Parastinê heta niha xwe ker nekiriye û dê neke jî
Mensûbên Hêja yên Çapemeniyê, Tevî îtîraza me ya 80 baroyan, pêşnûmaya yasayî dê pêşbînî tê kirin ku guherîn pê bê kirin di yasayê parêzerîyê da pêşkêşî meclîsê were kirin. Li dijî vê pêşnûmayê serokên baroyan di 19ê…
Mensûbên Hêja yên Çapemeniyê,
Tevî îtîraza me ya 80 baroyan, pêşnûmaya yasayî dê pêşbînî tê kirin ku guherîn pê bê kirin di yasayê parêzerîyê da pêşkêşî meclîsê were kirin.
Li dijî vê pêşnûmayê serokên baroyan di 19ê Xezîranê da dest bi Meşa Parastinê kir, serokên baroyan di têketina Enqereyê da bi neheqî 27 saetan dor li wan hat pêçan, bi têkoşîn û li ber xwe dana barikat hatin rakirin.
Me hewl da ku xera kirin, ji dest çûna mafê hevpîşeyan, baro û welatiyan ku guherîna yasayê dê bibe sebeb rave bikin. Em ê cardin li vir rave bikin.
Baro saziyên ewilîn ku gava nehat hiştin parêzer karê xwe bikin li midûriyetên polîsan, girtîgeh, cihên kifş û heczê, neheqî hat kirin li wan li dadgeh heta salonên dadgehan serî lê bidin. A bi guherînê armanc ew e baroyan bikin beş bi beş û wan bêyî rêxistin bihêlin.
Baro bi qasî telefonekê nêzê jinên tundî li wan tên kirin, tên kuştin nêzî wan û mirovên wan in. Bi vê guherînê dixwazin vê têkiliyê qut bikin.
Baro stara zarokên îstismarkirî ne. Armanc dikin vê sî û starê xera bikin.
Dixwazin asteng bikin têkoşîna me ya li dijî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, dixwazin ku em xwe ker bikin û pişta mexdûran negirin.
Dixwazin em li dijî tiştên anîne serê Heskîfê û xera kirina mîrateya xwezayî û kulturî çavên xwe ji wan ra bigirin.
Dixwazin em dengê xwe nekin li dijî heps kirina şaredariyên hilbijartî û erkdar kirina qeyûman li şûna wan. Ên îradeya gelî nas nakin, ji bêtesîr kirina baroyan ra dibêjin ‘edalet di temsîl kirinê da’.
Armanca wan ew e ku hêmanê avaker ê ji piyan mayî baroyên daraz ne bi serê xwe bê tesîr bikin ku civak ji tu tiştî ra nebêje na, serê xwe bitewîne. Bi vî awayî armanc dikin ku welatî ji mafê xwe yê darizandina bi edaletî bêpar werin hiştin.
Divê neyê ji bîr kirin ku parêzer û baroyên bêtesîr kirî, tê maneya ku dê civak tev ji mafê xwe takî û komî roj bi roj bêhtir tawîzê bide li dijî yê hêz di dest da bêhêz bimîne.
Ev têkoşîna rûmetê ya parêzeran tevan e. Ev yasa bi meriyet bibe jî em ê gavekî jî bi paj da neavêjin. Em ê cardin pişta hevpîşeyên xwe bigirin. Em ê têkoşîna welatiyan a takî û kolektîv bikin.
Em parêzer wijdanê civakê ne. Ên ku pê nizanin, ya jî li îş û kare wan nayê ji lewma tiştan çeloxwarî dikin; em tînîn bîra wan. Em li ber derbeya 12ê Îlonê jî û li ber hewldana derbeyê ya 15ê tîrmehê jî rabûn û me hurmet kir ji îradeya gelî ra.
Em di dema ku jinên me yên ciwan ên ji ber sergirtî bûn dihatin qewirandin ji zanîngehan, ew erkdar nedikirin di karê dewletê da jî bi heman qewl û qirardarîyê rabûn li ber zihniyeta qedexeker. Em di her şert û mercî da xwedî derketin li azadîya fikrî û baweriyê. Ên ku nizanin û rastiyan çeloxwarî dikin bila li tarîxa Baroya Diyarbekirê binihêrin. Çimkî me ne li gorî demê lê her dem bi berpirsiyariya ku maf û azadî ya bingehîn di her şert û mercî parastina wan bê kirin nêzîkahî lê kiriye. Em wek berpirsiyariyeka exlaqî û huqûqî dibînin.
Em ê bi bîr û biryar dewam bikin li têkoşîna xwe ya heq, huqûq û edaletê. Em ê tu car baroyên alîgir û ji armanca xwe ya esas dûrbûyî qebûl nekin.
Parastinê xwe ker nekiriye û dê nêke.
Baroya Diyarbekirê


