Ji Bo Pêşîlêgirtina COVÎD-19’yê Ku Êrîşê Cihên Ku Mirov Tê De Tên Girtin û ya Girtîgehan Dike Pêdivî Heye Ku Bi Lezgînî Hewldanek Pêk Bê
CENEVRE (25 Adar 2020) – Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Mîchelle Bachelet, wek parçeyek hewldanên giştî yên ji bo girtina bin kontrolê ya COVID-19’yê bang li hikûmetan kir ku bi mebesta parastina ewlehî û…
CENEVRE (25 Adar 2020) – Komîsera Bilind a Mafê Mirovan a NY’ê Mîchelle Bachelet, wek parçeyek hewldanên giştî yên ji bo girtina bin kontrolê ya COVID-19’yê bang li hikûmetan kir ku bi mebesta parastina ewlehî û tenduristiya mirovên li girtîgeh û ên ku li cihên din girtîne bi lezgînî bikevin nav hewldanek.
Bacheletê got, “Covîd-19’yê tevî girtîgeh, girtîxane, navendên ku koçber lê tên girtin li aramxane û nexweşxaneyên psîkîyatriyê jî dide û di nav populasyona zêde bêparastin a di saziyên wisa de rîsk pir zêde dibin”.
Komîsera bilind wiha lê zêde kir, “Li gelek welatan, saziyên ku mirov tê de tên girtin pir zêde qelebalix in û ev li hinek cihan awayek xeternak de ye. Mirov her tim di mercên ku ne hîjyenîk in de tên girtin û li van deran xizmetê tenduristiyê an têr nake an jî qet tune ne. Di van şertan de danîna navbera fizîkî û xwe îzolekirin wek pratîkî ne pêkan e”. Bacheletê got, “Di vê qeyranê de hikûmet bi daxwazên çavkanyên pir zêde re rû bi rû dimînin û neçar in ku biryarên dijwar bidin. Lê ez bi israr ji wan re tewsiye dikim ku kesên ku li pişt caxê hesin in, an jî li tesîsên girtî yên tenduristiya hiş, xweyîtîxane û wargehên sêwiyan de ne ji bîr nekin; lewre, encamên îhmalkirina wan, wek potansiyelî dê rê li ber karesatê ve bike”.
Komîsera Bilind wiha got, “Di plansaziyên qeyranê yên hikûmetan de, ji bo parastina girtiyan, personelan, ziyaretiyan û bêşik ya civaka fireh baldargirtina rewşa mirovên girtî gelek pêwîst e”.
Bacheletê got, “Li welatên ku her ku diçe zêde dibin, li hember şewbe û zêdebûna mirinan ku ji girtîgeh û saziyên tên ragihandin, ji bo pêşîlêgirtina wendabûn zêde ya di nav personel û girtiyan de divê rayedar niha bikevin nav hewldanê”.
Komîsera Bilind destnîşan kir ku li çend welatan hinek gavên erênî hatine avêtin û bi israr tewsiye kir ku hikûmet û meqamên eleqedar, ji bo kêmkirina hejmara mirovên girtî bi lezgînî xebat werin destpêkirin. Divê rayedar, bi taybetî rêyên berdana sûcdarên bi rîska kêm, girtiyên nexweş û extiyaran ku dikarin bi hêsanî bi COVÎD-19’yê bikevin ji ber çavan derbas bikin. Her wiha yên ducaniyan jî tê de divê dabînkirina pêdiviyên tenduristî yên taybet ên jinên hikumxwarî, yên girtiyên astengdar û girtiyên zarok berdewam bikin. Bacheletê wiha destnîşan kir, “divê hikûmet niha, ji her demê pirtir û zêdetir, hikumxwariyên ku bê bingehek zagonî hatine hepiskirin, hikumxwariyên siyasî û girtiyên ku tenê ji bo ku rexne an jî nêrînên xwe yên muxalif îfade kirine hatine girtin jî tê de her kesî serbest ber bide”.
Divê mirovên ku werin berdan ji sehîkirina tenduristiyê werin derbaskirin û ger pêwistî were dîtin li wan were nihêrtin, tevî kontrola tenduristiyê bi awayek bes çavdêriya wan were kirin.
Bacheletê got, “Li gor hiqûqa mafê mirovan a Navneteweyî, dewlet, ji bo pêşîlêgirtina gefên arasteyî tenduristiya gelemperiyê ji dabînkirina tedbîrên pêwîst berpirsiyar in û peywirdar in ku her kesên ku pêdiviya wan bi lênêrîna tibî ya jiyanî heye bikaribe vê lênêrînê bigre”.
“Neteweyên Yekbûyî ji bo tedawiya kesên li girtîgehan a li gor Rêzikên Kêmtirîn ên Standard (di heman demê de wek Rêzikên Nelson Mandela jî tên zanîn), peywireke taybet a dewletan a bi awayê parastina tendursitiya fizîkî, zihnî û xweşiya kesên li girtîgehan heye.
Tedbîrên ku di dema qeyraneke tenduristiyê de tên girtin, divê tevî mafên wan ên têr av û xurekê, rê li ber piştguhkirina mafên bingehîn ên mirovên girtî nedin vekirin. Ji bo kesên di bin çavan de tevî mafê gihîştina parêzer û bijîşkan divê li hember kiryara xerab li tedbîrên parastinê werin riayetkirin.
Bacheletê got, “kêmkirina ziyaretiyên li saziyên girtî, ji bo alîkariya pêşîlêgirtina belavbûna şewba COVÎD-19’yê dibe ku pawîst be, lê tedbîrên bi vê awayê divê bi awayekî şefaf werin destpêkirin û ji kesên ku ji vê bibandor bibin re bi awayekî vekirî were ragihandin. Ji nişka ve birandina pêwendiya bi cîhana derve re, wek potansiyel, dijwar û hêrsokî xetereya girankirina rewşên xeterebûyî dihebîne”. Komîsera Bilind, balê kişand ser mînakên pêşîlgirtina alternatîf ên wek sazkirina mekanîzmayên vîdeo konferansên firehkirî, qebûlkirina hevdîtinên telefonan ku bi şexsên malbatê re hatine zêdekirin û destûrdahina e-postayê ku li hinek welatan hatine girtin.
Bacheletê ev hişyarî dan,“ Ji ber tedbîra hikûmetan a bi zorê dahina qebûlkirina navbera fizîkî Covîd-19 ji bo hemû civakê tengasiyek mezin pêk tîne. Berdewamkirina tedbîrên wisa jiyanî ne, lê ez ji gefên hinek welatan a dahina cezaya girtinê ya ji bo kesên ku îteatê nakin fikaran dikim. Dibe ku ev, tundîkirina tirsnak a li girtîgehan çê bike û di hêla sekinandina belavbûna nexweşiyê de bandora wê gelek hindik e”.
“Dahina cezaya girtinê, bi taybetî di vê dema qeyranê de, divê tedbîra herî dawî be.”
Dê Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê û Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, di vê hefteyê de raporek demkî bide weşandin: “COVÎD-19: Lêkombûna Li Mirovên Ji Azadiya Xwe Bêpar”. Dê ev rapor, ji bo damezranên din ên NY, hikûmetan, rayedarên eleqedar, saziyên mafên mirovan ên neteweyî û saziyên civaka sivîl çalakî û peyamên çareseriyê bihewîne.


