Panzehîra darbeyan; bêtır demokrasî, azadî û rûbırûbûnî ye...
Îro Salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlona 1980 ye… Bi darbeya leşkerî re desthilatiya sivîl a ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin ji holê hat rakirin û yek ji sûcên herî giran ên li dijî civak û demokrasiyê pêk…
Îro Salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlona 1980 ye…
Bi darbeya leşkerî re desthilatiya sivîl a ku ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin ji holê hat rakirin û yek ji sûcên herî giran ên li dijî civak û demokrasiyê pêk hat. Her çend piştî 34 salan darizandin û mehkûmiyeta du generalên malnişîn ku darbeya leşkerî pêk anîne cihê dilxweşiyê be jî li gor me ne kafî ye.
Li Girtîgeha Amedê, di dema darbeya leşkerî de sûcên rûreş ên li dijî mirovahiyê hatin kirin. Em baş dizanin ku ev sûc ne tenê bi vîna çend efseran pêk hatine ev polîtîkayek dewletê bi xwe ye. Sûcên ku li Girtîgeha Amedê hatine kirin bê guman, di wergiriya pênaseyên sûcên li dijî mirovahiyê ku di Peymanên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî û Rêznameya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî cih digrin de ne. Digel ku 41 sal derbas bûye jî, wekî Dewlet bi tevahî bi vê mîrata şermdêr re hevrûbûnî û hesabpirsînî çê nebuye. Mixabin, di derbarê sûcên ku ji hêla darbekaran ve bi sedemên siyasî, felsefî, Nîjadî an jî olî li dijî beşek civakê di serî de îşkence bi awayek birêkûpêk wendakirina li bin çavan, kuştina bi zanebûnî, birîndarkirina bi zanebûnî, desteserkirina azadiya kesane û sûcên li dijî mirovahiyê de pêvajoyeke hiqûqî ya çalak nehatiye xebitandin.
Di doza darbeya 12'yê Îlonê de ji hêla Dadgeha Cezaya Giran a Enqerê ve biryar hat dayîn ku sûcê darbeyê; sûcek li dijî mirovahiyê ye û li gorî peymanên mafên mirovan ên navneteweyî û biryarên dadgehên navneteweyî jî nabe ku ev sûc dûçarê demborîtiyê bibe. Lê bi talîmat û beşdariya heman Rêveberiya Darbeya Leşkerî, biryar hat girtin ku bi hinceta ku sûcên şermdêr ên li dijî mirovahiyê yên ku li Girtîgeha Amedê hatine kirin dûçarê demborîtiyê bûne pêwîstî bi teqîbatê tune û biryara (neşopandinê) hatibû girtin. Em dixwazin careke din diyar bikin ku ev biryar ji aliyê exlaqî û hiqûqî ve nayên qebûlkirin. Di dema darbeya leşkerî ya 12'yê Îlonê de sûcên li dijî mirovahiyê nehatine darizandin û kesên ku hatine mehkûm kirin jî ji ber demborîtiyê nehatine cezakirin, ew yek ji nîşanên herî girîng ên domandina siyaseta bêcezakirinê li Tirkiyeyê ye. Em dixwazin carek din destnîşan bikin ku zagona demborîtiyê, vesazkirinek berevajî mukelefiya dewletan a ku sûcên li dijî mirovahiyê lêkolîn bike û sûcdaran ceza bike. Halbihal, di hiqûqa navneteweyî de biye wek teamûlê.
Di serî de tiştên ku li Zindana Amedê hatine jiyandin mexdûrên îşkenceyê û malbatên kesên ku dûçarê binpêkirina mafê jiyanê bûne û li hember sûcên li dijî mirovahiyê ku (wendakirina di bin çavan de û îdam) ji hêla darbekaran ve hatine kirin bi salan têkoşîna xwe ya hiqûqî didomînin. Çawa ku dê ev binpêkirinên giran ên mafên mirovan di wijdana civakê de neyên ji bîr kirin, bi hiqûqî jî dûçarê demborîtiyê nabe, wekî parêzerên parêzvanên mafên mirovan û Baro, em dê şopdariya lêpirsîna van sûcan, derketina holê ya heqîqetan û hesabpirsîna berpirsyaran bidomînin.
Piştî Darbeya Leşkerî ya 12'yê Îlonê, mixabin di sala 2016'yan de li welêt dîsa hewldana derbeyek pêk hat. Piştî hewldana darbeyê, bendewariyên demokrasiyê yên civakê bi mafdarî zêde bûn, lê ev bendewarî dîsa nehat pergandin. Wekî me gelek caran jî diyar kiriye, daxwaza civakê û panzehîra darbeyan zêdetir demokrasî û zêdetir azadî ye. Divê neyê jibîrkirin ku israra di neçareseriya pirsgirêkên civakî de û dûrketina ji destkeftiyên demokratîk rê li ber zîhniyeta darbeyê vedike.
Em wek Baroya Amedê; Li Tirkiyeyê, di warê dadweriya ceza û dadmendiya selihandinê de hevrûbûna bi paşerojê re girîng dibînin, divê demborîtî di hêla binpêkirinên mafên mirovan ên giran an jî sûcên hember mirovahiyê de were rakirin, em ji bo bigihîjin aşitiyek civakî ya mayînde û dadmend hevrûbûna bi sûcên ku di paşerojê de hatine kirin re girîng dibînin û careke din, em ji rayedaran hêvî dikin ku mexdûriyên ku ji ber darbeya 12'yê Îlonê rû dahine ji holê rakin, di der barê sûcên giran ên li dijî mirovahiyê de pêvajoyên hiqûqî bidin destpêkirin, avahiyên saziya antî-demokratîk ên ku bi darbeyê re çê bûne tasfiye bikin û gaveke zûtir Girtîgeha Amedê di zûtirîn dem de bibe navendek bîranînê wekî muzeya mafên mirovan.


