Encamnameya Civîna Serokên Baroyên Herêmê Ya Bi Dîroka 10.2021’an
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Serokên Baroyên Rojhilat û Başûrrojhilat ku li jêr îmzeya wan heye di dîroka 09.10.2021'an di mazûvaniya Baroya Rihayê de; Digel pirsgirêkên huqûqî û civakî bi rojeva hilbijartina parêzerên…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Serokên Baroyên Rojhilat û Başûrrojhilat ku li jêr îmzeya wan heye di dîroka 09.10.2021'an di mazûvaniya Baroya Rihayê de; Digel pirsgirêkên huqûqî û civakî bi rojeva hilbijartina parêzerên Dadgeha Makezagonê û hilbijartinên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê bi raya giştî û civakî, li hev hat kirin ku tespît û nirxandinên jêrîn bi hevdîtina bi rojeva hilbijartina parêzerên Dadgeha Destûra Bingehîn û hilbijartinên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê li hev civiyan û li hev hat kirin ku tespît û nirxandinên jêrîn bi raya giştî re bên parvekirin.
1- Digel ku şeş sal ji ser Komkujiya Gara Enqereyê ya ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de pêk hat derbas bûye jî daxwazên edaletê yên dihat payîn ku kiryarên rastî bên eşkerekirin nehatine pêşwazîkirin. Divê lêpirsîneke bibandor bê kirin û kiryar di zûtirîn dem de werin cezakirin. Weke Baroyên Herêmê em diyar dikin ku em dosyayê dişopînin û bi vê hincetê em di salvegera komkujiyê de careke din rehma Xwedê ji welatiyên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dahine re dixwazin.
2- Pirsgirêka Kurd, wekî pirsgirêka herî girîng û bi êş a Tirkiyeyê cihê xwe yê di rojevê de diparêze. Em ji nû ve nîqaşkirina pirsgirêka Kurd a di mehên dawî de û daxuyaniyên niyetê yên arasteyî îradeya çareseriyê hêja dibînin. Em daxilkirina hemû beşên civakê ya li vê lêgerîna çareseriyê pêwist dibînin. Li şûna ku bi nîqaşên muxetabî û hwd. vê hişk bikin temsîlên tevahiya aktorên polîtîk û bi qasî ku karibin têkariyê dabîn bikin di nav pêvajoyê de cihgirtina wan em pêwist dibînin. Divê neyê jibîrkirin ku ev pirsgirêk ji hesabên hilbijartinê hêjatir e. Em bang li civaka sivîl, saziya siyasetê û hemû aliyên din ên hempar dikin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê li ser bingeheke demokratîk erka xwe pêk bînin.
3- Fikariya me ev e ku digel maweya ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di derbarê bicihanîna biryarên DMME'yê de ji bo Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala heta 30'ê Îlonê dahibû Tirkiyeyê tije bûye jî texliyenekirina Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala tê wateya binpêkirina mukelefiyên Tirkiyeyê ku ji hiqûqa navneteweyî pêk tên. Em diyar dikin ku divê biryarên binpêkirina mafan ku DMME'yê di derbarê Selahattin Demirtaş û Osman Kavala de dahibûn gaveke zûtir bi cih bîne.
4- Mixabin, helwesta neyînî ya meqamên darazê li hember parêzer û parastinê hîn jî berdewam dike. Herî dawî li hember helwesta neheq û dijberê hiqûqê ya Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 9emîn a arasteyî Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît Eren, rêvebirên Baroya Amedê û parêzeran ji hêla 78 Baroyan ve daxuyaniya piştgiriyê hat dahin û daxwaza ji peywirê destkişandina serokê dadgehê hat kirin. Em dixwazin diyar bikin ku digel derbasbûna demê hê jî pêkneanîna kirariyek li ser wî nayê qebûlkirin. Em dixwazin parve bikin ku wekî Baroyên Herêmê em dê pêvajoyê bişopînin, em dê li hember vê helwesta neheq ku nayê qebûlkirin dest bi hewldanan bikin û ji bo ev helwesta nehiqûqî li cihekî din belav nebe em dê bi Baroyên xwe yên îmzekar re nexşerêyek destnîşan bikin.
5- Em dixwazin bidin ragihandin ku em hilbijartina endamtiyê ya Dadgeha Makezagonê ku ji ber sînora temen a endamên parêzerên Dadgeha Makezagonê peywira wan bi dawî dibe û hilbijartina Serok û Lijneya Rêveberiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin. Em bawer dikin ku kesên ku ji bo her du meqaman bên hilbijartin divê ji kesên ku rêzê li hiqûq û mafên mirovan digirin û ji bo pêşxistina standardên demokratîk ên li Tirkiyeyê tevkariyê dikin bêne hilbijartin. Em Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê tenê wek rêxistinek profesyonel nabînin û divê serok û rêvebirên ku bên hilbijartin kesên ku pêşîniyê didin rêzgirtina mafên mirovan bin, di çareseriya pirsgirêkên civakî de berpirsiyariyê hilbigrin, ji bo parastinek hêzdar û serweriya hiqûqê bikaribin têbikoşin, her wiha dema ku salnameya hilbijartinê ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê diyar bibe û namzet û bernameyên wan bêne zelalkirin di derbarê vê mijarê de em dê nêrînên xwe bi hûrgilî ragihînin.
6- Civînên aştiyane-daxuyaniyên çapemeniyê; ji bo bandorkirin û tevgerkirina raya giştî, vegotina gilî û daxwazan û bandorkirina polîtîkaya gelemperî xwediyê roleke girîng e û mafekî Makezagonî ye. Di Qanûna civîn û Xwepêşandanan a bi Hejmar 2911'yan de rayeya ku ji îradeya mulkî re ji bo qedexekirina vî mafê Makezagonî hatiye dahin, ji hêla rayedarên pêwendîdar ve di hêla qedexekirinê de tê bikaranîn. Biryarên qedexekirinê; dibin wek rûtîn û kêfî, dozên ku li hember betalkirina biryaran têne kirin jî bi awayek dijraberê hiqûqê têne redkirin. Em astengkirina bi kêfî ku civînên aştiyane bi awayek ku rayeya qanûnî binpê dike qebûl nakin û em ji meqamên rayedar dixwazin ku dev ji van helwestên xwe berdin.
7- Ji Hurmuz û Şîmonî Dîrîla Asûrî-Keldanî ku li Gundê Hozêmera (Kovankaya) Navçeya Bêşebaba Şirnexê dimînin ji 11.01.2020'an vir ve agahî nayê girtin, 70 roj şûn ve cenazeyê Şîmonî Dîrîl a bêgan hate dîtin. Çawa ku di lêpirsîna ku ev 2 sal in berdewam dike de tu pêşketin çê nebûye îdianame jî nehatiye amadekirin. Bi heman awayî ji ser wendakirina xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ya li Dêrsimê ji salek zêdetir dem derbas bûye û di dosyeya lêpirsînê de tu pêşketin çê nebûye. Em dixwazin careke din destnîşan bikin ku divê meqamên lêpirsînê li hember dosyaya komkujiyê ya li dijî Malbata Şenyaşar a li Rihayê û Malbata Dedeogûllari ya li Konyayê lêpirsîneke bibandor bimeşînin. Em dixwazin diyar bikin ku ji bo lêpirsînên bibandor werin meşandin em dê bûyerê bişopînin, em li bendê ne ku daraz ji helwest û kiryarên ku di lêpirsînên komkujiya ku malbata Şenyaşar û li Konyayê Dedeogûllari hatin qetilkirin de wijdana gelemperiyê aciz dike dûr bikeve û dosyeya lêpirsînê ji venêrîna aliyan re ve bike, em li bendê ne ku lêpirsînek bi bandor were meşandin.
8- Gelek dosyeyên dozê yên derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên giran ku di salên 90'î de hatine kirin ji ber sedemên ewlehiyê neqlê bajarên rojavayê hatine kirin û piraniya wan bi beraetê bi encam bûne. Di danişîna dawî ya Doza Komkujiya Vartinisê de ku bi heman rengî hatibû neqilkirin pêşketinek erênî pêk hat û ji bo bersûcekî biryara girtinê hatiye derxistin. Lêbelê, digel ku ji ser danişîn û biryara qirtinê mehek derbas bûye jî hê jî neqefaltina bersûcî em wek berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê dibînin û em li bendêne ku meqamên îdarî yekser qefaltinê bi cih bînin.
9- Em bi fikarî raçav dikin ku biryara vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê bûye sedema zêdebûna bûyerên tundiyê yên li ser jinê. Di vî warî de em dixwazin diyar bikin ku mukelefiyên rayedarên îdarî û dadwerî ji bo pêşîlêgirtina van sûcan û pêkanîna lêpirsîn û cezakirina bandorker tevî biryara Tirkiyê ya vekişîna ji Peymana Stenbolê jî ew divêtiya mukelefiyên wê yên ku ji Makezagon, CEDAW û PMME(AİHS)’ê pêk tê ne.
10- Di van rojên dawî de, binpêkirinên mafan ên li hemberî girtî, hikumxwarî û xizmên wan li gelek girtîgehên Tirkiyeyê bi zêdebûnî berdewam dikin. Pêhesiyên di derbarê derbkirina girtiyan a ji hêla gardiyanan ve ku di dîroka 09.10.2021'an de li Girtîgeha Tîpa T ya Jimare 2 ya Rihayê rû dahiye cihê fikarê ye. Em li hember van helwest û êrişên dermirovî ku ji ber binpêkirina mafan û şert û mercên ku pêvajoya pandemiyê çê kirine meqamên îdarî û darazî vedixwînin ku bergiriyên pêwîst bigrin û daxwaz dikin ku dawî li pêkanîna înfaza mehkûm û girtiyan li saziyên înfaza cezayê yên ku li bajarên ji malbatên xwe dûr têne hiştin were anîn. Her wiha em Wezareta Edaletê, Navenda Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê û Saziya Wekheviya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê vedixwînin ku li hember binpêkirina mafan ku li saziyên înfaza ceza yên girtî yên mijara gotinê peywira xwe bi cih bînin. Bi rêzdarî.
Baroya Semsûrê
Baroya Agiriyê
Baroya Êlihê
Baroya Çewlîgê
Baroya Bedlîsê
Baroya Amedê
Baroya Colemergê
Baroya Qersê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Sêrtê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê


