Em Biheq û Bihêz in û Em ê Bi Ser Bikevin!
Pêşniyaza yasayî ya pêşbînî tê kirin ku guherîn çêbibe di yasayê parêzerîyê da tevî li ber rabûn û nerazîbûna 80 baroyan di Desteya Edaletê da hatiye qebûl kirin, neqlî Lijneya Bi Tevahî ya Meclîsa Mezin a Gel a…
Pêşniyaza yasayî ya pêşbînî tê kirin ku guherîn çêbibe di yasayê parêzerîyê da tevî li ber rabûn û nerazîbûna 80 baroyan di Desteya Edaletê da hatiye qebûl kirin, neqlî Lijneya Bi Tevahî ya Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê hatiye kirin û dest bi guftûgo kirina wê bûye.
Ji ber guherîna yasayî ya ne demokratîk a dê baroyan ji hev biqetîne ji bo rûniştina li Parka Kuğulu ya Enqereyê serokên baroyan hatine bal hev. Lê dora wan bi bariyeran hatiye girtin û nehiştine ku rojnamevan jî bikevin hundir. midaxeleyî parêzerên ji çar aliyên Tirkiyeyê hatine ji bo destekê bidin çalakiya serokên baroyan hatiye kirin. Di dîmenên xuya bûne di nûçeyan da hatiye dîtin ku polîs bê fikar tevgeriyane, serokên me yên baroyan ku bertek dane jî hatine derb kirin. Ên ev ferman dane em şermezar dikin!
Polîsê ku fermanên neyasayî yên desthilata siyasî ku pirê meclîsê di destê wê da ye bi cih tîne sûc dike. Ên ev ferman dane û ferman bi cih aniye dê rojekê miheqeq hesab ji wan were pirsîn.
Serokên baroyan nûnerên parêzeran tevan in. Parêzer dê serokên baroyan bi tenê nehêlin. em Baroya Diyarbekir; ji bo girtina aliyê xwe, têkoşîn û li ber xwe dane em bi rê dikevin ji bo ku biçin Enqereyê. Em biheq û bihêz in û em ê bi ser bikevin!
BAROYA DIYARBEKIRÊ


