Serokê Baroya Me û Heyeta Pê Re Îdiayên Di Derbarê Muameleya Xerab û Binçavkirinên Kêfî Ya Li Goma Zorovayê De Li Cihê Wê Lêkoland
Di dîroka 15.04.2021'an de li ser îdiayên ku di raya giştî de belav bûn; ku ji hêla sepîneriyê ve ji gundiyên Goma Zorova ya Gundê Satiyan a Navçeya Sûrê muameleya xerab û binçavkirina kêfî pêk hatiye, di 16.04.2021'an…
Di dîroka 15.04.2021'an de li ser îdiayên ku di raya giştî de belav bûn; ku ji hêla sepîneriyê ve ji gundiyên Goma Zorova ya Gundê Satiyan a Navçeya Sûrê muameleya xerab û binçavkirina kêfî pêk hatiye, di 16.04.2021'an de Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN, Endamên Lijneya me ya Rêveberiyê Prz. Mehdî OZDEMÎR, Prz. Diyar R. ÇETEDÎR, parêzerên Endamên Navenda Mafên Mirovan bi Nûnerên Civaka Sivîl ên bi bingeha Maf (Nûnertiya Amed a TîHV'ê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê û OHD Şaxa Amedê) re çûndina Goma Zorova ku mijara îdiayan e pêk hatiye. Bi şêniyên gund û hemwelatiyên ku dûçarê muameleya xerab a mijara îdiayê mahine, bi fiîlî hatine binçavkirin û pişt re serbest hatine berdan re hevdîtin pêk hatine. Rapora ku dê di bereka hevdîtinên me yên ku pêk hatine û tespîtên me de were amadekirin di demek herî nêz de dê bi raya giştî re were parvekirin.


