Dest dırêjê parastınê neke
Ji geşepêdanên çendê dawî qewimîn jî derket holê ku çima di deh salan de Roja Parêzerên Di Xetereyê de diyariyê parêzerên li Tirkiyeyê hat kirin. Qewamên diqewimin şanî dide ku; karê me û hevpîşeyên me, rû bi rûyê…
Ji geşepêdanên çendê dawî qewimîn jî derket holê ku çima di deh salan de Roja Parêzerên Di Xetereyê de diyariyê parêzerên li Tirkiyeyê hat kirin. Qewamên diqewimin şanî dide ku; karê me û hevpîşeyên me, rû bi rûyê êrîşeke birêxistinkirî ne.
Bi dosyeyên ku lê dinihêrin û di ser xwespêr (muwekîl)an re tên kategorîze kirin û kiriyarî tên pêk anîn di der heqê parêzeran de.
*11 hevpîşeyên me yên li Dîlokê yên di der heqê wan de biryara eseh a dadgehê nîn e nihêrtina dosyeyan li wan hatiye qedexe kirin.
* Li Dîlokê hevpîşeyekî/e me ji ber muwekîl û dosyeyên lê nihêrtine hatiye binçav kirin sewqî girtinê hatiye kirin û bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.
* Hevpîşeyeke/î me yê/a qeydkiriyê/a Baroya İzmirê, bi boneya karê parêzeriyê dike hatiye binçav kirin, bi biryara dijî qanûnan a dadgêriyê li hundirê mal û buroya wî/ê hatiye nihêrtin, sewqî lêpirsînê hatiye kirin û hatiye girtin.
*Bi ser de jî Parlamenterê Eskişehirê yê MHP’yî Metin Sazak ji parêzerên ku parastina parlamenteran dikin re gotiye ‘revdeya kûçikan’. Îroniya kesekî nehayedar ji mafê parastinê li aliyekî em hay jê hene ku ev vegotin dîtina desthilata siyasî ya ji bo parêzeran e.
Li dijê feraseta ku parêzeran bi muwekîl û dosyeyên pê re mijûl in sûcdar dike bi aşkerehî dibêjin ku; parêzer ne bi muwekîlan ne jî sûcên ku îdia ye muwekîlan kiribe were têkildar kirin. Tu parêzer ji ber ku karê xwe kiriye sepandin lê nayê kirin.
Ji bo ku mafê parastinê têr baş bê bikaranîn divê dewlet bi rêya meqama darizandinê gefan li parêzeran nexwe. Hevpîşeyên me yên ne bi qanûn hatine girtin divê derhal serbest bên berdan.
Em baroyên li jêr destnîşana wan heye cardin bang dikin; zext, gefên we yên bi rêya meqama darizandinê, kirin û biryarên nehuqûqî, me ji parastina karê parêzeriyê û xwedî derketina li mafê parastinê nikare bike. Di tu dema dîroka me de, me tu kes bê parêzer nehiştiye, em ê jê û bi şûn de jî nehêlin. Li dijî yên bi îdeolojiyeke neyarê parêzeran dermale dibin me tu guman nîn e di mijara parastina kar û hevpîşeyên xwe de.
Bila her kes bizane; parêzer rexmê yên li ber nîvendên xwedî hêz digerin dê dev ji têkoşîna azadî, îdeala daraza bi serê xwe, daxwaza demokrasî û parastina hevpîşeyên xwe bernede.
Hûn ê tu car di girtina parêzeran, pêximandina û kerr kirina wan de bi ser nekevin.
- Baroya Adanayê
- Baroya Ankarayê
- Baroya Antalyayê
- Baroya Artvinê
- Baroya Aydınê
- Baroya Êlihê
- Baroya Çewlikê
- Baroya Bedlîsê
- Baroya Bursayê
- Baroya Amedê
- Baroya Dîlokê
- Baroya Colemêrgê
- Baroya Hatayê
- Baroya İzmirê
- Baroya Kocaeliyê
- Baroya Mêrdînê
- Baroya Mersinê
- Baroya Mûşê
- Baroya Sêrtê
- Baroya Dersimê
- Baroya Rihayê
- Baroya Wanê
- Baroya Yalovayê


