Doza Betalkirina Li Hember Biryara Qedexeya Walîtiya Amedê Ya Bi Dîroka 26.03.2022’yan A Baroya Me û Daxuyaniya Çapemeniyê Ya Hevpar Ku Bi Rêxistinên Civaka Sivîl Re Arasteyî Heman Biryarê Hat Dayîn.
Bi daxuyaniya nivîskî ya ji hêla Walîtiya Amedê ve ku di 26.03.2022'yan de hat dayîn hatiye destnîşankirin ku “Her cure çalakiyên wek civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mitîng,…
Bi daxuyaniya nivîskî ya ji hêla Walîtiya Amedê ve ku di 26.03.2022'yan de hat dayîn hatiye destnîşankirin ku “Her cure çalakiyên wek civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mitîng, vekirina standê, vedana konan, belavkirina belavok û broşuran, daleqandina pankart û afîşan a li qadên girtî û vekirî ji 26.03.2022 saet 00.01 heta 04.04.2022 saet 23:59’an li nava sînorên erdnîgariya Amedê ku navenda bajar û navçe jî di nav de ne ji bo 10 rojan hatine qedexekirin."
Daxuyaniya ku li ser malpera walîtiyê cih digre û hemû çalakiyên aştiyane yên ku li jor hatine gotin qedexe dike; biryareke îdarî ya keyfî ye ku rê li ber azadiya civîn û xwepêşandanê ku ji nîşaneyên bingehîn ên mafên zagonî û demokrasiyê ne digre.
Qedexekirina civînên hewaya vekirî ku tê xwestin bi awayek aştiyane pêk werin li gorî xala 34’an a Makezagona 1982’an û xala 11’emîn a PMME’yê rêgirtina li ber hevdîtinên hewaya vekirî yên ku bi armanca aştiyane bên kirin binpêkirina azadiya civîn û xwepêşandanê ye. Mafê lidarxistina civîn û meşa xwepêşandanan yek ji nirxên herî bingehîn ên civaka demokratîk e û armanca wê ew e ku fersenda takekesan ji bo parastina ramanên xwe yên hevpar werin cem hev û ji kesên din re ragihînin biparêzin. Ev mafê ku bi awayekî kolektîf tê bikaranîn û derfetê dide kesên ku dixwazin fikrên xwe bînin ziman bi rêbazên ku têkilî bi tundiyê nayê kirin derfeta daxuyandina fıkran dide derketina holê ya fikrên cuda, parastin û belavkirina wan fi bin ewlehiyê de digre.
Mafê civîn û xwepêşandanê tenê bi şertê ku sedemên lêferzkirî ku di mewzûatê de hatine destnîşankirin hebin dikare were astengkirin. Qedexekirina maf û azadiyên bingehîn a bi hikma sînordarkirineke gişî ku naverokê ve berfireh tê girtin, bikaranîna hemwelatiyan a mafên xwe yên demokratîk asteng dike.
Divê dev ji biryarên ku mafê kombûna aştiyane binpê dikin, sepanên keyfî û sînordarkinên derhiqûqî were berdan.
Em wek rêxistinên maf, hiqûq, ked û pîşeyî; mafê xwe yê bi awayek aştiyane civandin, lidarxistina xwepêşandan û meşan, azadiya xwe ya raman û derbirînê diparêzin. Bi vê hincetê em dixwazin diyar bikin ku me li hember biryara derhiqûqî, neheq û amtîdemokratîk a walîtiyê ku qada me ya demokratîk teng dike li dadgeha îdarî doz ve kiriye.
Komeleya Mafên Mirovan(KMM) Şaxa Amedê
Baroya Amedê
Dayîkên Aştiyê
Komeleya Jinan a Rosa
Koordînasyona Bajarê Amedê ya YOAET'ê (TMMOB)
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) ya Nûnertiya Amedê
Odeya Tebîban a Amedê
Platforma Şaxan a Amedê ya KESK'ê
Seroktiya Herêmê ya Amedê ya DİSK'ê
KHA (ÖHD) Şaxa Amedê


