Hefteya 207emîn a Bibîranîna Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ’yî li ber Dadgeha Amedê pêk hat.
Hefteya 207emîn a Bibîranîna Kuştina Serokê Baroya me Tahir ELÇİyî bi beşdar bûna hevpîşeyên me hat kirin. Hejmarvanê Baroya me Prz. Muhlis OĞURGÜL ev gotin kirin di çalakiyê de: ‘’ Kedkarên Hêja yên Çapemeniyê û…
Hefteya 207emîn a Bibîranîna Kuştina Serokê Baroya me Tahir ELÇİyî bi beşdar bûna hevpîşeyên me hat kirin. Hejmarvanê Baroya me Prz. Muhlis OĞURGÜL ev gotin kirin di çalakiyê de: ‘’
Kedkarên Hêja yên Çapemeniyê û Endamên Qedirgiran ên Baroya me;
Di ser kuştina serokê baroya me Tahir ELÇİyî re 207 hefte derbas bûn lê hêj jî kujer nehatine dîtin. Em dixwazin cardin dûpat bikin ku heta niha ji bo peyitandina kujeran tu hewlek nehatiye dayîn. Ji ber daxuyaniyên di çarçoveya azadiya fikr û xwederbirînê de tên kirin an jî ji ber parvekirinên medyaya civakî mirov dikevin bin çavan û tên girtîn jî; tevî ku navên kesên bi îhtimaleke mezin dibe ku şikbar ên kuştina Tahir ELÇİyî ne di dosyeyê de ne bi navê kêsê şikbar îfadeyê kesî nehatiye girtin. Ev nêzîktêdayîn dîtina meqamên darazê derdixe holê. Daxwaza me ji Serdozgeriya Komarê ew e ku ji bo kujer hesab bidin bila bi lez û bez karê ku berpirsiyariya wan e bikin. Heta kujerên Tahir ELÇİyî neyên û ya hewce dike neyê kirin em dev ji vî karî bernadin.
Serê sibehê zû polîsan girtiye ser mala hevşaredara Sûrê Filiz Buluttekinê û ew û hevserê wê û zarokê/a wê yê/ya deh salî dirêjî erdê kiriye û çek dane ser serê wan li gorê agahdar kirina parêzerê Buluttekinê. Tayîn kirina qeyûm wek ku ne bes be di dema binçav kirina şaredar û malbatên wan de mudaxeleyên neinsanî tên kirin. Em qebûl nakin. Ji navçeyên navendî yên Amedê bi tenê Şaredariya Sûrê mabû bê qeyûm. Bi vê yekê temsîl kirina vîna gel bi temamî ji navê hat rakirin. Bi girtina şaredaran, tayîn kirina qeyûman binpêkirina rê û rêzikên bingehîn yên hiqûqê, mafê hilbijirîn û hilbijartinê ye. Mafê hilbijirîn û hilbijartinê nebe demokrasî nabe. Bi kirinên kêfî binpêkirina vî mafî zirarên cidî dide hebûna dewleta huqûqî. Divê derhal dev ji vê feraseta otorîter a tu xêra wê ji raseriya huqûqê re nîn re, rêzê ji vîna gel re nagire, tu temînatê nade kesên hilbijartî bê berdan.
Ji bo ku li ser kursiyê Mafê Mirovan ê Tahir ELÇİyî ji bo ku RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊ MIROVAN A GIRTÎGEHÊN AMEDÊ YA KOMÎSYONA ŞOPANDINÊ YA BAROYA AMEDÊ bide xuya kirin mafê axaftinê dihêlim ji Seroka Komîsyona Girtîgehan a Baroya me Prz. Gizem MİRAN re.
Spas ji bo beşdar bûna we.
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GEL RE
Kedkarên hêja yên çapemeniyê ;
Em Baroya Amedê li dijî kirinên nehûqî û neyasayî hewlê didin ku tevkariyê bikin li têkoşîna huqûqî li her qadê. Bêguman pareke ji parên ji herî mezin yek ji qadên têkoşînê ‘’Girtîgeh’’ in. Her wiha ‘’hilberîna şidetê’’ ya saziyên girtî yên wek girtîgehan rastiyeke patolojîk e. Li hember vê rastiya patolojîk, sewirîna civakeke bê girtîgeh, heta ev yek pêk bê jî em rû bi rûyê berpirsiyariya bi paj de birina vê patolojiyê dimînin. Ji lewma bi qasî serê derziyê be jî çareser kirina pirsgirêkên girtiyan, ji bo em dengê xwe bigihînin siyasetmedarên bi wijdan û yên bikarin biryarên adilane bidin em li vir in.
Bi şikayet, îxbar û agahiyên hatin ji baroya me re di 15/11/2019 û 25/11/2019’an de me bi endamên xwe yên Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya me em çûn serdana girtîgehan. Di serdanan de binpêkirinên mafî yên ji me re hatin gotin ev in; ‘’ Nayê hiştin ku girtî ji xizmeteke bi rêk û pêk û bi kalîte ya tenduristiyê sûdê werbigirin, girtî kelemçekirî sewqî nexweşxaneyan tên kirin, ji aliyê hin hekîman ve destûr tê dayîn ji bo mueyeneya bi halê kelemçekirî, kirina tundiyê li zarokên girtî, kelemçekirina bi awayê berovajî, nepaqij bûn û ne tendurist bûna xwarinan, ji du rojan carekê bi saetekê dana ava germ, têr baş germ nekirina qawîşan, girtî bi tenê dikarin deh pirtûkan li bal xwe bihêlin, hincetên kêfî nedana girtiyan pirtûkên biryar ne hatiye ji bo berhev kirina wan, nedana destûrê ji bo weşanên Kurdî yên demkî û daîmî, temaşe kirina li cihên jînê yê hevpar bi şev û roj, têr baş pêşwazî nekirina pêwîstiyên wek şîr, potikê zarokan, xwarin, cil û bergê zarokên bi dayikên xwe re dimînin di girtîgehan de, nebûna kreş û parkên lîstinê, biha bûn nebaş bûna tiştên li kantînan tên firotin, nedana kovar û rojnameyên tên xwestin, venekirina kenalên radyo û televizyonê yên girtî dixwazin lê guhdarî û temaşeyê bikin, lêgerîna kesên diçin hevdîtina girtiyan a tenik wê hema bibêje tu ferq nîn e ji tacîzê, nebûna xwediyê şertên fizîkî yên odeyên hevdîtinê yên parêzeran’’
Kitekitên van sernavên binpêkirinan di rapora me de pêşkêşî raya gel û rayedaran hatine kirin. Em dixwazin destnîşan bikin ku binpêkirinên girtî rû bi rû dimînin dibin sedema binpêkirina mafên bingehîn ên yasayî yên wek mafê darizînê bi edalet, girtina qedrê jiyana taybet, qedexe kirina miemeleya nebaş û êşkenceyê.
Her wiha gelek tekstên wek Peymana Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropayê, Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Rê û Rêzikên Nelson Mandela, Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî pîvanên bingehîn ên di nîzameke demokratîk de divê esas werin girtin hatine diyar kirin. Lê belê binpêkirina mafê mirovan di girtîgehan de ne li gor asteng kirina mafên mirovan ên bi mijare û mewzuatên neteweyî û navneteweyî hatine diyar kirin in.
Nexasim girtîgehên bi navê kampus ên di nav de gelek girtîgeh hene, lojman, salonên rûniştinê yên nexweşxaneyan tev li qadekê ne û ji salekê zêdetir e ku ji ber awayê fizîkî û modela rêvebirinê hatiye tespît kirin ku guncawê derketin holê ya binpêkirina mafê mirovan e. Bi curê nû yên girtîgehên kampus hatiye têgihîştin ku venihêrina pergalê û rêvebirinê û jiyana di girtîgehan de zor û zehmettir kiriye. Ji gilî û gazinên girtiyên di kampusê de jî jê tê fam kirin ku xizmeta tenduristî, nan û ya civakî û ya perwerdehiyê ne bes e.
Her wiha aşkere ye ku kirinên nehuqûqî û binpêkirina mafê mirovan pêk tê û hêj jî li van kirinan tê dewam kirin. Aliyê şidetê yê saziyên girtî yên wek girtîgehan hiştina di bin serpereştiyê de, bi qasî ku dibe guncaw kirina van deran li gor maf û rûmeta mirovan bi tenê bi mudaxele kirina rêxistinên civakî yên sivîl nabe. Ji bo van saziyên girtî ligel ku şopandin divê bi sivîlî berpirsiyariya esas a dewletê û ya yên polîtîkayê dikin e. Ên ku rêya tevlê bûna demajoyê vebike û vê mudaxîliyê bi çarçoveyeke yasayî tekez bike dewlet û yên polîtîkayê dikin in.
Ne girtîgeh ne jî girtî yek curî ne. Gava ku mirov dibêje girtî tevî ku komên jin, zarok, astengdar, kal û pîr, ciwan, biyanî, LGBTİ, yên cezayê heta bi hetayê xwarî, nexweş, jinên bi zarokên xwe re tê de, jinên ducanî ku pêwîstiyên xwe yên dibe ku hebin hene ev kom di girtîgehan de rû bi rûyê rejîmeke pir bi dezavantaj re rû bir û diminin û miemeleyeke nebaş tên kirin li wan. Miemeleya nebaş ne bi tenê bi derb kirin û helwesteke fiîlî derdikeve holê.
Wek encam; banga me li hemû rayedaran ew e ku şertên bi zelalî yên bi kalîte yên xizmeta tenduristiyê li gor rûmeta mafê mirovan pêk bînin. Pêwîstiyên zarok û jin û astendaran pêk bên anîn, venihêrîna bi sivîlî were kirin. Bila di der barê gotin û kirinên arasteyî girtiyan ên sûc in de lêpirsînên bi edalet û bandorî werin kirin, dev ji polîtîkayên ceza nekirinê bê berdan. Bi vê mebestê em cardin dibêjin ku bila Wezareta Dadê û Komîsyona Şopandinê ya Mafê Mirovan a Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê şopandinên pêwîst bikin û ji bo rakirina ji holê ya binpêkirina mafê mirovan demajoya yasayî bidin des pê kirin. 20/12/2019
KOMÎSYONA ŞOPANDINA GIRTÎGEHAN A BAROYA AMEDÊ


