Jî Baroya Me Serdana Piştgiriyê Ya Ji Bo Nobeta Edaletê ya Malbata ŞENYAŞARan…
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN, Alîkara Serok Prz. Zûhal IŞIK û Endamên me yên Lijneya Rêveberiyê Prz. Hatîce DEMÎR, Prz. Oyku ÇAKMAK, Prz. Mehdî OZDEMÎR û Prz. Diyar R. ÇETEDÎR, beşdarê nobeta edaletê ya li pêş…
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN, Alîkara Serok Prz. Zûhal IŞIK û Endamên me yên Lijneya Rêveberiyê Prz. Hatîce DEMÎR, Prz. Oyku ÇAKMAK, Prz. Mehdî OZDEMÎR û Prz. Diyar R. ÇETEDÎR, beşdarê nobeta edaletê ya li pêş Dadgeha Rihayê ya malbata ŞENYAŞARan ku di sala 2018'yan de li navçeya Pirsûsa Rihayê di bûyerên ku di pêvajoya hilbijartinê de der ketibûn de sê kesan ji wan jiyana xwe ji dest dahibûn bûn û piştgiriyê dan wan.
Serokê Baroya me Prz. Nahît ERENî, ji Emîne ŞENYAŞARa ku hevjînê xwe û du kurên xwe wenda kiriye û ji kurê wê Ferît ŞENYAŞARî re da zanîn ku ew bi temsîliya hemû endamên Baroya Amedê li ber wan in, dê Baroya Amedê şopdarê dosyeyê be û dê her cure piştgiriya hiqûqî bide wan.


