Ragıhandına daxuyanîyê dı der heqê îdıayên ku êşkence hatîye kırın lı m.e.c, m.y û ş.y’y’î
JI BO ÇAPEMENÎYÊ Û GEL Di 30ê Gulana 2020î da li Taxa 5 Nisanê ya navçeya Rezan a Diyarbekirê polîsê bi navê Atakan Arslan bi sîlehê hat kuştin. Kesê mirov jê bi şik di 31ê Gulana 2020î xwe teslîmê polîs kir. Pê ra wêne…
JI BO ÇAPEMENÎYÊ Û GEL
Di 30ê Gulana 2020î da li Taxa 5 Nisanê ya navçeya Rezan a Diyarbekirê polîsê bi navê Atakan Arslan bi sîlehê hat kuştin. Kesê mirov jê bi şik di 31ê Gulana 2020î xwe teslîmê polîs kir. Pê ra wêne hatin servîs kirin di hesabên medyaya civakî da. Di du wêneyên servîs kirî da yek destên wî ji paj ra kelemçekirî û tazî li erdê dirêjkirî ye. Û dibêje ‘qesasê polîsî hat qefaltin.’
Piştî van nûçeyan Walîtîya Diyarbekirê di 1ê Hezîrana 2020î da daye xuya kirin ku failê bûyerê M.E.C. piştî hatiye girtin ji bo şandina yekeya edlî destên wî ji pêj ra hatine kelemçe kirin û li erebeya ekîbê hatiye siwar kirin. Şexsê mirov jê bi şik bi rê da bi cilêta ji devê xwe derxistiye dirêjê personelê me kiriye û gef xwarine lê bi quweta madî ya zêde jilêt ji failî hatiye standin. Piştî fail neqlî yekeya eleqedar hatiye kirin ji bo ewlehiya xwe û ya failî di dema lêgerîna bi detay da ji ber ku fail li ber xwe daye cilên wî jê hatine kirin û di nav bincilikên wî, di cihê bi doxîn da jilêteka din jî hatiye dîtin. Dîmenê di hin hesabên sosyal ên medyayê da hatiye parve kirin di dema lêgerînê da hatiye kişandin. Bi şiklê ku di der heqê mijarê da vekolîn bi tesbît kirinê dest pê bûye ye.’’
Ji ber van dîmenan di 31ê Gulana 2020î da parêzerên Endamên Komîsyona Nehiştina Kirina Êşkenceyê ya girêdayî sazîya me ji bo tesbît kirina rewşê çûn yekeya polîsan a kesê bi şik lê hatiye girtin. Hevpîşeyên me pêşî bi boneya ku dê raporekê amade bikin di der heqê kesê bi şibhe da nehatiye hiştin kesê bi şibhe bibînin. Tevî ku bi sînor kirina dîtina parêzerî ya kesê bi şibhe nîn e û ji bo vê daxwazê di destê wan de belgeya failî îmze kiriye hebûye bêyî hincet nehiştine hevpîşeyên me kesê bi şibhe bibînin. Ji ber israra hevpîşeyên me îcar hatiye gotin ku eger wekaletname ne li dijî yasayan nîn be nikarin kesê bi şibhe bibînin. Bi israr kirina bi heşt saetan hatiye gotin ku bi şertê ku hevpîşeyên me telefonên xwe li derva bihêlin dikarin bibînin kesê bi şibhe bibînin. Hevpîşeyên me nirxandina mijarê kiriye li hember sûcê êşkenceyê ku sûc e li hember mirovahiyê bi qebûl kirina vê daxwaza neqanûnî hatiye hiştin ku hevpîşeyên me kesê bi şibhe bibînin.
Kesê bi şibhe/ yê mexdûr M. E. C. wiha gotiye ji parêzeran ra di beyan kirina xwe da; ‘’ 31ê Gulana 2020î sibehê saet di 10.30an wan da berîya teslîm bibim min nedizanî kesê birîndar miriye ya na, polîs e ne polise. Min li qereqolê bihîst ku miriye. Bi teslîm qereqola Rezanê di nav pênc deqîqeyan da ekîbek hat û ez birim qereqola li Oryılê. Ji gava ku ez teslîm bûm û bi şûn da ez tim hatim derb kirin, êşkence dikirin. Qet nesekinîn. Li qereqolê li Oryilê nedan sekinandin. Hema ez hanîm asayîşê.
Cihê demeka dirêj miemeleya ne xweş û êşkence kirin li min odeya li milê çepê ya li dawiya koridora Şaxê Asayîşê yê Amiriya Buroya Cinayetê bû. Heta wan ez anîm odeya min behsa wê kir dewam kirin li derb û êşkence kirinê. Çêrên ne çêr kirin li dê, xweh û malbata min. Dema ez teslîm bûm wan ez bi 4-5 saetan ters kelemçekirî hiştim. Dema êşkence kirinê jî destên min di kelemçeyê da bûn. Cilên min tev ji min kirin û bi dest û jopan êşkence kirin li min. Wan destên xwe dikirin qirika min. Nedihişt ez bêhna xwe bidim. Gava min dikir bifetisim ez berdidam. Wan gava êşkence dikir li min hewl didan ku serê min pêl bikin û çavên min bigirin. 1ê Hezîrana 2020î heta piştî nîvro ez ne li ser hişê xwe bûm. 31ê Gulana 2020î berîya dana îfadeyê xwe bi 15-20 deqîqeyan pizîşkî li cihê ez lê mueyene kir. Dema mueyene kirinê ji polîsan yek jê jî li bal me bû.
Mensûbên Hêja yên Çapemenîyê,
Di mewzuata neteweyî û navneteweyî da sûcê êşkenceyê bi qethî hatiye qedexe kirin. Lê mirov di vê bûyera dawîn da jî dibîne ku li dijî qedexe kirina êşkenceyê tevgeriyane. Tevî vê qedexeyê di demên dawîn da bi taybetî li Diyarbekirê gava qefaltinê polîs bêyî li deriyî bixe deriyî dişikîne û dikeve hundir. Ev yek bûye pratîkeka îdarî. Di gelek bûyeran da tê îdia kirin ku ji xeynî kesê bi şibhe li malîyan jî miemeleya nebaş û êşkence tê kirin.
Bi kêfî nahêlin hevpîşeyên me yên li ser bûyerân wiha disekinin peywira xwe bikin, ji rapora mijara bûyerê jî xuya ye ku nahêlin parêzer mexdûran bibînin. Mexdûr li gor mewzuatê nayên mueyene kirin. Wek ku di raporê da jî xuya ye di hin bûyeran da mueyene ne li saziyên tenduristiyê lê avahiya ewlehiyê û di nezareta polîsan da tê kirin. Nîşaneyên derb û êşkenceyê bi keys nayên rapor kirin.
Hûn dikarin hem bûyera ku mijara raporê ye hem jî çend bûyerên di demek ne ji zû da ye qewimîn e bibînin di rapora me da.
A dawîn, daxwazên xwe yên me bi kitekit diyar kirine di raporê da em dixwazin bi we ra par bikin.
Bawerîya mirov nayê bi rapora pizîşkî ya M. E. C’yê mexdûr ê li qereqolê hatiyê çêkirin, ji lewma divê derhal raporên bi kitekit ên li gor şertên guncaw werin çêkirin,
Di der heqê îdiayên êşkence kirinê da divê Dozgerê Komarê derhal bi kitekit guhdarîya mexdûrî bike.
Divê derhal dest bidin ser wesayîtên polîsan ên îdia ew e ku tê da êşkence li mexdûrî hatiye kirin.
Divê li gor îdiayên êşkenceyê yên mexdûran, doz li yên şahîdiya êşkenceyê kirine lê ew sûc ranegihandine lêpirsîna edlî û îdarî were kirin û ta ku lêpirsîn hebe dest ji kar bidin berdan.
Ji bo girtina rêyê li ber îdiayên wiha operasyonên gerîna li malan, qefaltin û binçav kirinê ji serî ta dawîyê bi kemirayê werin kişandin.
Lî kî were kirin jî êşkence sûcek e li dijî mirovahîyê û di mewzuatên neteweyî û navneteweyî da hatiye qedexe kirin. Em ji meqamên edlî û îdarî ra dibêjin ku bila terka politikaya bêceza hiştinê bikin û sûc û failan bi lêpirsînên bi bandor tesbît bikin û bidin destê meqama darizandinê.
BAROYA DIYARBEKIRÊ
ŞAXÊ KOMALA MAFÊ MIROVAN Ê DIYARBEKIRÊ
NÛNERÎYA DIYARBEKIRÊ YA WEQFA MAFÊ MIROVAN A TIRKIYEYÊ


