Parastina Mafekî, Bi Gefa Darazê Nayê Astengkirin!
Her sal bi munasebeta 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran em bi berpirsyariya rêxistineke hiqûqî tevî pirsgirêkên parêzeran arasteyî pirsgirêkên di rojeva daraz û civakê de nêrîn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re…
Her sal bi munasebeta 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran em bi berpirsyariya rêxistineke hiqûqî tevî pirsgirêkên parêzeran arasteyî pirsgirêkên di rojeva daraz û civakê de nêrîn û pêşniyarên xwe yên çareseriyê bi raya giştî re parve dikin.
Em îsal jî di hawîrdoreke ku bi gefên zext û lêpirsînê yên arasteyî parêzerên ku temînata azadiya lêgerîna maf û edaletê û mafê parastinê ne û pirsgirêkên hiqûqnas û darazê berdewam dikin de ku pîşeya parêzeriyê bi hemû giraniya pirsgirêkên darazê re li cihê xwe dimînin; di warekî ku qeyranên civakî, siyasî û aborî tên jiyandin de dikevin Roja Parêzeran.
Mixabin em îsal jî Roja Parêzeran, dilşikestî û bi hêrsa ku suîqesta Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎ nehatiye ronîkirin û sûcdar nehatine cezakirin pêşwazî dikin. Her çiqas bi îdianameyek a ji hêla hiqûqî ve bi pirsgirêk û kêm doza gelemperiyê hatibe vekirin û darizandin dest pê kiribe jî, em dibînin ku bêdiliya di asta lêpirsîna arasteyî tespîtkirina kiryaran de di asta teqîbatê de jî didome. Heyeta Dadgehê ji danişîna yekemîn a dozê pê ve bi pêkanîn û biryarên xwe xwest vê suîqesta siyasî weke kuştineke ji rêzê bibîne û bide nîşandan.
Bi taybetî jî bêhiqûqiyên ku di asta lêpirsînê de ji hêla dadgeriyê bi xwe ve hatine jiyîn û aşkere bûne ji hêla dadgehê ve hatine paşguhkirin û bi israr ji danîna biryarên navber ku dikare bi hemû hêlên wê ve suîqestê ronî bike hatiye revîn. Digel van hemû neyînîyan jî Baroya Amedê bi her endamek xwe ve, ji bo ronîkirina hemû hêlên vê suîqestê û cezakirina kiryaran bi biryardariyeke mezin dê têkoşîna xwe bidomîne. Bi vê wesîleyê em careke din Serokê xwe yê ebedî Tahîr Elçîyî ku me di encama suîqestê de wenda kir û hempîşeyên xwe yên ku di demeke bêwext de jiyana xwe ji dest dahine bi rêzdarî û hesret bibîr tînin.
Weke saziyeke pîşeyî me dixwest îro ji ber 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran tenê digel parêzerên ku meqama parêzeriyê temsîl dikin, pirsgirêkên ku pergala darazê dijî û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya van pirsgirêkan jî bi we re parve bikin. Lê geşedanên ku van salên dawî li welatê me hatine jiyîn ne tenê di warê hiqûqê de di tevahiya jiyana civakî de qadên pirsgirêkê yên nû û cidî afirandine.
Pêkneanîna bêhêlî û xweseriya darazê, bi îcranekirina biryarên ku ji hêla dezgehên dadwerî yên neteweyî û navneteweyî ve hatine dayîn xesarên cidî dahine rêgezên ewlehiya hiqûq û dewleta hiqûqê. Di vê atmosfera ku deng û çalakiyên mûxalefeta civakî ya bi bingeha mafî û rêxistinên pîşeyî daxistiye asta herî jêr; azadiya derbirînê, azadiya rêxistinbûnê, mafê civîn û meşa xwepêşandanê û mafê ewlekariya kesane tune tê hesibandin; û dêrandin û berberîbûna civakî kûrtir bûye de em hay lê hene ku meşandina xebatên parêzeriyê jî çiqas dijwar bûye.
Çawa ku em weke Baroya Amedê di her firsendê de tînin ziman; tevî sekna li hember her cure mudaxile an jî teşebusa mudaxileya arasteyî siyaseta sivîl û demokrasiyê ji bo careke din teşebusên heman rengî neyên jiyandin em balê dikşînin ser pêwîstiya bihêzkirina pergala demokratîk. Lê digel van pêşveçûnên ku hatine jiyandin hêzdarkirina pergala demokratîk li hêlekî di sepanên wekî tayînkirina qeyûman, girtina wekîlan, girtina dozên li dijî partiyên siyasî yên ku di pergala demokratîk de nayên qebûlkirin de tê îsrarkirin. Em careke din dixwazin diyar bikin ku ev pêkanîn û pêkanînên bi vî rengî ku demên berê hatine ceribandin, ji çareserkirina pirsgirêkan zêdetir ji kûrkirina berberîbûna civakî û xesardahina demokrasiyê pê ve tu bandoreke wan tune ye.
Bi pêvajoya pevçûnê re ku di sala 2015’yan de ji nû ve dest pê kir, Pirsgirêka Kurd dîsa ket merheleya tundiyê û dîsa bi polîtîkayên ewlehiyê nêzîkatî li pirsgirêkê hat kirin. Em weke Baroya Amedê dixwazin diyar bikin ku; Girtina kanalên siyasetê û tenê bi polîtîkayên tewereya ewlekariyê dê tu têkariyek li çareseriya Pirsgirêka Kurd ku ev 40 sal in bi pevçûnan derbas bûye û bûye sedema mirina bi deh hezaran gelê me neke. Li ser vê bingehê weke peymaneke civakî ya demokratîk ku îradeya hemû beşên civakê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan dihewîne; baş xuyaye ku pêwîstî bi makezagoneke nû, demokratîk, piralî û her kesî bi cihêrengiyên xwe ve qebûl dike heye.
Parêzer; di dîrokê de bi pêşketina hiqûqê re rastênhev her tim parêzvanên aştî, azadî, wekhevî û edaletê bûne. Ji ber vê yekê jî parêzer temînata herî bingehîn a azadiya lêgerîna maf, mafê parastinê, dewleta hiqûqê û demokrasiyê ne.
Di atmosfereke ku takekes nikaribe ji bo xwe li pêşberî organên darazê biparêze û mafên xwe di bin temînatê de bigre bi hêsanî xwe bigihîne parêzerekî, parêzer ji her cure çewsîn û fikaran xweser nikaribin bi awayek azad pîşeya xwe bi cih bînin ji mafê darizandina adil nayê behskirin.
Weke ku em her tim tînin ziman, pirsgirêkên me yên pîşeyî yên ku li pêş azadiya lêgerîna mafan astengiyê pêk tînin jî bi hemû giraniya xwe berdewam dikin. Divê ji bo pêşî li helwest û tevgerên neyînî yên meqamên edlî û îdarî yên li hemberî parêzeran bê girtin, ji bo pêşîlêgirtina êrîşên fîzîkî ku li hemberî parêzeran zêde bûne û bi taybetî çareserkirina pirsgirêkên aborî yên parêzerên ku nû dest bi pîşeya xwe kirine divê rêyên lezgîn bên bipêşxistin.
Hempîşeyên min ê hêja,
Bi temeniya ku mafê parastinê weke mafekî ku nayê guherandin were dîtin û sepandin; rêzdarî û rûmeta pîşeya me were parastin; bi hêviya sibeyên ku em bi hev re pêşerojeke adil, demokratîk û azad bijîn em 5'ê Nîsanê Roja we ya Parêzeran pîroz dikin.
BAROYA AMEDÊ


