Pêncemîn Danişîna Doza ku Kujerên Serokê Baroya Me Tahîr ELÇÎyî ku Hatibû Qetilkirin Tên Darizandin Pêk Hat.
5'emîn danişîna doza ku kujerên Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî ku hatibû qetilkirin tên darizandin îro li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Endamên Lijneya Rêveberiyê ya YBT'ê(TBB), Serokên gelek baroyan û…
5'emîn danişîna doza ku kujerên Serokê Baroya me Tahîr ELÇÎyî ku hatibû qetilkirin tên darizandin îro li 10'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Endamên Lijneya Rêveberiyê ya YBT'ê(TBB), Serokên gelek baroyan û endamên Lijneya Rêveberiyê beşdarî danişîna ku bi beşdariya Baroya Cenevreyê, Baroya Parîsê, nûnerên Çavdêrxane ya Parêzerên Di Bin Xetereyê ya Navneteweyî de û rayedarên Balyozxaneya Kanada, Fransa, YE û Hollandayê ya weke çavdêr pêk hat bûn. Piştî danişîna dozê Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN li ber Edliyeyê di civîna çapemeniyê de axivî û da zanîn ku ji bo dosyeya Berdevkê Demê yê Baroyên Herêmê Serokê Baroya Agiriyê Prz. Mehmet Salih AYDIN û Prz. Orhan Kemal CENGÎZî bêceza nemîne dê têkoşîna hiqûqî heta dawiyê bidome.


