Em Êşa Bobelata Mezin Parve Dikin
Civaka me ya ku bi sedan salan bi hev re jiyîn, cihêrengiyên hev fêr bûn û bi piranîparêziya xwe jiyiyan, di 24'ê Nîsana 1915'yan de ji rojek reş re şiyar bû. Di serî de Stenbol ji gelek bajaran serê sibeha 24'ê Nîsanê…
Civaka me ya ku bi sedan salan bi hev re jiyîn, cihêrengiyên hev fêr bûn û bi piranîparêziya xwe jiyiyan, di 24'ê Nîsana 1915'yan de ji rojek reş re şiyar bû. Di serî de Stenbol ji gelek bajaran serê sibeha 24'ê Nîsanê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, mamoste, parêzer, bijîjk û parlamenterên Ermenî ji malên xwe hatin derxistin û birin. Çawa ku ew carek din venegeriyan, "Tehcîrkirina Ermeniyan" ku di 24'ê Nîsana 1915'yan de dest pê kiribû bû destpêka yek ji karesatên herî bi êş a di dîroka me ya civakî de.
Ji ber vê yekê 24'ê Nîsanê, yek ji roja herî reş a dîroka neteweya Ermenî ye ku li çar hêla cîhanê 'berbelav buye'. Civaka Ermenî ji wê rojê ve vê roja tarî bi navê "Medz Yeghern" ango "Bobelata Mezin" bi bîr tîne.
Dewleta Komara Tirkiyeyê, Hukûmet û burokrasiya wê di her 24'ê Nîsanê de di nav ragêşiyeke metirsîdar de çawa ku tarîtiya 'Bobelata Mezin' a li ser me çê bûyî li ber çav nagre, wisa jî kêrtika wê tomar dike ka kî vê bobelatê çawa bi nav dike, bi heqîqetê re şer dike. Lijneya Rêvebir a Heyama 45. a Baroya Amedê ji ber daxuyaniyên ku di 2017 û 2018'yan de ji bo parvekirina vê êşa civaka Ermenî dahiye hîn jî tê darizandin, Lijneya Rêveber a Heyama 46. ji ber daxuyaniyên xwe yê di 2019 û 2020'an de hê jî di bin gefa lêpirsînê de ye.
Lêbelê, bobelat û êş em wan çawa bi nav bikin bila bikin naguhere. Çi bi gotina qurbaniyan ' ‘Medz Yeghern’ dibe, çi bi navê ‘Fermana Filla’ ku me ji kal û pîrên xwe bihîstiye dibe, çi jî em bi awayê ku hiqûqnasê Polonî Raphael LEMKIN gotiye "ez bi besta ku li ser gelê Ermenî pêk hatine fikirîm û min nivisand" wek 'nîjadkujî' bi bîr bînin, rastî naguhere. Civaka Ermenî, ku dirêjiya du hezar û pênsed sal e li vê axê dijiyan, di ziman, çand, huner û pêjgeha vê axê de kedên mezin dahiye û parçeyek herî bedew a ji çandên ku şaristaniya me ava kiriye ye îro li ser vê axê najî. Ev gelê qedîm ku sed sal berê, li Anatoliyayê xwediyê du mîlyon gelheyê û ji sisiyan yekê gelheya Amedê pêk dianî bi zorê ji van axan hate derxistin. Bi sed hezaran Ermeniyên ku dost, hemraz û cîranên me bûn di rêya tehcîrê de di bin piştgirî û kontrola rêveberiya Îtttihat û Terakkî de hatin kuştin an jî ji mirinê re hatin hiştin.
Em bi revîna ji tarîtiya dîrokê nikarin bighîjin cihekî. "Heqîqeta Ermenî" di rûbirûmahina rabirdûyê de yek ji xaçerêka herî jiyanî ye. Heta ku em vê xaçerêkê di tarîtiyê de bihêlin dê siya wê ya tirsnak ezaba xwe li ser giyanên me û qurbaniyan bidomîne. Erka me ya îro ev e ku em tarîtiyê ronî bikin, her çend bi êş be jî bi rastiyê re rû bi rû bimînin û ji bo giyanên kesên ku di bobelata mezin de jiyana xwe ji dest dane hinek be jî aramiyê dabîn bikin. Em wek Baroya Amedê; banga destpêkirina pêvajoya "eşkerekirina rastiyê" dikin da ku bi şerma tawana ku li dijî civaka ermenî hat kirin û hat înkar kirin re rû bi rû bimînin û delîlên tawanên ku hatine kirin werin eşkerekirin da ku giyanên cîranên me yên Ermenî ku li cîhanê belav bûne bighîjin aramiyê. Baroya Amedê bi berpirsiyariya xwe ya rêxistinek hiqûqî; ji bo derxistina holê ya rastiya hovîtiya ku li ser gelê ermenî yê bira pêk hatiye amade ye ku çi ji dest bê bike.
Em qurbaniyên Medz Yeghernê, Fermana Fillan, Bobelata Mezin bi rehmet bi bîr tînin, careke din êşa civaka Ermenî par ve dikin.
BAROYA AMEDÊ


