Hefteya 216 mîn a Bibîranîna Kuştina Serokê Baroya Me Tahir ELÇİ’yî li ber Dadgeha Amedê pêk hat.
Hefteya 216 mîn a Bibîranîna Kuştina Serokê Baroya me Tahir ELÇİyî bi beşdar bûna hevpîşeyên me hat kirin. Hejmarvanê Baroya me Prz. Muhlis OĞURGÜL ev gotin kirin di çalakiyê de: Kadkerên çapemenîya hêja û endamên…
Hefteya 216 mîn a Bibîranîna Kuştina Serokê Baroya me Tahir ELÇİyî bi beşdar bûna hevpîşeyên me hat kirin. Hejmarvanê Baroya me Prz. Muhlis OĞURGÜL ev gotin kirin di çalakiyê de:
Kadkerên çapemenîya hêja û endamên rêzdar yên baroyê
Di ser qetilkirina serokê baroya me birêz Tahir ELÇî de 216 hefte derbas bûye. Di vê pêvajoyê de ji bo ku kûjer bên tespîtkirin û cezakirin heta hefteyek berê me bi rêya çapemenîyê ji raya giştî re ragihandibû ku çi pêşveçûn nîne. Her wekî ku hun jî dizanin di derheqê bi rê ve birina lêpirsînê de hefteyek berê di dosyayê de hinek bûyer qewimînbû û me dîsa bi rêya çapemenîyê anîbû zimên . Di dosya Tahir ELÇÎ de 3 polês bi awayek gumanbar îfade dabûn lê mixabin di derbarê gumanbara ku bên girtin çi tişt nehatibû kirin . Di vê demê de ji ber parvekirinên medyaya civakî mirov tên girtin ku ev jî di çarçoveya azadîya vegotin û raman tên hesibandin û di heman demê de kesên ku Tahir ELÇÎ qetilkirinê negirtî tên darizandin ev rewş nayê pejirandin. Ji ber van sedeman di pêşî de ew kesên ku gumanbarin bên girtin û bi hevre li pêş darazê çi ciza heq kirine bila bikişînin. Baroya me bi hewldanên xwe raporek pîsporan amade kirîye û di raporê de gumanbarên hatine tespît kirin di derheqê wan de çi hewceye bê kirin û em bangewazîya xwe dubare dikin ku dev vê rûreşîya xwe berdin .
Prz. Eyyüp AYDENİZ;
Ji Çapemenî û Raya Giştî ra
Îro 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ye. Di sala 1952yan da polîsên pakistanî komek xwendekarên Bengalî kuştin çima ku bi xwepêşandanekê doza zimanê xwe kirin. Li Bangladeşê ji sala 1971ê ve roja 21ê sibatê ji bo bibîranîna wan xwendekaran wekî Roja Şehîdên Zimanê Dayikê tê bibîranîn. Rêxistina Zanist, Çand û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pejirand û ji 1999an ve ew roj li seranserê cîhanê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin. Mirovên ku zimanê wan hatiye qedexekirin, di vê rojê da dengê xwe bilind dikin û doza azadîya zimanê xwe dikin ku astengî û qedexeyên li ser zimanan rabin, hemû ziman û çand wekî parçeyekî girîng a ekolojîya çandî û zimanî werin pejirandin û ji bo geşbûna zimanên kêmderfet alîkarî û piştevanî were kirin.
Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku rastî astengî û qedexeyan hatiye û tê. Lewma wekî miletekî bindest, kurdan jî ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên neteweyî, doza azadîya ziman û çanda xwe kiriye û dikin. Ji ber ku parastina zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye, wek saziyeke hiquqî em jî aligir û piştgirê parastina vî mafî ne.
Ji ber ku astengkirin û qedexekirina zimanan binpêkirina mafan e, li ku derê mafek were binpêkirin em li wê derê û li dijî wê neheqiyê ne. Neheqî ye ku di sedsala 21em de zimanek hê jî nebûbe xwedîyê statûyekê. Neheqî ye ku zimanek ji hemû derfetên dewletê bêpar be û bi ser da jî rastî gelek astengiyan bê.
Wekî endamên baroya Amedê, me li vê qadê gelek rêşaşî û rûreşî, gelek neheqî û bêhiquqî şermezar kirine. Ji ber girîngiya 21ê Sibatê îro jî roj roja şermezarkirina rûreşiya astengiyên li ber zimanan û bi hêviya ku astengî û qedexeyên li ser zimanan rabin hatine cem hev û bi van hest û ramanan em Roja Zimanê Dayikê li hemû zimanhezan pîroz dikin.
Komisyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê


