Li Ser Danezana Sûc Ku Baroya Me Di Derbarê Êrîşa Arasteyî Zimanê Kurdî Ku Li Navçeya Gogsiya Erziromê Hatibû Jiyandin De Dahibû Di Derbarê Şikdaran De Li Dadgeha Ceza ya Eslî ya Gogsiyê Doz Hat Vekirin.
Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Gogsiyê(Qereyaziyê) de ku li ser danezana sûc a ku ji hêla Baroya me ve têkildarî parvekirinên li medyaya civakî yên bi naveroka nîjadperest, nefret û heqaretê yên arasteyî…
Di encama lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Gogsiyê(Qereyaziyê) de ku li ser danezana sûc a ku ji hêla Baroya me ve têkildarî parvekirinên li medyaya civakî yên bi naveroka nîjadperest, nefret û heqaretê yên arasteyî zimanê Kurdî yên li hember tabelaya di ketina navçeya Gogsiya(Qereyazî) Erziromê de ku bi Kurdî û Tirkî "Hûn Bi Xer Hatin-Hoş Geldiniz" hatiye nivîsandin hatibû kirin di wergiriya benda 216/2 ya QCT(TCK)’ê de di hêla sûcê “Bi Xwespartina Cihêrengiya Herêmê, Zayendî, Mezheb, Ol û Çîna Civakî Bi Aşkerahî Biçûkxistina Beşek Ji Gelî” de îdianame hat amadekirin û daxwaza cezakirina mamosteyên gumanbar hatiye daxwazkirin.
Yekemîn danişîna dozê ya ku dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Gogsiyê bê dîtin dê di dîroka 08.11.2022'yan de bê dîtin.
Em dê şopdariya xwe ya dosyeyê bidomînin.


