Em Bi Baldarî Û Bi Îsrar Daxwaz Dikin Ku Rêgeza Dewleta Hiqûqê, Demokrasiyê, Armanca Zagonê Û Kêrdariya Gelemperiyê Li Pişt Guh Neyê Avêtin Û Şaredar Tavilê Îadeyê Peywira Xwe Werin Kirin...
Şaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê, ji hêla Wezareta Karên Hundir ve di dîroka 19.08.2019’yan de ji peywira xwe hatibûn bidûrxistin û li şûna wan waliyên bajêr wek qeyûm hatibûn tayînkirin. Li…
Şaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê, ji hêla Wezareta Karên Hundir ve di dîroka 19.08.2019’yan de ji peywira xwe hatibûn bidûrxistin û li şûna wan waliyên bajêr wek qeyûm hatibûn tayînkirin. Li hember vê jipeywirgirtin û karên tayînkirinê ji hêla Şaredaran ve dozên betalkirinê hatine vekirin lê hêna di van dozan de di derbarê rawestandina ajotina kirariyê de biryarek erênî an jî neyînî nehatiye dayîn.
Wekî tê zanîn li gor xala 47/2 ya Zagona Şaredariyê ya bi Hejmara 5393’yan “Biryara bidûrxistina ji peywirê ji du mehan careke ji ber çavan tê derbaskirin. Di domahiya wê de biryara bidûrxistina ji peywirê ku kêldariya gelemperiyê tune ye tê rakirin.” Disa di domahiya xalê de “Di derbarê kesên ku ji peywirê hatine bidûrxistin de; di rewşa venekirina teqîbatê, ketina doza gelemperiyê an jî dahina biryara beraetê, bi efûya giştî jiholêrakirina dozê an jî mehkûmbûna bi sûceke ku xistina ji peywirê pêwîst nake de biryara dûrxistina ji peywirê tê rakirin.”
Ji ber ku ji ser biryara tayînkirina qeyûm ji îro pê ve 2 meh derbas bûn li gor hikma vekirî ya zagonê lazim e ji hêla wezareta we ve ji ber çav were derbaskirin û biryarek were girtin.
Ji biryara tayînkirina qeyûm heta îro rewşa qilqalî ya di civakê de berdewam dike. Civak her cure çalakî an jî biryara arasteyî dijraberê encama ku ji sindoqan der ketiye, wek xespkirina îradeya gel dinirxîne. Ji ser îradeya gel tu îradeyeke tune ye, bi girtina biryarên qeyûman îradeya gel tune hatiye hesibandin. Lewre ger şaredarek ji ber sûc kirina di peywira xwe de ji peywirê were girtin jî, digel hebûna derfeta hilbijartina wekîlek serok a meclisê ya ji bo rêvebirina kirariyên xwe ev derfet ji holê hatiye rakirin, ji ber tayînkirina qeyûm heta îro meclisên şaredariyan bi awayekî fiîlî hatine fesxkirin. Tu endamek meclisê ku ji hêla gel ve hatiye hilbijartin, bi tu awayî nikare peywira xwe bike. Ji ber vê awayê sindoqa ku wek dilê demokrasiyê tê pênasekirin bi biryara qeyûm ketiye rewşeke bêerkbûnê û bi vê awayê xesarek giran dahiye rêgeza dewleta hiqûqê û demokrasiya me.
Li gor hikmên vekirî yên Makezagon û Zagona Şaredariyê ji bo bikaribe serî li bergiriya bidûrxistina ji peywirê were dayîn lazim e sûcek ku ji ber peywira xwe hatibe kirin hebe. Lê ya ku wek sedema bidûrxistina ji peywirê tê nîşandan, têkildarê sedemên ku tê derpêşkirin ji ber peywira xwe hatiye pêkanîn, di derbarê şaredaran de lêpirsîna cezaî bi xwe jî nayê dîtin. Di pêvajoya 2 mehan de, di derbarê şaredarên ku ji peywirê hatine bidûrxistin tu teqîbatek nehatiye vekirin. Venekirina teqîbatê, wek sedema rakirina biryara bidûrxistinê ya bi serê xwe di zagonê de bi awayekî vekirî hatiye destnîşankirin. Ger ev rewş bi xwe jî were raçavkirin li gor hikma vekirî ya zagonê divê biryara bidûrxistina ji peywirê were rakirin.
Em bi baldarî û bi îsrar daxwaz dikin ku dema ji hêla Wezareta Karên Hundir ve biryara derbaskirina ji ber çavan tê kirin, rêgeza dewleta hiqûqê, demokrasiyê, armanca zagonê û kêrdariya gelemperiyê li pişt guh neyê avêtin û şaredar tavilê îadeyê peywira xwe werin kirin. 18.10.2019
- Baroya Semsûrê
- Baroya Agriyê
- Baroya Êlihê
- Baroya Çewlîgê
- Baroya Dersimê
- Baroya Amedê
- Baroya Colemergê
- Baroya Mêrdinê
- Baroya Mûşê
- Baroya Sêrtê
- Baroya Rihayê
- Baroya Şirnexê
- Baroya Wanê


