Jı çapemenî û raya gıştî re
Lijneyên rêveberî yên baroyan ku li jêr navên wan nivisandiye di çarçoveya xala 115. a zagona bi hejmara 1136’an de, ji ber tevgerîna dijber peywirên di bendên 1. û 17. ên xala 110. a heman zagonê, biryara ku arasteyî…
Lijneyên rêveberî yên baroyan ku li jêr navên wan nivisandiye di çarçoveya xala 115. a zagona bi hejmara 1136’an de, ji ber tevgerîna dijber peywirên di bendên 1. û 17. ên xala 110. a heman zagonê, biryara ku arasteyî çûndina lijneya giştî ya derasayî ya Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê dahine, ji hêla raya giştî ve tê zanîn.
Raveka çûndina vê rêya biryargirtinê jî, bi sîfeta xwe ya meqama parastinê, ji her kesê ku li vî welatî dijîn re deynê me ye. Lewre ev biryara ku hatiye girtin, ne tenê biryareke ku me parêzeran û rêxistinên pîşeyê ku parêzer lê girêdayî ne eleqedar dike ye. Ev biryar; nav, îdeolojî, rêzik an jî îedala wê çi dibe bila bibe, li hember her cure bilêvkirin, çalakî an jî bêçalakîtiya ku zerarê bide xweseriya darazê, helwesteke hember e ji bo parastina xweseriya parêziyê tê nîşandan.
Ev biryar; ji nûçeyên tundî yên li parêzer ku mêldariya normalbûnê temam kiriye û ketiye rewşa pergala nû, heta bêîtîbarkirina parêziyê di her bûyer û diyardeya kerixî de ku em sernav sernav hember der dikevin, ji bêndegiya Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê ku meyla hişkbûniyê nîşan dide ragihandina nemana sebra me ye.
Ev biryara ku me dahiye, ji bo baweriya ku di vekirina sala me ya edlî ya nû de di mekanekî aîdê meqama Birêvebirinê de, felsefeya xweseriya darazê ku mirovahiyê di rêya wê de bi sedan salan e şehîdên hiqûqê dahine, Birêz Metîn Feyzîoglûyî ku tenê bi bûyîna xwe ya li wê mekanê û çepiklêdana xwe tune kiriye ji nû ve dabîn bikin fersendek e. Birêz Serokê Yekîtiyê, li hember bilêvikirina nîqaşên “guherandina pergala hilbijartina Baroyan” û ji serî ve revîzekirina baroyan a di rêbertiya Birêz Feyzîoglûyî bi xwe de di nav bêdengiyeke bizanebûn de ye. Hal bi hal ev çavtirsiya siyasî; çawa ku ji çawaniya xwe ya zordestiyê tu tiştek wenda nekiriye, mixabin ji ser Serokê me yê Yekîtiyê bi ser ketiye û rajêrê/a xwe afirandiye. Ji ber vê yekê biryara ku hatiye girtin; bi baweriya me ya ku ji temsîliya meqama parêziyê bidûr ketiye û di civîna serokan de ku di 22’yê Îlonê de pêk hat çawa ku tu xwerexnedariyek neda, ji bo “serokê yekîtî yê meqbûl” ê nû Birêz Metîn Feyzîoglûyî ku me careke din dît ku dê di sekna xwe de israrker be, neheqiya vê fikra me ispat bike ev vexwendinek e.
Ev vexwendin, ne vexwendineke ku yekîtiya baroyan û nasnameya saziyî ya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dihejîne ye, dijberê wê vexwendina baroyan; ji bo dewleta hiquqê, daraza xweser, bi giramiya pîşeya parêzeriyê û xweseriya xwe ve, bêhtir bihêzdar li ber têkoşîna parêziyê disekine; li hember feraseta ku bi bilêvkirinên xwe baroyan didêrîne, baroyan hedef nîşan dide, vexwendinek e ji bo ev feraset, helwest, çalakî û vegotin ji nîqaşê re berpêbûna vebûna lijneya giştî ye.
Ev vexwendin; vexwendina ku bi hêza rêxistinbûyî ya 80 baro û 125 hezar parêzerên ku ji ber tengasiyên madî xwe kuştine, ji hêla parêzkeran an jî polêsên karmend ve bi hovane hatine derpkirin, li cihê hêczê hatine kuştin, di pergala mêtingerî û kaosa aboriyê de xebat li wan tê ferzkirin, dema di navbera dadgehên ku hatine dabeşkirin de diçin û tên, bi lêgerîna ser xwe dikarin bikevin wan dadgehan û ji serî ve hatine tawandarkirin, di pergaleke hiqûqê de ku her roj dibe siyasî hewl dide li piyan bimîne û van pirsgirêkan tev, belê bê ku pevçûnê bike lê ne ku bîatê bike, vexwendineke demokratîk a parêzerên ku bawer dikin bi sekna xwe ya rast çareser bikin e ku arasteyî serokên yekîtiyê yên bi hilbijartinê hatine dikin. Niha, li ber Lijneya Rêveberî ya YBT ji bo aktîfkirina demokrasiyê û vegotin û çalakiyên serokê yekîtiyê ji erêkirina lijneya giştî re ku saziya me ya biryardayîna herî jor e wek pêşkêşkirinê berpirsiyarî û fersendek dîrokî heye.
Ji Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê Birêz Metîn Feyzîoglûyî re, ji Lijneya Rêveberî ya Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê re û ji raya giştî re bi rêzdarî tê ragihandin.
Seroktiya Baroya Edeneyê
Seroktiya Baroya Enqereyê
Seroktiya Baroya Antalyayê
Seroktiya Baroya Aydinê
Seroktiya Baroya Bûrsayê
Seroktiya Baroya Amedê
Seroktiya Baroya Stanbolê
Seroktiya Baroya Îzmîrê
Seroktiya Baroya Mersînê
Seroktiya Baroya Rihayê
Seroktiya Baroya Dêrsimê
Seroktiya Baroya Wanê


