Guherdetiya Zagonî Ku Tê Derpêşkirin Di Qanûna Parêzertiyê De Bi Armanca Bêerkhiştina Pîşeya Me Û Baroyan Were Pêkanîn Nayê Qebûlkirin
Hewldana ku di meha Adarê de dest pê kiriye û di avaniya Baroyan û pergala wan a hilbijartinê de guherdetî tê derpêşkirin di rojên dawî de bi lezeke zêdetirî berdewam dike. Serokên baroyên 80 bajaran ku li heber vê…
Hewldana ku di meha Adarê de dest pê kiriye û di avaniya Baroyan û pergala wan a hilbijartinê de guherdetî tê derpêşkirin di rojên dawî de bi lezeke zêdetirî berdewam dike. Serokên baroyên 80 bajaran ku li heber vê hewldanê di 19 Gulan û 1’ê Hezîranê de civiyan; hem di mijara lêrastanînê de, hem di rêbazê de, hem jî di mijara naverokê de helwesteke rexneyî ya hevpar danîne holê. Di van civînan de li dervehiştina ji vê pêvajoyê ya Baro û parastinê ku hêmanên avaker ên darazê ne wek rexneyeke bingehîn derketiye holê, guherdetiyên ku tê fikirîn di zagona parêzertiyê de bên kirin bê beşdariya baroyan neyên kirin, ji hêla komîsyoneke ku ji Baro, Yekîtiya Baroyên Tirkiye û akademsîyenan hatiye pêkanîn gotûbêjkirina pêşnûmaya ku dê were amadekirin hatiye pêşniyarkirin. Ev pêşniyar bêbergind mahiye, pêvajo bêhtir hatiye lezdarîkirin. Her wiha mixabin ji hevdîtinên heyeta ku ji serokên baroyan pêk hatibû jî encameke nehatiye girtin.
Em ji bêdengkirina hemû rêxistinên muxalefeta civakî ya bi Biryarnameya Hikma Qanûnê ku bi pêvajoya OHAL’ê dest pê kir û her ku çû zêdetir bû re bû şahid. Niha di hedefê de baro û parêzer hene. Bêdengkirina baro û parêzeran jî tê armanckirin.
Di rojeva parêzer û baroyan de xizanî, bêkarî û barên giran ên bacan.
Prîmên Saziya Ewlehiya Civakî ku nikarin bidin û mehaniya malnişîna a bi asteke komîk de.
Heqdestên QMC(CMK)’ê ku di asta suxrekariyê de ye û heqdestên wekaleta zagonî ku nehatine dahin.
Tundî û heqaretên ku li yekeyên zebtî, li dadgehan heta li salonên dadgehan dûçar dimînin.
Fakulteyên hiqûqê yên binpêlekî ku bi awayekî bêkontrol hatine vekirin û hejmara wan gihîştiye 133, her sal bi hezaran mezûn, di encama vê de stajyeriya bêdestheq û bêewle.
Pirsgirêkên parêzeran, ruhsatên ku bi awayekî dijberê rêgeza mesûmtiyê hatine betalkirin in.
Deriyên odeyên dadger û serdozgeran ku di dema wergiriya fealiyetên xwe yên pîşeyî de hevdîtinê dixwazin de li ser wan tên girtin û qadên zêfandar ên di nav dadgehê de ne.
Parêzerên ku digel hemû van zêfandariyan ji bo peydebûna edaletê, parastina maf û hiqûqê hemwelatiyan dixebitin, niha tê xwestin ku bi awayek bêrêxistin werin hiştin. Di esasê xwe de ya ku tê xwestin bêrêxistin û bêewle werin hiştin ne parêzer in hemû hemwelatî ne.
Lewre Baro tenê ne ya parêzeran rêxistina hemû hemwelatiyan in.
Em wek Baro;
Ji ber ku em li hember tundiya mêrî, li cem jinan cih digrin,
Ji ber ku em li cem zarokên ku mexdûrê îstismarê ne cih digrin,
Ji ber ku em parêzeriya Heskîfê, Mûnzûrê, Gola Saldayê, Çiyayên Qazê, Gola Bêbinî, Newalan, Deştan, Çiyayan, Deryayan, Daristana û ya Ajalan dikin,
Ji ber ku em mafê karkerên demsalê ku bi rêya hêviyê dikevin û termên wan li qeraxên rêyan belav dibin, li cihên ku diçin dûçarê êrîşên nîjadperest û sûcên nefretê dimînin; mafê kedkarên ku di kuştinên kar de jiyana xwe ji dest dahine diparêzin,
Ji ber ku em bi awayekî serbest xweîfadekirina civak û kesan a bêtundî û bênefretî, bi awayekî azad fealiyetnîşandana çapemeniyê dixwazin;
Ji ber ku em li hember tunehsibandina îradeya gel û tayînkirina qeyûman a li şaredariyan der dikevin, di mercên wekhev de siyasetkirina hemû partiyên siyasî dixwazin, ji hepiskirina aktorên siyasî ya ji ber fealiyetên xwe yên siyasî re îtiraz dikin
Ji ber ku em li hember îşkence û muameleya xerab a di her mercî de der dikevin û têkoşîna wê dikin
Ji ber ku em li hember fikra cezakirina bi rêbazên din a derveyî hepiskirinê ya kesên ku li girtîgehan tên girtin der dikevin
Ji ber ku em fikra şerî qebûl nakin aştiyê daxwaz dikin, pêkaniya fikra jiyana bi hev re ya bi awayekî wekhev û azad diparêzin
Ango ji ber ku em parêzeriya bêhêzan, xizanan, mezlûman û tevahî yêndinkiriyan dikin; serdestiya hiqûqê û rêgeza dewleta hqûqê diparêzin, li hember pratîka daraz, birêvebirin û qanûndanîna k udi destek tenê de kom bûye, serbixwetiya darazê diparêzin em di hedefê de ne.
Çawa ku me beriya niha tevî 80 baroyan gotibû em careke din dubare dikin. Divê ev pêşnûmaya zagonê ku dê parêzer û hemwelatiyan bêparêzî bihêle paş ve were kişandin. Nexwe wekî me berê dahiye xuyandin bi destpêkirina bi vê daxuyaniyê em dê hemû mafên xwe yên protesto demokratîk ên din bi kar bînin. Ji ber vê yekê em hemû hempîşeyên xwe û hemwelatiyên xwe vedixwînin ji bo destek û piştgiriyê.
PARASTIN WIJDANA CIVAKÊ YE. HETA KU SERXWEBÛNIYA PARASTINÊ, SERXWEBÛNÎ Û BÊHÊLIYA DARAZÊ WERE DABÎNKIRIN EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN.
Bi rêzdariyan,
BAROYA AMEDÊ


