiyanê bû hêna jî neavêtina tu gaveke, bi şekleke rast nemeşandina lêpirsînê mixabin nêrîna arasteyî edaletê ya me, ya hiqûqnasan, ya lêgerên edaletê bi awayekî cidî neyînî bibandor dike. Edalet wisa têgihek e ku di nav xwe de mafê jiyanê dihebîne, mafê lêpirsîna bibandor dihebîne. Mixabin heta niha tu gaveke nehatiye avêtin. Di rojên berê de ji hêla birêz wezîrê edaletê ve Komxebata Plana Çalakî ya Mafên Mirovan hat destpêkirin. Lê ger di vê komxebatê de samîmiyetek heye, di qada mafên mirovan de tê xwestin tiştên bi bandor di karneya mafên mirovan a welatî de ku ber bi xerabiyê ve diçe hin tiştên bibandor bên kirin divê çav vegerin ser vê derê, ji bo lêpirsîneke bibandor were meşandin divê li vê derê tiştê ku lazim e bê kirin. Ger digel her cure pêkutî û girtîbûniya arasteyî dîtina kiryarên kekê Tahîrî ku mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin, lêpirsîneke bibandor nehatiye meşandin çareseriyek nayê dîtin dê her cure çalakî û komxebata ku di qada mafên mirovan de werin kirin dê bêwesf bimîne û bandora wê tune be. Di lêpirsîna ku nêzê pênc salan e rasterast nayê meşandin de hêna jî kiryar nehatine dîtin. Divê ji bo dîtina kiryarên kekê Tahîrî lêpirsîn were lezzgînkirin. Kekê Tahîr nefesa me ye, dengê me ye. Em dê di rêya wî de meşa xwe bidomînin.


