Komkujiya Helepçeyê, Wesîqeya Şermê ya Civaka Navneteweyî ye, Divê Were Naskirin!
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE 16 Adar 2021 Komkujiya Helepçeyê, Wesîqeya Şermê ya Civaka Navneteweyî ye, Divê Were Naskirin! Dayê bêhna sêvan tê… Rejîma Baas'ê ya nîjadperest û qetlîamker, di dîroka 16'yê Adara1988'an de…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
16 Adar 2021
Komkujiya Helepçeyê, Wesîqeya Şermê ya Civaka Navneteweyî ye, Divê Were Naskirin!
Dayê bêhna sêvan tê…
Rejîma Baas'ê ya nîjadperest û qetlîamker, di dîroka 16'yê Adara1988'an de li bajarê Helepçe yê Herêma Kurdistana Federal a Iraqê li hember Kurdan yek ji sûcdariya nîjadkujî ya herî mezin ku dîrokê karbûye bibîne pêk anî. Di vê nîjadkujiya ku çekên kîmyewî hatin bikaranîn de zêdeyî pênc hezaran sivîl hatin kuştin. Zêdeyî deh hezaran sivîl hatin birîndarkirin. Di encama komplîkasyonên ku piştî êrîşê pêk hatin jî cureyên nexweşiyan der ketin holê. Wekî tê zanîn zarokên ku li Cihnişînên Helepçe û derdora wê ji dayîk bûne ji ber bandora çekên kîmyewî çavên xwe bi pirsgirêkên tenduristî yên giran ji jiyanê re ve dikin, di ser de jî di temenên xwe yên pêş de neçar dimînin ku wek ferdek astengdar jiyana xwe bidomînin. Digel ku ji ser vê sûcê nîjadkujiyê ku di şahidiya tevahiya cîhanê de hat jiyandin 33 sal derbas bûye êşên ku hatin jiyandin tezebûna xwe diparêze.
Pêvajoya ku di bin navê Tevgera Enfalê hatibû destpêkirin; pêvajoya ku bi sepanên wek talan, şewitandina û valakirina gundan, îşkence, revandina mirovan û bidarvekirinan hat domandin bi Komkujiya Helepçeyê gihîşt nuqteyeke trajîk. Di pêvajoya vê tevgerê de a Helepçeyê jî digre nav xwe û hema bibêje hewl hatiye dahin ku gelekî bi tevahî ji holê were rakirin, ji 150.000’î zêdetir Kurd hatibûn qetilkirin.
Çalakiyên ku bi çekên kîmyewî li Helepçeyê arasteyî gelê Kurd hatin bikaranîn hemû hêmanên sûcê nîjadkujiyê pêk tînin. Li gor Benda 2. a Peymana Derbarê Cezakirin û Berlêgirtina Sûcê Nîjadkujiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi dîroka 1948'an; çalakiyên wek"...bi mebesta ji holê rakirina bi qismî an jî tevahî ya komeke olî, nîjadî, etnîkî an jî neteweyî kuştina mensûbên komê, bi awayekî cidî zerardahina bedenî an jî zîhnî ya li mensûbên komê, bi hesabkirina ku bi tevahî an jî bi qismî, heyîna komê ya fizîkî ji holê were rakirin bi qestî guherandina mercên jiyanê..." sûcên nîjadkujiyê pêk tînin.
Her wiha bikaranîna çekên kîmyewî jî hêna di sala 1925'an de, bi Peymana Cenevreyê hatiye qedexekirin, pişt re bi rêzek peymanên din bikaranîna çekên kîmyewî wek sûcê şer hatiye sererastkirin. Ji hêla din ve Benda 3. a hevpar ya çar Peymanên Cenevreyê ku çarçoveya hiqûqa mirovî pêk tîne jî; wek çawaniya wê çi dibe bila bibe di her cure şer û lêkdanan de şarwer(sivîl) û jîngehên şarwer nabin hedefên leşkerî hatiye sererastkirin. Civaka Kurd dûçarê hemû sûcên wek sûcê şer, sûcê nîjadkujiyê û sûcên hember mirovahiyê ku hiqûqa navneteweyî wek sûcên herî giran sererast kirine hatiye hiştin. Hikmên peymana ku tê behskirin di heman demê de derpêş kiriye ku kiryarên sûcê nîjadkujiyê divê di dadgeha ceza ya navneteweyî de werin darizandin. Dewlet û civakên navneteweyî, çawa ku berpirsiyariyên xwe yên ku ji hiqûq û belgeyên wan ên bingehîn tên bi cih neanîne bi dabînkirina çekên kîmyewî û balefiran a ji Rejîma Saddamî re tevkarî kirine ku bi gazên kîmyewî mirin li ser Kurdan bibare. Û çi heyf ku, Berpirsyarê Komkujiya Helepçeyê Dîktatorê Iraqê Saddam Huseyînê Xistî û Hesen Elî El Mecîd El Tikrîtiyê bi leqeb "Eliyê Kîmyewî" ji Jenosîda Helepçeyê nehatine darizandin û cezakirin.
Parlementoyên hinek welatên wek Swêd, Norwec û Îngilistan îro dereng be jî biryar girtine ku Komkujiya Helepçeyê wek "Jenosîd" qebûl bikin. Baroya Amedê ji bo qebûlkirina Jenosîda Helepçeyê, bang li parlamentoyên din ên cîhanê û bi taybetî jî li partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê dike.
Digel tabloya tije êş ku hatiye jiyandin çi heyf ku, civaka navneteweyî, li hember sûcê nîjadkujiyê ku li Helepçeyê li hember gelê Kurd hatiye pêkanîn bêdeng mahiye. Helepçe bi vê hêla xwe, ji bo civaka navneteweyî wek wesîqeyeke şermê heyîna xwe dide domandin. Ji bo mirovahî bi awayekî tevahî Helepçeyên nû nejî; divê helwest û dengeke bi hêz were deranîn û kiryarên nîjadkujiya ku hatiye jiyandin werin darizandin.
Di salvegera 33. a komkujiya Helepçeyê de ku mafê jiyana bi hezaran mirovan hatiye binpêkirin; em kesên ku van êşan bi gelê Kurd dahine jiyandin şermezar dikin û bang li hemû dewletên cîhanê dikin ku vê nîjadkujiyê qebûl bikin.
Em Ji Raya Giştî Re Bi Rêzdarî Radighînin
BAROYA AMEDÊ


