Rapora Me ya Di Derbarê 39 Koçberan De Ku Li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinarê Hatin Girtin
RAPORA TESPÎT Û NIRXANDINA DI DERBARÊ KOÇBERÊN BÊSERÛBER DE KU LI FERMANDARIYA CENDIRMEYAN A NAVÇEYA ÇINARA AMEDÊ DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE TÊN GIRTIN MIJARA RAPORÊ Rapora tespît û nirxandinê ya di derbarê koçberên bêserûber…
RAPORA TESPÎT Û NIRXANDINA DI DERBARÊ KOÇBERÊN BÊSERÛBER DE KU LI FERMANDARIYA CENDIRMEYAN A NAVÇEYA ÇINARA AMEDÊ DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE TÊN GIRTIN
MIJARA RAPORÊ
Rapora tespît û nirxandinê ya di derbarê koçberên bêserûber de ye ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinara Amedê di bin çavdêriyê de tên girtin. Dema ev rapor dihatin amadekirin; Koçberên Bêserûber ku di bin çavdêriyê de dihatin girtin, bi Îdareya Koçê ya Bajarê Amedê û Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinarê re hevdîtin hatin kirin û tespît û lêkolînên di cih de hatin kirin.
PÊKHATINA HEYETÊ
Li ser agahiya ku gelek koçberên bêserûber li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinara Amedê têne girtin wek endamên Komîsyona Mafên Penaberan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê di 21.09.2021 û 24.09.2021'an de çûndina Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinara Amedê hatiye pêkanîn, hevdîtin hatiye kirin û di derbarê rewşa mijara gotinê de lêkolîn û tespît hatine kirin.
HEVDÎTINÊN KU BI KOÇBERÊN BÊSERÛBER RE HATINE KIRIN
Koçberên Bêserûber ên ku bi wan re hevpeyvîn hatiye kirin; diyar kirine ku di dîroka 19.09.2021'an de ji hêla leşkeran ve hatine qefaltin. Li cihê ku piştî qefaltinê pêşî hatine birin rojek hatine ragirtin û piştre ew birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinarê.
Koçberên bêserûber diyar kirine ku heta dîroka 24.09.2021'an ji hêla tu peywirdarek ve îfade û çîrokên wan nehatine girtin, tu belge ji wan re nehatine şandin an jî îmzeya wan nehatiye girtin.
Koçberan diyar kirin ku piştî girtinê 2 rojên pêşîn rojê carek xwarin hatiye dahin, rojên din xwarinê derxistine 3 caran. Herwiha diyar kirin ku ew nebirine nexweşxaneyê, ambûlans hatiye qereqola polîsan, lê muayeneyeke berfireh nehatiye kirin û rapor nehatiye girtin. Koçberan diyar kirin ku roja pêşîn ku ew hatine girtin, di nav wan de di yekê de nîşanên covîd-19 hebûye, testa wan a covîd-19 di 23.09.2021'an de hatiye girtin û testa kesê bi nîşaneyan erênî der ketiye.
Wan diyar kirin ku di peydakirina hewcedariya lavaboyê de pirsgirêk jiyane, hê jî nikaribûn xwe bişon, jimara betaniyan têrê nake û bi wan sar e.
Koçberên bêserûber ku hevpeyvîn bi wan re hatiye kirin; diyar kirin ku wan bi qaçaxçiyan re bi berdêla 1000-1500 dolarî ji bo wan bibin Stenbolê li hev kirine û nêzî 2 meh berê ji welatê xwe der ketine. Hinek ji koçberan diyar kirine ku; hinek kesên ji malbatên wan ji hêla Talîbanê ve hatine kuştin û ew bi xwe jî di bin gefa kuştinê de ne ji ber vê yekê neçar mahine ku welatê xwe biterikînin. Koçberan diyar kirin ku ji bo werin Tirkiyeyê dirêjahiya meheke meşiyane û hatine sînorê Tirkiye-Îranê, nêzîkê 20 roj berê li ser sînorê Tirkiyê hatine qefaltin û bêyî ku kirariyek fermî hebe hatine dersînorkirin.
Wan diyar kirin ku piştî dersînorkirinê ji hêla leşkerên Îranê ve hatine qefaltin, hatine tazîkirin, cil û bergê wan ji wan hatine kirin, bi awayek tazî dûçarê ava tazyîkî hatine hiştin, bi lêdana tûnd û gelek rêbazan rastî lêdan û îşkenceya giran hatine. Dahine xuyakirin ku leşkerên Îranê ew bi hev re dahine şerkirin û bi kêf ew temaşe kirine. Koçberan dan zanîn ku di heman pêvajoyê de hin koçber ji hêla qaçaxçî û dizan ve li ser sînor hatine pêgirtin, wan kesan ji wan pere xwestine, dîsa ji hêla van kesan ve jî neheqî li wan hatiye kirin, heqaret û gef li wan hatiye kirin û hinek koçber jî dûçarê tacîz û tecawizê mahine.
Koçberan dan zanîn ku nêzî 20 roj berê ew dîsa ketine Tirkiyeyê, heta cihê ku lê hatine qefaltin (Navçeya Çinarê ya Bajarê Amedê) bi peyatî hatine, piştî ku ji welatê xwe derketine tevahiya rê meşiyane, di rê de hilkişiyane çiyan, ji çeman derbas bûne, hinek koçber di wê kêliyê de ji çiyan ketine birîndar bûne, kesên ku ji ber van şert û mercên dijwar mirine jî hene.
Koçberan diyar kirin ku wan nikaribûne li tubdeverek qonax deynin, li ser rê û çiyayan razane, nikaribûne hewcedariyên xwe yên şuştinê bicîh bînin, hewcedariyên xwe yên xurek, xwarin û avê bi derfetên xwe an bi alîkariya hemwelatiyên ku di dirêjahiya rê de ew dîtine pêk anîne, piştî ku ji welatê xwe der ketine nêzî 50 roj in ku nikaribûne serê xwe bişon.
.jpg)
HEVDÎTINÊN KU BI ÎDAREYA KOÇÊ YA BAJARÊ AMEDÊ RE HATINE KIRIN
Piştî ku komîsyona me agahî stend ku koçberên bêserûber di bin çavdêriyê de ne, di dîrokên cûda de bi Rêveberiya Koçê ya Bajarê Amedê re hevdîtin pêk aniye. Di hevdîtina pêşîn de; hat diyarkirin ku koçberên bêserûber di 19.09.2021'an de hatine girtin, pêdiviyên wan ên bingehîn hatin bicihanîn, yên ku di temenekî biçûk de ne dê neyên dersînorkirin, lê muameleya di der barê koçberên din de berdewam dike. Ji me re hat gotin ku heke biryarên dersînorkirinê bêne girtin, ew dê wan bibin navenda şanRakirin dinê ya li Bajarê Wanê. Lêbelê, di civîna dawî de ku bi îdareyê re pêk hatiye hatiye gotin ku dê hemû koçber tevî zarokan ve bêne dersînorkirin û di vê wergiriyê de di dîroka 25/09/2021'an de ew şandine Navenda Paşveşandinê ya Bajarê Wanê.
HEVDÎTINA KU BI FERMANDARIYA CENDIRMEYAN A NAVÇEYA ÇINARA AMEDÊ RE PÊK HATIYE
Leşkerên ku hevpeyvîn kirin diyar kirin ku koçberên bêserûber di dîroka 20.09.2021'an de ji Qereqola Cendirmeyan a Bayirkonak a Navçeya Çinarê ya Bajarê Amedê birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinarê.
Koçberan diyar kirin ku hejmara koçberên bêserûber 39 e, di encama testa covîd -19 de ku di dîroka 23.09.2021'an de hate kirin testa covîdê ya yek ji wan erênî der ketiye û ew kes cuda hatiye girtin, koçberên din jî li ber hev hatine girtin.
Hatiye diyarkirin ku di mijara kirariyên ku dê di derbarê koçberên bêserûber de bêne kirin de agahiya wan tune.
TESPÎT Û ÇAVDÊRIYÊN ME
Di encama hevdîtinên ku ji hêla heyeta me ve di dîrokên 21.09.2021, 24.09.2021 û 27.09.2021'an de pêk hatine de ev tespît û encamên li jêr hatin girtin.
Koçberên bêserûber ên mijara raporê di dîroka 19.09.2021'an de hatine qefaltin û di heman rojê de li Qereqola Cendirmeyan a Bayirkonakê ya Navçeya Çinarê ya Bajarê Amedê hatine ragirtin û ew birine Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinarê. Di dîroka 20.09.2021'an de ew ji Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinarê ya Bajarê Amedê derxistine û birine Bajarê Wanê.
Li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çinarê ya Amedê di navbera dîroka 19.09.2021 û 25.09.2021'an de, 39 koçberên bêserûber ên ji Efganistan û Pakistanê di bin çavdêriyê de hatine girtin.
Koçberên ku di bin çavdêriyê de hatine girtin ji kesên mêr ên di navbera 12-30 salî pêk tên. 15 ji wan zarok in û 2 ji wan astengdarên dîtinê ne.
Ji roja girtina wan pê ve, ne îfadeya wan hatiye girtin, ne agahdarkirin hatiye kirin, di serî de îtiraza li biryarên ku dê bên girtin ne jî agahiyek di derbarê mafê serlêdana statûya parastina navneteweyî de hatiye dahin û peywirdarkirina tu parêzerek jî nehatiye kirin.
Di nav koçberên bêserûber de, nexweşiya Covîd-19 di kesekî de hatiye tespîtkirin. Di dîroka 23.09.2021'an de, kesê ku tê de Covîd-19 der ketiye ji yên din hatiye cudakirin û 38 koçberên din li ba hev mahine.
Betanî û malzemeyên paqijiyê ji koçberan re nehat dayîn û pêdiviyên wan ên xwarinê bi têra xwe nehatine pêşwazîkirin.
Muayeneyên tenduristiyê yên berfireh ên koçberan nehatin kirin û ew ne birine saziyek tenduristiyê. Piştî ku dane ragihandin ku ji hêla leşker û qaçaxçiyên Îranê ve hatine işkencekirin, li ser laşê hin koçberan reşbûnî û sorbûn û birîn hatine dîtin.
Koçberên bêserûber ji bo dema ji welatê xwe der bikevin wan bighînin Stenbolê bi qaçaxçiyan re 1000-1500 dolarî li hev kirine, ji ser Îranê derbasî Tirkiyeyê bûne, bi rêya meşê hatibe û li Navçeya Çinarê ya Bajarê Amedê ji aliyê leşkeran ve hatine qefaltin.
Pirsgirêkên ku li jor hatine destnîşankirin ji hêla komîsyona me ve hatine tespîtkirin û çavdêrîkirin.
.jpg)
MEWZÛAT Û NIRXANDINÊN ME YÊN NETEWEYÎ - NAVNETEWEYÎ
PEYMANA CENEVRE YA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA DERBARÊ REWŞA HIQÛQÎ YA PENABERAN DE
Benda 33
1. Tu Dewletekî Peymandar nikare penaberekî/e ku ji ber nîjad, ol, netewe, endamtiya komek civakî ya diyarkirî an jî ji ber fikrên xwe yên siyasî jiyan an jî azadiya wî/ê di bin gefê de ye bi çi awayî dibe bila bibe, paş ve bişîne an jî îadeyê (“refouler”) sînorên welatan bike.
2. Tevî vê yekê, penaberek ku sedemên wî/ê yên cidî hene ku ji bo ewlehiya wî welatî ku lê dijî xeternak were dîtin an jî bi taybetî ji ber ku bi sûcek adî ya cidî bi hikmek teqezbûyî hatiye mehkûmkirin ji bo gelê welatê mijara gotinê xeternakbûniyê didomîne, nikare îdîa bike ku ji vê hikmê sûd werbigire.
DAXUYANAMEYA GERDÛNÎ YA MAFÊ MIROVAN
Benda 14:
1. Mafê her kesî heye ku ji ber zordariyê li welatên din mafê penaberiyê bixwaze û ji derfetên starbûniyê sûd werbigire.
2. Di rewşa teqîbata ku bi rastî ji ber sûcên ku ne di çawaniyeke siyasî de ne an jî tevgerên li dijî mebest û rêgezên Neteweyên Yekbûyî der dikevin de çê bûye ji vî mafî sûd nayê wergirtin.
PEYMANA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA LI HEMBER ÎŞKENCE Û KIRYARÊN DIN ÊN ZALIMANE, DERMIROVÎ, BIÇÛKER AN JÎ CEZAYÊ
Benda 3:
1. Tu Dewletên Peymandar ji ber ku sedemên bingehîn hene ku dûçarê xetereya îşkenceyê bê dê wî/ê kesî/ê paşve neşîne dewletek din, dersînor neke an jî îade neke.
2. Ji bo tespîtkirina sedemên bi vî rengî yên bingehîn, rayedarên pêwendîdar dê li Dewleta mijara gotinê bi qasî ku pêkan e bi awayek bi pergal hemû hûrguliyên têkildar binirxînin, binpêkirinên mafên mirovan ên aşkere, vekirî û girseyî jî tê de dê hemû xisûsên eleqedar li ber çav bigrin.
PEYMANA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ YA DI DERBARÊ MAFÊN ZAROKAN DE
Benda 22:
1. Dewletên Peymandar, ji bo zarokek ku bi tenê yan bi dê û bavên xwe re yan bi kesek din re ye û hewl dide statuya penaberiyê bigere an jî li gorî rê û rêzana hiqûqa navneteweyî an navxweyî penaber tê hesibandin, zarokek ku penaber tê hesibandin di vê Peyman û di Peymanên Navneteweyî yên din de li ser mafên mirovan an mijarên mirovahî yên ku Dewletên têkildar alîgir in têne naskirin û ji parastin û alîkariya mirovî sûd werbigirin da ku mafên ku ji bo wê rewşê dikare were sepandin bikar bînin hemû tedbîrên pêwîst digrin.
2. Ji ber vê yekê, Dewletên Peymandar dê di pîvana ku guncan dibînin de bi Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û bi saziyên din ên rayedar ên navhikûmetî û derhikûmetî ku pê re hevkariyê dikin ji bo parastin û alîkariya ji zarokek ku di vê rewşê de ye, ji bo di derbarê dê û bav an endamên din ên malbatê de agahiyan berhev bikin da ku her zarokê penaber bi malbata xwe re were cem hev bi hev re hevkariyê dikin. Parastina ku ji bo zarokek ku bi domdarî an demkî ji hawîrdora malbata xwe hatiye veqetandin li gorî vê Peymanê hatiye pejirandin, li ser heman bingehê, dê ji zarokek ku dê û bav an ji endamên din ên malbata wî yek tune ye re jî bê dayîn.
QANÛNA PARASTINÊ YA NAVNETEWEYÎ Û BIYANIYAN A BI HEJMARA 6458
Qedexeya paşve şandinê
BENDA 4 – (1) Tu kesekî ku di wergiriya vê Qanûnê de ye, li cihekî ku dê dûçarê îşkence, ceza û muameleya dermirovî an jî rûmetşikênî were an jî ji ber nijad, ol, netewbûn, endamtiya komek civakî ya diyarkirî an ji ber nêrîna xwe ya siyasî jiyan an azadiya wî tê tehdît kirin paş ve nayê şandin.
Biryara dersînorkirinê
BENDA 53 – (1) Biryara dersînorkirinê, li ser talîmata Gerînendetiya Giştî an bi serê xwe ji hêla walîtiyan ve tê girtin.
(2) Biryar, digel sedemên xwe ji biyanî an nûnerê/a zagonî an parêzerê/a wî/ê re ku ji bo wî/ê biryara dersînorkirinê hatiye girtin tê ragihandin. Ger biyaniyê/a ku ji bo wî/ê biryara dersînorkirinê hatiye girtin ji hêla parêzerek ve nayê temsîlkirin, ew an nûnerê/a wî/ê yê/a zagonî, di derbarê encama biryarê, rê û rêzanên îtirazê û maweyên wan de têne agahdarkirin.
(3) Biyanî an nûnerê/a wî/ê yê/a zagonî an jî parêzer, dikare piştî teblîxkirina biryarê di nav heft rojan de li hember biryara dersînorkirinê serî li dadgeha îdarî bide. Kesê/a ku serî li dadgehê dide, serlêdana xwe ji meqama ku biryara dersînorkirinê dahiye re jî radighîne. Serlêdanên ku ji bo dadgehê têne kirin di nav panzdeh rojan de bi dawî dibin. Biryara ku dadgehê di vê mijarê de dahiye teqez e. Bi şertê ku razîbûna biyanî veşartî bimîne, Biyanî di heyama vekirina dozê de an jî di rewşa serlêdana rêya darazê de, heya encamgirtina darizandinê nayê dersînor kirin.
Kesên ku ji bo wan biryara dersînorkirinê nayê dayîn
BENDA 55 – (1) Ger di wergiriya xala 54 emîn de bin jî, ji bo biyaniyên li jêr biryara dersînorkirinê nayê girtin:
a) Yên ku nîşanên wan ên cidî hene ku dê li welatê dersînorkirinê dûçarê cezaya mirinê, îşkenceyê, muamele an cezaya dermirovî an jî rûmetşikên bimînin
b) Kesên ku ji ber pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê, ji ber rewşa temen û ya ducaniyê rêwîtiya wan xeternak tê dîtin
c) Yên ku dermankirina ji bo nexweşiyên wan ên ku xetereya jiyanî heye berdewam dike lê derfeta dermankirinê li welatê ku dê bêne dersînorkirin nayê dîtin
ç) Mexdûrên bazirganiya mirovan ku ji pêvajoya piştgiriya mexdûran sûd werdigirin
d) Heya ku dermankirina wan were temamkirin, mexdûrên tundiya psîkolojîk, fizîkî an zayendî
(2) Nirxandinên di wergiriya fiqreya yekem de, ji bo her kesî cuda tê kirin. Dibe ku ji van kesan were xwestin ku li navnîşanek diyarkirî rûnin û bi şikl û di maweyên xwestî de agahdariyan bidin.
Penaberên bişert
BENDA 62 (1) Ji ber bûyerên ku li derveyî welatên Ewropayê diqewimin; piştî kiryarên diyarkirina statuya ji kesê/a bê welat re ku ji ber nijad, ol, netewbûn, endamtiya komek civakî ya diyarkirî an ramanek siyasî dûçarê zilmê dimîne, ji biyaniyê/a ku ji ber sedemên mafdar ditirse û ji ber wê li derveyî welatê ku hemwelatî ye dimîne û nikare ji parastina vî welatî sûdê werbigire, an jî ji ber tirsa mijara gotinê naxwaze sûdê werbigre an jî kesê/a bêwelat ku di encama bûyerên wiha de li derveyê welatê îkametê ku berê lê jiyaye dimîne, nikare vegere an jî ji ber tirsa mijara gotinê naxwaze vegere statuya penaberî ya bişert tê dayîn. Heya ku li welatek sêyemîn were bicihkirin destûr heye ku penaberê/a bişert li Tirkiyeyê bimîne
Parastina Talî (duwemdor)
BENDA 63 – (1) Ger ne wekî penaberek an penaberek bişert be, lêbelê li welatê xwe an li welatê îkametê paş ve were şandin;
a) Dê bi cezaya îdamê were mehkûmkirin an jî cezaya îdamê were bicihanîn,
b) Dê dûçarê îşkenceyê, muamele an cezaya dermirovî an jî rûmetşikênî bimîne,
c) Di rewşên pevçûna çekdarî ya navneteweyî an di gelemperiya welatî de, ji kesek biyanî an bêwelat re ku ji ber tevgerên tundiyê yên bêcudakirinî dê bi xetereyek cidî ya arasteyî şexsê xwe re rû bi rû bimîne nikare ji parastina welatê jêderê an welatê îkametê sûd werbigire an jî ji ber gefa mijara gotinê naxwaze jê sûdê werbigire, piştî kirariyên diyarkirina statûyê statûya parastina talî(duwemdor) tê dayîn.
Zarokên Bêrefaqet
Bend 66-(Guhartî: 6/12/2019-7196/82bnd.)
(1) Di derbarê zarokên bêrefaqet de ku serî li parastina navneteweyî dahine ev hukmên jêrîn têne sepandin:
a) Di hemû kirariyên di derbarê zarokên bêrefaqet de raçavkirina berjewendiya raser a zarok sereke ye. Ji dema ku serlêdan tê wergirtin pê ve, di derbarê wan de hikmên Qanûna Parastina Zarokan a bi dîrok 3/7/2005 û jimareya 5395 tên sepandin.
b) Biyaniyên ku xuyabûna wan a fîzîkî û temenê ku diyar kirine bi hev re nelihevhatî ye kesên ku ji hêla Wezaretê ve di saziyên tenduristiyê de tespîta temenê wan tê kirin û tê tespîtkirin ku ji hijdeh salî biçûktir in, radestî gerînendetiyên bajêr ên Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî têne kirin.
c) Ji hêla Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî ve bi baldariya nêrîna zarokê/a bêrefaqet, li cihên guncan ên wardanînê an li cem xizmên gihaştî an malbateke parêzger tê bicihkirin.
RÊZİKNAMEYA DI DERBARÊ SEPANDINA QANÛNA PARASTINA NAVNETEWEYÎ Û BIYANIYAN DE
Qedexeya paşveşandinê
Benda 4 –
(1) Qedexekirina paşveşandinê, ji bo hemû biyaniyên ku dikevin wergiriya Qanûnê tê sepandin.
(2) Biyaniyên ku mafê wan ê li Tirkiyeyê mahinê nîne berî ku werin dersînorkirin an jî ji welêt werin derxistin;
a) Li cîhê ku werin dersînorkirin an li cihê ku werin şandin dê dûçarê îşkenceyê, muamele an jî cezaya dermirovî an rûmetşikên werin an neyên,
b) Ji ber nijad, ol, pêgirî, endamtiya komek civakî an ji ber fikrên xwe yên siyasî dê jiyan an azadiya wî/ê di bin gefê de bimîne an nemîne, babetên wê bi awayekî fermî ji hêla walîtiyê ve bi serê xwe têne lêkolînkirin.
(3) Biyanî, li welatê ku di encama lêkolînê de hatiye fêmkirin ku dê bi xetereyan re rû bi rû bimîne paş ve nayê şandin. Di derbarê van kesan de li gor hikmên din ên di derbarê dersînorkirin, îkamet an parastina navneteweyî ya Qanûnê de kirarî tê danîn û Gerînendetiya Giştî tavilê tê agahdarkirin.
(4) Di dema lêkolînê de, çawa ku ji biyanî agahî û belgeyên têkildarî mijarê dikarin werin girtin ji agahiyên welatê jêderê jî sûd tê wergirtin.
Li gor hikmên mewzûata neteweyî û navneteweyî ku me li jor destnîşan kirine;
• Mijara raporê di nav koçberan de hebûna zarok û astengdaran e,
• Beşeke mezin ji wan ji ber şerê li Efganistanê reviyane, koçberên ku ji welatên xwe direvin dibe ku bi mirin, îşkence, muamele an jî cezaya dermirovî an rûmetşikên re rûbirû bimînin,
• Kuştina malbatên hin koçberan a ji hêla Talîbanê ve,
• Koçberên ku hatin qefaltin; ji zarok, kesên astengdar û ji koçberên ku ger paş ve werin şandin dibe ku bi gefa kuştinê û muameleyek dermirovî re rû bi rû bimînin pêk tên, ji ber vê yekê ne di wergiriya yên ku nayên dersînorkirin de ne,
• Ji ber babetên ku me destnîşan kirine, tê gotin ku koçberên bêserûber ên mijara raporê li gorî hikmên mewzûata neteweyî û navneteweyî û di wergiriya Qanûna Parastina Navneteweyî û Biyaniyan de nikarin werin dersînorkirin û girtina wan bin parastina navneteweyî, di vê wergiriyê de ji hêla meqamên rayedar ve mafê tenduristî, stargeh û pêdiviyên bingehîn, mafên perwerdehî û hîndekariyê, mafên xebatê û gihîştina hiqûqê divê werin dabînkirin.
ENCAM Û PÊŞNIYAR
1-) Koçberên bêserûber ên mijara raporê; ji ber ku zarok, kesên astengdar û yên ku di paş ve şandinê de xetereya wan a kuştinê heye di nav wan de hene divê kirariyên dersînorkirinê zûtir werin rawestandin,
2-) Piştî rawestandina kirariyên dersînorkirina koçberan wergirtina serlêdanên ji bo statuyên parastina navneteweyî,
3-) Dema serlêdanên statuya parastina navneteweyî yên koçberan têne girtin, ji ber ku di nav wan de zarok hene berî her tiştî divê rêgeza berjewendiya sereke ya zarok were pejirandin û bi lezgînî pêdiviyên wan ên stargeh, tenduristî û hewcedariyên bingehîn; di serî de Gerînendetiya Giştî ya Îdareya Koçê û Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ji hêla hemû saziyên pêwendîdar ve were were dabînkirin,
4-) Ji bo dabînkirina mafê gihîştina koçberan a hiqûqê bi lezgînî destpêkirina xebatên li ser pêkanîna binesaziya pêwîst.
5-) Ji bo koçberên bêserûber li welatên xwe vegerin dabînkirina derorek aştiyane ya li welatê wan di serî de Neteweyên Yekbûyî rolgirtina Rêxistinên Navneteweyî,
Ji hêla Komîsyona me ve tê pêşniyarkirin
Ji Bo Formata PDF ya Raporê BITIKÎNIN!
NAVENDA MAFÊN MIROVAN A BAROYA AMEDÊ
KOMÎSYONA MAFÊN PENABERAN


