• Em êrîşa arasteyî mafê jıyanê şermezar dıkın.
Di dîroka 12/09/2019’yan de saet di derdora 18:00’an de li bejahiya Navçeya Pasûrê ya Bajarê Amedê de di dema derbasbûna maşîneyek sivîl de teqîn pêk hatiye. Di vê bûyera biêş de 7 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest…
Di dîroka 12/09/2019’yan de saet di derdora 18:00’an de li bejahiya Navçeya Pasûrê ya Bajarê Amedê de di dema derbasbûna maşîneyek sivîl de teqîn pêk hatiye. Di vê bûyera biêş de 7 hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dahine, 10 hemwelatiyên me jî birîndar bûne. Em vê bûyera genûs bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên bikeder ên kuştiyan re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazin. Divê bûyer bi hemû hêlên xwe ve were lêkolînkirin û kiryar derbikevin holê. Tu êrîşa ku arasteyî jiyanê dibe nayê qebûlkirin. Me wek Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê vê û êrîşên wek vê tu car normal nedîtiye, rast nedîtiye û em dê lihember derketina xwe bidomînin. Ji raya giştî re bi rêzdarî tê daxuyandin. 13/09/2019
NAVENDA MAFÊN MIROVAN A BAROYA AMEDÊ


