Çaremîn Danişîna Doza Darizandinê ya Bersûcên Serokê Me yê Baroyê Tahîr ELÇÎ ku Hat Qetilkirin Pêk Hat.
Çaremîn danişîna doza darizandinê ya bersûcên Serokê me yê Baroyê Tahîr ELÇÎ ku hat qetilkirin îro li Dadgeha Cezaya Giran a 10. a Amedê pêk hat. Serokê YBT(TBB) Prz. Erînç SAGKAN û endamên lijneya rêveberiyê, Serokên…
Çaremîn danişîna doza darizandinê ya bersûcên Serokê me yê Baroyê Tahîr ELÇÎ ku hat qetilkirin îro li Dadgeha Cezaya Giran a 10. a Amedê pêk hat. Serokê YBT(TBB) Prz. Erînç SAGKAN û endamên lijneya rêveberiyê, Serokên gelek Baroyan û endamên Lijneya Rêveberiyê beşdar bûn. Serokê YBT'ê Prz. Erînç SAGKANî û Serokê Baroya me Prz. Nahît ERENî piştî danişînê li ber Edliyeyê daxuyaniya çapemeniyê dan û diyar kirin ku ji bo dosye bê ceza nemîne dê şopdarê wê bin.


