Jı baroyên herêmê daxuyanıya hevpar
Wekî tê zanîn, dê darizandina siyasetmedaran ku di nav wan de Hevserokên Berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û endamên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ên demê di 26'ê Nîsana 2021'an de li 22. Dadgeha…
Wekî tê zanîn, dê darizandina siyasetmedaran ku di nav wan de Hevserokên Berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û endamên
Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ên demê di 26'ê Nîsana 2021'an de li 22. Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê dest pê bike.
Diyar e ku dewleteke hiqûqê, ji bilî parastina hemwelatiyan a bi navbeynkariya hiqûqa cezayê divê wan li hember hiqûqa cezayê jî biparêze.
Piştî bidawîbûna girtina pêşîn a Selahattin Demirtaşî ya di 4'ê Mijdara 2016'yan de di wergiriya lêpirsîna mijara vê dozê de bi îsnadên wekhev 20'ê Îlona sala 2019'yan de ji nû ve girtina wî destnîşan dike ku daraz li ser saziya siyasetê wek amûreke mudaxileyê tê bikaranîn. Çawa ku Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di biryara (2) Tirkiye/Selahattîn Demîrtaş a bi dîroka 22'yê Berfanbara 2020'an de; dahiye çespandin ku biryara pêşîn a girtinê ya bi dîroka 4'ê Mijdara 2016'yan û biryara duyemîn a bi dîroka 20'ê Îlona 2019'yan berdewamiya hev in, dispêrin heman delîl û heman bingehên diyarde, ev delîl ji bo gumana maqûl ne bes in, serlêder bi sedemên siyasî hatiye girtin û bi heman sedeman girtiniya wî tê berdewamkirin, biryara dawî ya girtinê jî ji vê serdemê re xizmetê dike û azadiya îfadeyê ku di benda 10. a Peymanê de hatiye sererastkirin, mafê hilbijartina serbest ku di benda 3. a Protokola Nimre 1 a Pêvek û benda 5/1-c û 5/3 a Peymanê ku mafê ewlehî û azadiyê sererast dike hatiye binpêkirin; tevî vê yekê bi sedema ku girtiniya wî dispêre sedemên siyasî bi benda 5. a Peymanê ve girêdayî benda 18. a Peymanê hatiye binpêkirin û biryar dahiye ku li gor Benda 46. a Peymanê divê tavilê serbest were berdan.
Komîteya Wezîrên Konseya Ewrûpayê ku berpirsiyarê venêrtina sepandina biryarên DMME'yê ye jî piştî biryarê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku Selahattîn Demîrtaş dûçarê binpêkirina mafî mahiye û divê teqez serbest were berdan û ji Tirkiyeyê xwest ku biryara DMME'yê heta Hezîranê bi cih bîne.
Li gorî biryara DMME'yê ji ber ku darizandina Selahattîn Demîrtaşî delîlên xurt nîşan dide ku daraz li ser saziya siyasetê amûreke mudaxileyê ye beriya ku daraz dest pê bike bi qeyranek mezin a rewatiyê re rû bi rû ye. Ji bo çareserkirina vê qeyranê divê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de girtiyên di dosyeyê de serbest bêne berdan û pêvajoyek nû ku bi darazên Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê ku Tirkiyeyê riayetkirina wê teahûd kiriye û li biryarên DMME'yê tê were destpêkirin. Heke na dê heyamek wisa bê jiyandin ku rêgeza deweleta hiqûqê birînek mezin bigre ku nayê selihandin û bê guman ev rewş jî dê xisarê bide pergala civaka demokratîk.
Em Baroyên ku li jêr îmzeya wan heye; Em daxwaz dikin ku di darizandinê de li rêgeza dewleta hiqûqê û biryara DMME'yê were nihêrtin ên ku têne darizandin.
Baroya Amedê
Baroya Agiriyê
Baroya Bedlîsê
Baroya Êlihê
Baroya Colemêrgê
Baroya Çewligê
Baroya Dêrsimê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Qersê
Baroya Rihayê
Baroya Semsûrê
Baroya Sêrtê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê


