Ji Baro û Rêxistinên Hiqûqê Daxuyaniya Çapemenî ya Hevpar: Em Di Yekemîn Salvegera Qetilkirina Malbata Dedeogûlariyê De Bang Dikin Ku Dawî Li Pratîka Bêcezatiyê Were Anîn
Ji Baro û Rêxistinên Hiqûqê Daxuyaniya Hevbeş a Çapemeniyê: Di Yekemîn Salvegera Kuştina Malbata Dedeogullariyan De Em Ji Bo Dawînanîna Li Pratîka Bêcezakirinê Bang Dikin. Yaşar Dedeogûllari, Îpek Dedeogûllari, Sîbel…
Ji Baro û Rêxistinên Hiqûqê Daxuyaniya Hevbeş a Çapemeniyê: Di Yekemîn Salvegera Kuştina Malbata Dedeogullariyan De Em Ji Bo Dawînanîna Li Pratîka Bêcezakirinê Bang Dikin. Yaşar Dedeogûllari, Îpek Dedeogûllari, Sîbel Dedeogûllari, Serpîl Dedeogûllari, Serap Dedeogûllari, Bariş Dedeogûllari û Metîn Dedeogûllari; Tam salek berê di 30.07.2021'ê de li bexçeya mala xwe ji hêla kujer Mehmet Altûnî ve bi hincetên nijadperestî hatin qetilkirin.
Piştî êrîşa 12.05.2021'an a arasteyî malbatê, ku hat fêhmkirin ku ev 10 sal in bi awayekî sîstematîkî ji hêla du malbatên cîran ve dûçarê êrîşên nîjadperest mahine tedbîrên pêwîst nehatine girtin, lêpirsîneke bi bandor nehatiye meşandin û hema hema di bin "parastinê" de girtina kiryaran“ rê li ber komkujiya di dîroka 30.07.2021'yan ve kiriye.
Malbata Dedeogûllariyê di 22.05.2021’an de ji hêla heman kiryaran ve cardin rastî êrîşê hatiye, ji hêla hin endamên van her du malbatan ve rastî heqaret û gefan hatiye.
Wekî daxuyaniyên malbata Dedeogûllari ku di çapemeniyê de jî cih girt kiryar, ji malbata Dedeogûllariyî re gotine: “...Em Ulkucî ne. Emê we kurdan ji vir rakin” û êrîş kirine.
Yaşar Dedeogûllarî ku di dema bûyerê de bi giranî birîndar bûye di îfadeya xwe de; Dahiye zanîn ku di nav wan û wan şexsan de neyartiya bi 10 salan heye, sedema vê neyartiyê jî ji kurdbûna wan û mewzûya kurdayetiyê pêk tê.
Ji destpêka pêvajoyê ku ketibû çapemeniyê pê ve; Daxuyanî û nêzîkatiyên hem ya rayedaran hem jî ya Serdozgeriya Komarê ya Konyayê ku rê li ber ronîkirina bûyerê û cezakirina hincetên nijadperestiyê girtin, di 30.07.2021'ê de bi qetilkirina malbatek ku ji 7 kesan pêk tê bi encam bû.
Weke ku li jor hatiye diyarkirin; Digel ku berê jî nîşaneyên bi hinceta nijadperestiyê hebûne jî ji kêliya pêşîn a komkujiyê pê ve daxuyaniyên merciyên edlî û yên rayedarên îdarî ku di hêla, "bûyer ne bi hincetên nijadperestî ye" hatin dahin hatiye wateya destwerdana vekirî ya li darazê û pêvajoya darizandinê jî li gorî wê teşe girtiye.
Bi awayekî berdewamî, divê bilêvkirina nefretê ya arasteyî nasnameya Kurd û çalakiyên tundiyê ku berbelav dibin weke bûyerên edlî û bi tena serê xwe neyên dîtin.
Tenê sala borî; tê zanîn ku di 28’ê Tîrmehê de li navçeya Elmadagê ya Enqereyê êrîş li malbateke Kurd hat kirin, di 21’ê Tîrmehê de li Merama navçeya Konyayê ji hêla komeke ku herî kêm ji 60 kesan pêk dihat ve bi çekê êrîşî malbateke Kurd hat kirin û yek ji endamê malbatê Hakim Dalê 43 salî hati kuştin, dîsa di 20'ê Tîrmehê de li Altindaga navçeya Enqereyê êrîş li malbateke Kurd a ji Qersê pêk hat. Ev tenê êrîşên nîjadperest in ku di heman demê de pêk hatine. Êrîşên ku her sal li hember Kurdên ku wek karkerên çandiniyê yên demsalî dixebitin pêk tên, qetilkirina Denîz Poyraz û gelek êrîşên din ji heman çavkaniyê xwedî dibin. Eşkere ye ku ev çavkanî, tevî bêbertekmahina saziya siyaseta serwer a li hember helwestên nijadperest û dem bi dem bilêvkirinên wan, helwestên hin saziyên çapemenî û weşanê ku xweyîtî li dêrandina civakî dikin eşkere ye zirxa bêcezatiyê ku di hêla kiryaran de hatiye pêkanîn e.
Di 1’emîn salvegera qetilkirina malbata Dedeogûllariyê de weke sazî û rêxistinên ku îmzeya wan li jêr heye; Em bi bîr tînin ku sûcên ku bi hinceta nijadperestî hatine kirin di kategoriya sûcên li dijî mirovahiyê de cih digirin û bi dubarekirina daxwaza xwe ya ji bo meşandina pêvajoya darizandineke bandêr a bi mebesta dawîlêanîna pratîka bêcezakirinê ku di darizandina sûcên girand de tê zanîn em 7 mirovên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî û rehmet bi bîr tînin.
• Baroya Semsûrê
• Baroya Êlihê
• Baroya Çewlîgê
• Komeleya Hiqûqnasên Hemdem
• Baroya Dêrsimê
• Baroya Amedê
• Baroya Colemergê
• Komeleya Mafên Mirovan
• Baroya Mûşê
• Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê
• Baroya Sêrtê
• Baroya Rihayê
• Baroya Şirnexê
• Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê
• Baroya Wanê


