Di Wergiriya Bernameya Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'yê Berfanbarê De Li Ber Saziya Înfaz û Ceza Ya Girtî ya Tîpa D Ya Amedê Daxuyaniya Çapemeniyê Ya Hevpar Hat Dayîn.
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Di 73'yemîn salvegera qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de em bi dîmeneke giran a siyasî, civakî û aborî re rû bi rû ne. Di hawîrdora qeyranê de ku ji ber şert û mercên pandemiya…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Di 73'yemîn salvegera qebûlkirina Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de em bi dîmeneke giran a siyasî, civakî û aborî re rû bi rû ne. Di hawîrdora qeyranê de ku ji ber şert û mercên pandemiya Covid 19 kûrtir bûye; Mixabin em gav bi gav ji aştî, edalet, wekhevî, azadî, parastina rûmeta mirovan ku wan di bin ewlehiyê de digre û ji pergala demokratîk ku di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatine destnîşankirin her ku diçe dûrtir dikevin.
Digel hemû neyînîyên ku hatine jiyîn jî em weke civak her roj ji nû ve nerazîbûnên xwe bi daxwazên azadî, edalet, wekhevî û mafên mirovan li her derê welêt bi dengeke bilind tînin ziman. Îro li hember vê qeyrana giran a ku welat tê de ye parastina mafên mirovan û aktîvkirina rola xwe ya damezrînerî peywira me ya bingehîn e.
Ji aboriyê bigire heta tenduristiya gel hemû pirsgirêka welêt bûye pirsgirêkeke ewlehiyê û diyarbûna herî neyînî ya vê yekê li girtîgehan tê jiyandin yevî ku kapasîteya saziyên înfaza cezayê yên li Tirkiyeyê 220 000 (dused û bîst hezar) e jî di dîroka 31'ê Cotmeha 2021'an de li gorî daneyên Wezareta Dadê hejmara girtiyan 294 hezar û 930 kes e.
Di roja me de zindan; ji binpêkirina mafê jiyanê heta îşkenceyê, heta gihîştina mafê tenduristiyê ev der ketine rewşa cihên ku binpêkirinên giran û cidî lê tên jiyîn. Li girtîgehên ku ji ber pêkanînên tecrîda/îzolasyona komî an jî yek kesî hatine rewşa pirsgirêkeke kronîk çawa ku herî dawî li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Jimare 1 a Kandirayê di bûyera Garîbe Gezerê de ku piştî dîtina îşkenceyê û êrîşa zayendî bi mirineke gumanbar derketibû pêş tê dîtin mafê jiyanê yê girtiyan ne di bin ewlehiyê de ye. Wisa ku li gorî tespîtên ku rêxistinên civaka sivîl ên bi bingeha maf kirine ji sala 2011’an û vir ve di 10 salên dawî de 682 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane.
Weke ku tê zanîn girtîbûn an jî bêparhiştina ji azadiya xwe, mirov ji azadiyê bêpar dide hiştin. Rewşa bêparmahina ji azadiyê nayê wateya bêparhiştina bi kategorîkî ya ji mafên din ên mirovî. Mixabin şert û sepandinên li saziyên Înfazê yên Tirkiyeyê ji bêparhiştina girtiyan a ji azadiyê derbas bûye û di gihîştina mafê tenduristiyê de astengiyên cidî pêk anîne. Li saziyên înfazê yên Tirkiyeyê bi awayekî zêde qerebalixbûn, derengderxistina revîran, derengşandina nexweşxaneyan an jî qet neşandin, li nexweşxane û revîran sepana muayeneya bi kelepçe, ji mafê hewadariyê bêparhiştin, dereng vekirin û girtina zû ya deriyên hewadariyê, odeyên nehijyenîk, sewqên bi wesaîtên veguheztinê yên binavbir ên tek kesî ku hem li ser tenduristiya mirovan hem jî li ser derûniya mirovan bandorek neyînî çê dikin, odeyên negermkirî û hêmî, xwarina kêm, negihîştina xwarinên parêziyê, pirsgirêkên ku di gihîştina ava paqij û ava germ de tên jiyandin, li girtîgehan peydenekirina bijîşk û personelên tenduristiyê, li cihên yek kesî hiştina girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin û ji ber rewşên bi vî rengî pirsgirêkên ku girtî dijîn her ku diçe zêde dibin. Li gor serlêdanên ku li saziyên mafparêz hatine kirin li Tirkiyeyê di saziyên înfaza cezayê de 1605 girtiyên nexweş ku 604 jê giran in hene. Em dizanin ku di rastiyê de ev hejmar gelek zêdetir e.
Girtiyên nexweş ku li girtîgehan tên girtin; mafê dermankirin û tenduristiya li gorî pîvan, peyman û protokolên navneteweyî; hem ji ber ku mewzûat ne li gorî standardan e hem jî ji ber ku hiqûqa navxweyî bi refleksa "ewlehiya neteweyî" tê şîrovekirin ji pêbaweriyên têrkirî bêpar in. Daxwaznameyên bi daxwaza serbestberdanê ya ji girtiyên nexweş ku ji ber nêrînên xwe yên rexnegir ên dijberî pergala siyasî an ji ber nêrînên xwe yên muxalif li girtîgehan tên girtin; bi baldargirtina lêkolînên zebtî ku ji bo venêrînê neguncan in guncan in serbestberdana girtiyên nexweş bi hinceta "ji bo ewlekariya civakê xetereya giran û şênber pêk tînin" bi awayekî kêfî tên redkirin. Çawa ku di mînaka Aysel Tûglûkê de jî tê dîtin, gelek parêzvanên mafên mirovan, parêzer û siyasetmedarên hilbijartî yên ku pergalê rexne dikin û muxalif in di girtîgehan de tên girtin, tevî ku "nikarin bi tena serê xwe bijîn" jî li pêgirtina wan a li girtîgehan didome.
Ji hêla din ve yek ji pirsgirêkên bingehîn jî tiştên ku komên dezavantaj dijîn in. Li girtîgehan jin, girtiyên LGBTI+, girtiyên astengdar, pîr û kal jî girtiyên ku xwediyê pêdiviyên taybet in. Ev girtiyên nexweş ku xwediyê pêdiviyên taybet, ji ber nebûna şert û mercên guncan û nebûna lênêrîna taybet a li girtîgehan, zêdetir mexdûr dibin. Tê dîtin ku ev komên girtî ji ber pêwîstiya lênerîna pêvekî û parastinê di nirxandina hewcedariyan û gihandina mafê tenduristiyê de pûteyek têr nayê nîşandan. Ji ber sedemên wek nêzîkatiyên pêşdaraz ku di nav civakê de bi cih bûne, têgihanên cudakar û hawîrdora girtî ya girtîgehê hwd.; Tê zanîn ku ev girtiyên nexweş ên xwedî pêdiviyên taybet dem bi dem rastî muameleya xerab a ji hêla girtiyên din û xebatkarên girtîgehê ve tên û ji ber vê sedemê dûçarê şert û mercên girantir ên înfazê dimînin.
Girtiyên zarok jî ku di rêza herî pêş ên komên dezavantaj de cih digirin di girtîgehan de dûçarê binpêkirinên maf ên cidî tên û di bin tirs û zextê de nikarin mafên xwe îfade bikin an jî nikarin xwe bigihînin edaletê. Li Tirkiyeyê 743 jê bi dayikên xwe re bi giştî 3 hezar zarok neçar hatine hiştin ku di girtîgehê de bijîn. Diviyabû bê qebûlkirin ku girtîgehên zarokan zarok ji sûcê paqij nakin, berovajî vê yekê ji nû ve teşwîqa sûc dikin lê li şûna ku diviyabû girtina girtîgehên zarokan were nîqaşkirin tê dîtin ku hejmara girtîgehên zarokan gav bi gav zêde dibe.
Li girtîgehên Tirkiyeyê; Gelek binpêkirinên mafan ên weke sewq û sirgûn, îşkence û muameleya xerab, tecrîd û îzolasyon, astengkirina hevdîtina bi malbatan re, astengkirina mafên ragihandinê, lêpirsînên disîplînê yên neheq hene. Li gelek girtîgehan di dema sewqkirin/sirgûnkirina girtiyan a ji ber sedemên curbecur sepana kelepçeya berepaş, di rêwêtiyên dûr de di nav wesaîtên rîngê di beşên girtî yên yek (1) metrekareyî de sewq tên kirin. Di derbarê tacîza devkî û fizîkî ku ji hêla gardiyan û xebatkarên girtîgehê ve di dema sewqan de pêk tînin û ji ber ku hinek girtî bi awayekî kêfî li odeyên ku bi kamerayan hatine xemilandin, her derê wan bi sungêr an jî bi malzemeyên bi wê awayê hatiye pêçandin ku bi navê "odeyên bi sungêr" tên binavkirin tên ragirtin dûçarê muemeleya xerab û îşkenceyê dimînin gelek caran serlêdanên li rêxistinên bingeh mafî pêk tên. Pasîfbûna dadwerî û îdarî ya li hember serlêdanên ku ji ber sepanên derqanûnî û derzagonî hatine kirin; cesaretê dide kesên ku derqayde tev digerin. Digel raporkirin, xebat û pêşniyarên çareseriyê yên saziyên sivîl jî ku di derbarê binpêkirinên mafan de ku li girtîgehan bi taybetî di hêla mafê jiyanê û mafê tenduristiyê ya girtiyan de tên jiyandin mixabin ku ev rastiya girtîgehan naguhere.
Pêşniyarên Di Derbarê Binpêkirina Mafan De Ku Li Saziyên Înfaza Cezayê Tên Jiyandin
1) Divê Qanûna Di Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehiya Ceza ya bi Hejmar 5275 were rakirin û li şûna wê bi dîroka 1955'an "Standardên Kêmtirîn ku Ji Bo Girtiyan Bên Sepandin a NY'yê", bi dîroka 1982'yan "Rêgezên Etîk ên Tibbî yên NY'yê", bi dîroka 1988'yan"Manzûmeya Rêgezên ji bo Parastina Kesên ku Bi Awayekî Hatine Girtin an jî Ragirtin a NY'yê", bi dîroka 1990'an "Rêgezên Bingehîn ên ji bo Îsleha Girtiyan" û bi dîroka 1990'an li gor guncaniya "Rêzikên Neteweyên Yekbûyî ên Di Derbarê Parastina Zarokên ku Ji Azadiya Xwe Bêpar Hatine Hiştin"; Divê Qanûna Di Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehiya Cezayê ku ne ewlehiyan azadiyan esas digre bê amadekirin û bikeve meriyetê.
2) Li gor protokol, peyman û standardên navneteweyî, çawa ku pêşkêşiya xizmetên tenduristiyê ji her beşa civakê re heye divê ji bo kesên ku azadiya wan hatiye sînordarkirin jî bi awayekî wekhev were sepandin xebat û vesazkirinên bibandor, têrkirî û berfireh werin çêkirin. Bi vê armancê "Di çarçoveya peywira dabînkirina "pêşkêşiya xizmetên tenduristiyê yên bi awayekî wekhev, wesfdar û her kes bikaribe bighîje pê" divê xizmetên tenduristiyê yên li girtîgehan jî bi pergala giştî ya tenduristiyê ya giştî û Civakî re di nav têkiliyeke nêz de be, vesazkirinên di derbarê birêxistinbûna bi pergala tenduristiya neteweyî re di nav entegre û lihevhatiniyê de be.
3) Divê tedawiya girtiyan bi rêkûpêk di bin şert û mercên guncaw de were dabînkirin; divê mekanîzmayên sazî û dezgehên ku girtiyên ku tedawiya wan nehatiye kirin zûtir dighînin bijîşk û yekîneyên tenduristiyê bên avakirin. Di rewşên acîl ên têkildarî girtiyên nexweş de divê xizmeta tenduristiyê bi tedbîrên pêwîst demildest û bê derengî werin ķirin. Di rewşên acîl de divê xizmetên dermankirinê bi awayekî ku zirarê nede rûmeta mirov werin dabînkirin.
4) Li şûna şert û mercên serîlêdana karantînaya 14 rojan ku ji bo girtiyên nexweş ên dema ji nexweşxaneyê vedigerin tê sepandin divê sepana testa PCR û 2 roj girtina di odeyek yek kesî de were pêkanîn. Divê piştî testa PCR ya neyînî û 2 roj mahina di odeyek yek kesî de sepana bi awayê derbasbûna qawîşê were pêkanîn. Divê dest ji nehiştina bikaranîna mafê hevdîtina vekirî, çalakiya civakî, werzîş û mafê hewayê ku di çarçoveya tedbîrên pandemî de li ser girtiyên nexweş tê sepandin bê berdan.
5) Divê ji bo girtiyên nexweşên kronîk, giran û heyama termînal di warê teşhîskirina zû, berdewamiya pêvajoyên dermankirinê, şopandina birêkûpêk û hwd. de derfet û tedbîrên tenduristiyê yên pêwîst bên dabînkirin. Divê demildest sererastî û tedbîrên pêwîst bên girtin da ku pêvajoyên dermankirin û jiyana mayî ya van girtiyan li qawîşên girtiyan ên nexweşxaneyan neyê derbaskirin û têkiliyên dawî yên bi xizmên wan re neyê sînordarkirin.
6)Di xala 3. ya Qanûna Daraziya Ceza ya bi hejmara 6411 ya bi dîroka 24.01.2013'an de û ji xala 16. a Qanûna Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza ya bi Hejmara 5275'an re "(6) (Pêvek: 24/01/2013-6411/3 md.) pêvekirî divê hevoka "tê nirxandin ku di warê ewlehiya gel de nabe xeterek giran û şênber" ji meriyetê bê rakirin. Di hêla girtiyên nexweş de, şertê taloqkirina înfazê divê tenê hevoka "Yê/a ku ji ber nexweşiyeke giran an jî astengdariya ku pê re rû bi rû maye, di şert û mercên saziya înfazê de bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne" hebe. Divê dev ji sepana serîlêdana nirxandinên polîs-cendirme-girtîgeh ên der barê girtiyên nexweş de bê berdan. Di biryarên taloqkirina înfazê ya ji ber sedemên tenduristiyê de divê rayeya teqdîr a dozgerên komarê bê rakirin û raporên ku nexweşxane didin bingeh bên girtin û înfazên cezayan bên taloqkirin. Di derbarê girtiyên nexweş de, şertê taloqkirina înfazê divê tenê hevoka "Yê/a ku ji ber nexweşiyeke giran an jî astengdariya ku pê re rû bi rû maye, di şert û mercên saziya înfazê de bi tena serê xwe nikare jiyana xwe bidomîne" hebe.
7)Ji bo girtiyên jin, girtiyên nexweş ên LGBTI+, girtiyên astengdar, girtiyên extiyar û lênihêrîna taybet divê şert û mercên li gor standardan bên dabînkirin. Divê demildest pirsgirêka girtiyên zarok ku rêza pêşîn ên komên dezavantaj de cih digirin bê çareserkirin û bi girtina girtîgehên zarokan bi awayekî ku berjewendiyên zarokan li ber çavan bê girtin were birêkûpêkirin. Divê rewşên derûnî û pêdiviyên zarokên ku neçar in bi dayikên xwe yên girtî re di girtîgehê de bimîn li ber çav were girtin û li gor wê tedbîrên pêwîst bên girtin û girêdana zarokê/î bi hawîrdora derve (kreş û hwd. derdorên civakî) re bê astengî û bê şert û merc li gorî rêgeza dewleta civakî were dabînkirin.
8)Divê li hember îdiayên muameleya xerab, binpêkirina mafê jiyanê û qedexekirina îşkenceyê ya li girtîgehan dev ji pasîfbûna edlî û îdarî were berdan û lêpirsînên zelal û bi bandor bên meşandin.
9)Ji ber ku bi kartêkerî bikaranîna mafê parastinê ya di warê hiqûqa cezayê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye divê dev ji her cure sepana kêfî ya ku vî mafî binpê dike bê berdan. Neqilkirina girtiyan a li girtîgehên ku bi sedan kîlometre dûr in û derveyî rayeya darazê ne; hem mafê gihandina edaletê/parêzer û mafê darizandina adil, hem jî rêgezên rêzgirtina ji jiyana malbatê û jiyana taybet re bi tevahî ji holê ra dike. Divê demildest dawî li vê sepana ku digel biryara AÎHM'ê ku di demek nêz de vê sepanê dijraberê peymanê dîtiye jî berdewam dike were anîn. Her wiha divê mafê parastina bi zimanê zikmakî bi bandor were bikaranîn. Pê re divê bikaranîna mafê parastina bi zimanê dayîkê bi awayekî kartêkerî were dabînkirin.
10)Ji bo baro û rêxistinên civaka sivîl ku hêmanên herî girîng û herî bibandor ên venêrîn û zelaliya li girtîgehan in bikaribin bi awayekî kartêker serdanê pêk bînin divê
rê û rêbazên zagonî yên pêwîst bên kirin.
11)Divê li ber çav were girtin ku li girtîgehan tevî pirsgirêka kapasîteyê jî bi awayekî dijberî zagona înfazê gelek hejmar girtî û hikumxwarî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û ev sepan rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan ve dike ji ber vê yekê divê derawayên tecrîd û îzolasyonê bên bidawîkirin û şert û mercên girtîgehê bi awayekî layiqî rûmeta mirovî werin vesazkirin.
BAROYA AMEDÊ
ODEYA TEBÎBAN A AMEDÊ
KMM ŞAXA AMEDÊ
WMMT (TİHV) NÛNERTIYA AMEDÊ


