Ji Bo Aştiyê Bamga Me Ya Hevpar e...
JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE Hemû şer şerên navxweyî ne, lewre hemû mirov xwişk û bira ne. / Françoîs Fenelon Di tercîha şer-aştiyê de, careke din kesên ku şer dixwazin zorbir hatin. Ên ku zorbir hatin; dê berpirsiyariya…
JI ÇAPEMENÎ û RAYA GIŞTÎ RE
Hemû şer şerên navxweyî ne, lewre hemû mirov xwişk û bira ne. / Françoîs Fenelon
Di tercîha şer-aştiyê de, careke din kesên ku şer dixwazin zorbir hatin. Ên ku zorbir hatin; dê berpirsiyariya şer a hemû mirovî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî jî bigrin ser xwe. Ji mirina sivîlan, jinan, zarokan ku ne aliyê şer in, bi awayekî neveger xesardîtina xwezayê; ya herî pêwîst jî ji holêrakirina îradeya jiyana hevpar a gelan ew dê berpirsiyar bin.
Li şûna bîra dîrokî ku di demên herî zor de liber hev mahina Tirk û Kurdan nîşan dide, di rêya berjewendiyên rojane û heyamî yên polîtîk de tundî û şer hatiye îkamekirin. Ev gerwerziya polîtîk dê qeyranên ku Tirkiye di qada civakî, siyasî, aborî û psîkolojîkî de dijî bêhtir kûrkirinê wêdetir neçe û tu wateya wê tune be
Dibe ku Tirkiye ji vê şerê ku hemû cîhan girtiye pêş xwe wek leşkerî zorbir der bikeve, lê divê neyê jibîrkirin ku “şer; biryar nade kî mafdar e, biryar dide ka kî bêhêz e”. Wendakiriyê vê şerê ku em bawer dikin ku destkeftiyê wî dê tunebin, di serî de gelê Kurd û Tirk dê hemû gelên Rojhilata Navîn bin.
Wekî di gotina “wendahiyê pêşîn ku di şer de tê dayîn rastîn e” em di serî de Serokomar hemû rayedarên dewletê û partiyên muxalefetê vedxwînin rastiyê, ango aştiyê û daxwaz dikin ku di cih de şer were sekinandin.
Baroya Semsûrê
Baroya Çewlîgê
Baroya Dersimê
Baroya Amedê
Baroya Mêrdînê
Baroya Mûşê
Baroya Rihayê
Baroya Şirnexê
Baroya Wanê


