Ji Baroya Parîsê Piştgiriya Bi Baroya Amedê Re Ku Ji Hêla Wezîrê Karê Hundir Ve Gef Lê Hat Xwendin; Divê Ev Tacîz Di Cih De Were Bidawîkirin!
Lijneya Rêveberî ya Baroya Parîsê, ji daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylûyî ku careke din Baroya Amedê ku endama lijneya şopandina parêzerên ku di bin xetereyê de ne ye û li Tirkiyeyê di parastina mafên…
Lijneya Rêveberî ya Baroya Parîsê, ji daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylûyî ku careke din Baroya Amedê ku endama lijneya şopandina parêzerên ku di bin xetereyê de ne ye û li Tirkiyeyê di parastina mafên bingehîn de bi cesaret û bi biryardarî têkariyê kiriye xistiye hedefa xwe bi fikar e. Di 7’ê Îlona 2019’yan de Wezîrî ev peyv bikar anîne, ” ji ragihandina dengên xwe ya bi paraleliya rêxistineke terorê xweşa wan (parêzeran) diçe (..) Ez wan raçav dikim û ji nêz ve dişopînim. Baroya Amedê dema rêxistina terorê jê re bibêje biaxive diaxive”.
Ev îfade; ji binesaziyeke hiqûqî bêpar, xwe naspêre tu delîl û şahidiyê. Ji bilî vê şêwaza ku Wezîrî bi kar aniye û daxuyaniyên ku heqaretê dihewînin ji bo jiyana hempîşeyên me, azadiya parêzeran û bi azadî îcrakirina pîşeya xwe fikariyê çê dike. Rewşa parêzeran ku ji xwe di rewşeke zor de ye di demên dawî de bêhtir xera bûye. Baroya Parîsê her wiha Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçiyî ku di encama tevgerên tacîz û qutifandinê de di Mijdara 2015’yan de hat kuştin ji bîr nake.
Lijneya Rêveberî ya Baroyê, bibîr dixîne ku roja 24’ê Rêbendana 2019’yan roja parêzerên di bin xetereyê de ne ya navneteweyî ji parêzerên ku li Tirkiyeyê hatine gefandin re hatiye nezirkirin û di vê mijarê de seferberî hatiye ragihandin. Ev seferberî bê ku bi seferberiyeke rûtîna rojane ya hêsan re sînordar bimîne di esasê xwe de ji bo parêzer xweserî û peywirên xwe bi awayekî domdarî bi azadî îcra bikin piştgirîdahinê jî hedef dike.
Lijneya Rêveberî ya Baroyê destnîşan dike ku “ji vê sepana arasteyî Serokê Baro Cîhan Aydinî û Baroya Amedê ku “bi tevgerên xwe yên di mijara mafên mirovan de, bi sepanên xwe û bi êşên xwe xwe nîşan dahiye” û ji hêla juriya Lûdovîç Trarîeûx ve di sala 2018’yan de wek “Baroya Salê” hatiye bijartin zêde fikariyê dike û destnîşan dike ku di vê mijarê de di nav piştgiriyê de ye. Divê ev tacîz di cih de were bidawîkirin.


