Em Beşdarî Hefteya 676’emîn a Çalakiya Rûniştinê ya Xizmên Windayan û KMM’ê(ÎHD) ya ‘Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin’ Bûn.
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN beşdarî 676'emîn hefteya çalakiya rûniştinê ku ji hêla Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê û xizmên windayan ve li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê bi dirûşma "Bila Winda Bên…
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN beşdarî 676'emîn hefteya çalakiya rûniştinê ku ji hêla Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê û xizmên windayan ve li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê bi dirûşma "Bila Winda Bên Dîtin, Kiryar Bên Darizandin" her hefte tê lidarxistin bû.
Daxuyaniya Serokê Baroya me ku di çalakiyê de anî ziman wiha ye: “Salên 1990’î weke salên reş di bîra Kurdan de cih girtiye. Di van salan de bi hezaran Kurd di girtîgehan de hatin windakirin, rastî îşkenceyê hatin û bi înfazên bê daraz û kuştinên kiryar nediyar mafê wan ê jiyanê hatiye binpêkirin. Di salên 90'î de hema hema her malbatekê ku xizmekî xwe li ser vê axê winda kiribe hebûye. Dema ku em li paş xwe dinêrin, em dikarin bibînin ku çîrokên ên ku me winda kirine wek hev in. Beriya her tiştî têgihîştinek der barê kesê ku tê windakirin de tê çêkirin, pişt re an li cihekî nêzî qereqolê an jî weke di bûyera windakirina Îlyas Erenî de li navendên bajaran piştî muameleya binçavkirinê li Torosên spî hatine siwarkirin û careke din ji wan agahî nehatiye girtin. Îlyas Eren li navenda Amedê ku yek ji kolanên herî qelebalix ên bajêr e hat binçavkirin û piştî wê rojê careke din agahî jê nehatiye girtin.
Di van hemû dosyayên windayan de darazê berpirsyariya ku dikeve ser wê bi cih neaniye û lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin. Digel serlêdanên malbatan ên li meqamên lêpirsînê jî pêvajoya lêpirsîneke bi bandor û bi lez nehate meşandin. Em hemû baş dizanin ku di van dosyayan de polîtîkaya bêcezakirinê bi awayekî zelal hat sepandin. Weke gelek dosyayan, ev dosya jî çû DMME'yê û ji ber pêkneanîna lêpirsîneke bi bandor biryara binpêkirinê hat dayîn, digel biryarên binpêkirinê hê jî winda nehatine dîtin. Armanca vê çalakî û têkoşînê ev e ku em bighîjin cenazeyên windayên xwe û darizandina kiryaran dabîn bikin.
Dem bi dem serokên û muxalefet û desthilatiyê behsa hevhelalkirinê dikin. Ez dixwazim careke din diyar bikim ku bêyî rûbirûbûna salên 1990’î û hesabdahina wê siberojeke saxlem û bi ewle nayê avakirin. Ev kiryarên dijhiqûqî ku di salên 90’î de hatine jiyandin ne pêkan e ku ji bîra kurdan were jêbirin. Lê belê dîtina windayan û darizandina kiryaran hindik be jî dê êşên ku hatine jiyandin sivik bike.
Bi vê armancê ez vê çalakiya ku KMM ya Şaxa Amedê û malbatên ku bi her şertî ji bo windayên xwe li vir in ji bo têkoşîna wan pîroz dikim. Weke Baroya Amedê ez dixwazim careke din diyar bikim ku em di vê têkoşîna bi rûmet de li cem malbatan in.”


