Em Hêvî Dikin Ku Dawî Li Bêhiqûqiyên Ku Qismek Ji Ber Sepanên Pratîk Qismek Jî Ji Ber BHZ(KHK)’yan Bi Derbeyê Re Di Gelek Qadên Jiyanê De Pêk Hatine Were Anîn.
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Di sala 15 Tîrmeh 2019 15 Tîrmeh 2016’yan de di nav dewletê de bi hewldana derbeyê ya hinek mihraqên ku di nav dewletê de dîsa bi destê dewletê xwedî bûne, hatine mezinkirin û dewlemendkirin…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Di sala 15 Tîrmeh 2019 15 Tîrmeh 2016’yan de di nav dewletê de bi hewldana derbeyê ya hinek mihraqên ku di nav dewletê de dîsa bi destê dewletê xwedî bûne, hatine mezinkirin û dewlemendkirin û olê li gor armancên xwe yên siyasî bi kar tînin Tirkiye bi tabloyeke giran re rû bi rû mahiye. Di dema hewldana derbeyê de zêdeyî dused kesan jiyana xwe ji dest dahine, bi sedan kes jî birîndar bûne. Xerab jî bixebite em vê teşebusa arasteyî jiholêrakirina pergala siyasî ya Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin. Di rejîmên demokratîk de desthilatî teqez bi hilbijartinan tê guhertin. Em vê teşebusa derbeyê ku hewldana ji holê rakirina vê rêgeza giştî bû di tu şertî de qebûl nakin, şermezar dikin. Di vê wergiriyê de îdiayên ku di teşebusa derbeyê de avêtine rastê, têra xwe nehatine lêkolînkirin, hikûmat ketiye wê metirsiyê ku teza xwe li hemû civakê bide qebûlkirin. Her wiha heta roja îro dernexistina holê ya şaxên siyasî ya teşebusa derbeyê û di vê mijarê de pêknehatina teşebuseke jî rewşekî ecêb e. Hema piştî derbeyê OHAL hatiye îlankirin, zêdeyî du salan welat bi rejîma OHAL’ê hatiye birêvebirin. Di nav vê maweyê de 37 BHZ(KHK) ku di gelek mijarên ku bi OHAL’ê re eleqedariya wan tune de jî guherîna zagonî hatiye derxistin, rêgezên dewleta hiqûq û demokrasiyê hatiye rawestandin. Tevî 5000 dadmend û dozgeran bi giştî nêzê 120.000 kes ji gelemperiyê hatine îxrackirin. Di derbarê bi hezaran kesî de lêpirsîn û doz hatiye vekirin. Pergala Darazê bi temamî serbixwetî û bêhêliya xwe wenda kiriye. Îşkence bûye rewşeke pergala vepirsînê, li girtîgehan gelek li ser kapasîteya wan girtî û cezaxwarî hatine bicihkirin. Derketina derveyê welat a bi hezaran kesî hatiye astengkirin. Bi sedan weqf, komele, dibistan û zanîngehên ku eleqeya wan bi teşebusa derbeyê re tune ye hatine girtin. Di wergiriya OHAL’ê de ku piştî teşebusa derbeyê hatiye ragihandin, hemû rêxistinbûnên muxalif hatine tesfiyekirin, welat hema bibêjin wek girtîgeha vekirî hatiye veguherandin. Tevî vê yekê li nêzê 100 şaredariyan bi sedemên beredayî qeyûm hatine tayînkirin, bi dehan şaredar jî hatine girtin. Bi rakirina destnedayîniya parlamenteran re hevserokên HDP’ê û gelek parlamenter avêtin girtîgehan. Baroya Amedê bi kîjan armancî û li hember kî hatibe kirin bila bê kirin di her mercî de li hember derbeyê ye. Derbe; mekanîzmayeke wisa ye ku demokrasiyê û çanda bi hev re jiyanê, azadî û mafên bingehîn ji holê ra dike. Bi tecrûbeyan sabit e ku civakên ku ne xwediyê çanda demokrasiya xwecihbûyî ne di navbeynên diyarkirî de dûçarê vê teşebusê dimînin. Ji ber vê yekê Tirkiye neçar e ku vê feraseta xwe ya tekparêz li hêlekî bihêle û pergaleke demokrasî ya piranîgir ava bike, pergaleke ku gel di nav hev de di mercên azad û wekhev de dijîn ava bike. dijberê vê çawa ku em jiyiyane û bûne şahid dê bi van cure teşebusan ku demokrasiyê wek amûr bi kar tînin re her tim rû bi rû bimîne. Bi vê sedemê em careke din rehmê ji hemwelatiyên ku di dema derbeyê de jiyana xwe ji dest dahine re dixwazin. Em hêvî dikin ku li bêhiqûqiyên ku bi derbeyê re di gelek qadên jiyanê de qismek ji ber sepanên pratîk qismek ji ber BHZ’yan pêk hatine dawî were anîn. Em dê baweriya xwe ya pêşerojeke ku serdestiya hiqûqê hakim e, pirçandî, pirzimanî, rêzdariya ji baweriyan re û xwediyê demokrasiyê ye her tim biparêzin û di vê rê de têkoşîna xwe bidomînin.
Baroya Amedê


