Parêzer Sevda Çelik Özbingöl Divê Derhal Were Berdan!
Alîkara Serokê Baroya Diyarbekirê Prz. Gazal Koluman û Endama Navenda Mafê Jinan Öykü Çakmak, beşdarê danişîna dadgehê ya endama Baroya Rihayê Prz. Sevda Çelik Özbingölê bûn. Özbingöl ji ber kirinên xwe yên parêzerîyê 6…
Alîkara Serokê Baroya Diyarbekirê Prz. Gazal Koluman û Endama Navenda Mafê Jinan Öykü Çakmak, beşdarê danişîna dadgehê ya endama Baroya Rihayê Prz. Sevda Çelik Özbingölê bûn. Özbingöl ji ber kirinên xwe yên parêzerîyê 6 meh in ku girtî ye. Tevî ku şahidê dosyeyê di danişînê da got ku ya min di wêneyî da keşf kririye ne Özbingöl e jî biryara berdewamîya girtina hevpîşeya me hat dayîn û danişîn taloqê 25ê bû. Bi darizandina me bi kirinên me yên karê me em parêzer xwe ker nakin. Prz. Sevda Çelik Özbingöl divê derhal were berdan.


