Daxuyanîya Çapemenîyê ya Tora Têkoşînê Li Dîjî Tundûtûjîyê ya Diyarbekirê ya Ji Bo Gülistan Doku ya salek berê li Dersimê Wenda Bû...
JI BO ÇAPEMENÎYÊ Û GELÎ Xwendkara Zanîngeha Munzurê Gülistan Doku ji 5ê Rêbendanê yê sala 2020î ve ne xuya ye. Lêpirsîna ku Serdozgerîya Komarê ya Dersimê dest pê kir salek e ku berdewam e. Li Rêpira Sarı Saltuk -…
JI BO ÇAPEMENÎYÊ Û GELÎ
Xwendkara Zanîngeha Munzurê Gülistan Doku ji 5ê Rêbendanê yê sala 2020î ve ne xuya ye. Lêpirsîna ku Serdozgerîya Komarê ya Dersimê dest pê kir salek e ku berdewam e. Li Rêpira Sarı Saltuk - Beraja Uzunçayır a ku sînyala telefona Gulistanê hatiye birîn bi navbir xebata gera lê hat kirin lê jê tu encam derneket.
Li ser serîlêdana malbata Gülistan Dokuyê ji aliyê Tora Têkoşînê Li Dijî Tundûtûjîyê ya Diyarbekirê heyetek hatiye çêkirin û di 17ê meha Rêbendanê ya sala 2020î da heyet çûye bajêr û bi rapor amade kiriye û bi gelî ra par kiriye. Daxwaznameyek pêşkêşê dozderîyê hatiye kirin ji bo berhev kirina delîlan û berfereh kirina lêpirsinê ji aliyê heyetê ve. Lê dozgerîyê karên pêwîst ên lêpirsînê nekirine. Kêmasîyên di dosyeyê lêpirsîna de derketine pêş ev in;
Li ser beyanên bi nakok ên di der heqê bûna li mala Gülistanê di 4ê Rêbendana 2020î da yên hevalê berê yê Gülistanê Zaynal ABARAKOVî, zirbav, dê û xwişkên wî nehatiye sekinîn. Di encama vekolîna qeydên HTS'ê da hat fam kirin ku seetên Zeynel gotiye ku ew li malê bûye ne li malê bûye.
Zaynal nehat binçav kirin, dest dananîn ser telefon û amrazên wî yên teknîkî û vekolîn nehat kirin li ser. Ji ber peyamên Zaynalî yên ji bo Gülistanê û hevalên nêz ên Gülistanê yên tê da wiha nivîsiye : '' duh pir tiştekî ne xweş qewimî, ditirsim, êdî tu dem nîn e ji bo me'' di dayîna îfadeyê xwe yê cara sisêyan û dawîn da pirs ji Zeynelî hat kirin di der heqê naviroka peyamê da. Di van xisûsan da beyanên hevgirtî û mirov jê bawer bike nîn in.
Buroya Asayîşê ya Midûriyeta Ewlehîyê ya Dersimê lêpirsîn bi rê ve bir. Ta ku cihê wî yê wezîfeyê biguhere, zirbavê Zaynalî yê polîs li vê buroyê dixebitî. Tevî dibetîya veşartin û tune kirina delîlan, daxwaza guhertina yekeya lêpirsînê ji aliyê dozgerîyê ve nehat helsengandin.
Vekolîna teknîkî ya du kamerayên Zanîngeha Munzurê ku Rêpira Sarısaltuk (Pira Dinarê) û kada 1.900 metreyî ku kamerayên mobeseyê lê nîn in dibîne nehat kirin.
Di encama vekolîna ji aliyê kesê zana ve ya dîmenên kamerayên mobese da, rapora ku dîtina Gulistan xwe neavêtiye avê tê da pêşkêşî dosyeyê hat kirin. Tevî daxwaza berfereh kirina lêpirsînê, kirina lêgerînê li bejahîyê jî kirinên pêwist bi cih nehatin hanîn.
Di erebeya zirbavê Zaynalî û ya veguhastina tomerî ku rojê 5ê Rêbendanê Gulistanê bi kar anî da; di der barê şaneyên xwîn, tûk, cihê pêçîyan da xebata vekolîn û berhev kirina delîlan nehat kirin.
Tesbîteka bênavbir nehat kirin ku roja 5ê Rêbendanê Zaynal û zirbavê xwe li kû bûne.
Tesbîta nasnameya kesê bi şewbe yê daye ser şopa Gülistan û Zaynalî roja 5ê Rêbendanê nehat kirin.
Dê û bavê Gulistanê ku salek e doza huqûqî dikin ji bo dîtina Gülistanê hatin binçav kirin ji ber ku meşa xwepêşandanê kir. Çalakîyên hevalên Gülistanê û rêxistinên jinan li Dersimê hatin qedexe kirin. Ji endamên Komala Jinan Rosayê ku pirsa ''Gülistan DOKU li kû ye?'' kir di lêpirsînên ku di der heqê wan da tên kirin da ji wan hatiye pirsîn ku çima wan ew çalakî kiriye. Xweha Gülistanê Aygül DOKU di daxuyanîyên ku kir de diyar kir ku li Dersimê hin peywirdaran jê ra wiha gotiye: ''Xwe dûrê çapemenîyê bikin, em laşê Gülistanê bidin we.'' Li hember têkoşîna huqûqî ya ji bo dîtina Gulistanê bi êş û azaran a malbata Gülistanê rû bi bûna zext û binçav kirinê wijdanê civakê birîndar dike û zirarê dide hesta mirovî ya edaletê.
Li hember dewam kirina xusûsên wek birêvenebirina lêpirsînê ji aliyê yekeyeka alînegir ve, bi cih nehanîna tidarekên parastinê yên pêwîst, berhev nekirina temamê delîlan, meşandina lêpirsînê bi tenê li ser ''kuştina xwe'', kirina lêgerînê bi tenê di avê da nîşan dide ku kirinên edlî û îdarî yên pêwîst bi tîtîzî û lezgînî nayên bi rê ve birin.
Li hember rastîya destdirêjî, tacîz, tundûtûjî, revandin, dana ser şopê ya bi israr û kuştin ya jin her roj rû bi rû dimînin; pasîfîya cudaker û rêzeîhmalên di dosyeya lêpirsînê ya Gülistana salek e wenda ye ne bi huqûqî û ne jî wijdanî nayê qebûl kirin. Di şexsê Gülistan Dokuyê da di bûyerên jin wenda dibin da divê ne bi çavê 'kuştina xwe bi tenê' lê bi dana ber çavan a kuştin, revandin û her îhtimalê kirina lêpirsinê bi ban û dor were kirin. Ji bo vekolîna aqûbeta Gülistanê û dîtina wê em daxwaza birêveçûna kirinên pêwîst tevan dixwazin û ji rayedaran tevan ra dibêjin ku bila wezîfeya xwe bikin.


