Tu Gefek Destê Me Ji Têkoşîna Mafên Mirovan Nade Berdan!
Di van demên dawî de, ji hin hesabên medyaya civakî, arasteyî Serokê Baroya me Prz. Nahît Erenî parvekirinên ku ji gef û heqaretên pêk tên hatin weşandin, di der barê parvekirinên bi sûc de li Serdozgeriya Komarê ya…
Di van demên dawî de, ji hin hesabên medyaya civakî, arasteyî Serokê Baroya me Prz. Nahît Erenî parvekirinên ku ji gef û heqaretên pêk tên hatin weşandin, di der barê parvekirinên bi sûc de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê danebihîzên sûc hatin kirin.
Di van du rojên dawî de tevî ji hesabên manend parvekirina daneyên kesane û wêneyên Serokê Baroya me, hevjîn û zarokên wî, parvekirinên ku heqaret û gefa kuştinê dihewînin cardin hatine destpêkirin. Serokê Baroya me û endamên malbatê; bi parvekirina daneyên kesane û wêneyên wan ji derdorên diyarkirî re bi awayek vekirî hedef hatine nîşandan. Di parvekirinên hatine kirin de Serokê Baroya me; bi peywirên xwe yên rêveberiyê ku di salên borî de li Baroya Amedê girtiye ser milê xwe, bi fealiyetên sazûmaniyê ku beşdar bûye û bi parêznameyên dozên ku ji ber van xebatan lê hatine vekirin, bi mebesta çêkirina têgihanê û bi manîpulekirinê hewl hatiye dahin ku tawankarî were pêkanîn.
Di derbarê hesabên mijara axaftinê de ji îro pê ve careke din li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc hat kirin. Em meqamên darazê; ji bo bi lêpirsînek bilez û bandêr tespîtkirina failan vedixwînin; Wezaretên Karên Hundir û Dadê ji bo girtina tedbîrên bergir ên pêwîst vedxwînin.
Di hesabên medyaya civakî de ku mijara giliyê ne, bi taybetî navên avaniyên tarî yên salên 1990'î yên wek JÎTEM û kesên ku di wan avaniyan de cih girtine tê bikaranîn. Ev rewş balê dikşîne. Çawa ku; têkoşîna mafên mirovan a Baroya me ku ji berê ve berdewam dike, di hin derdoran de nerihetiyê çê kiriye.
Acizbûna ku em ji gefên ku ji van derdoran tên dibin, ne ji ber fikara me ya berdêldahinê ye, ji ber daxwaza me ya avakirina derdorek adil û ewledar a ji bo azadiya îfadekirinê ya her kesî ye. Bi vê armancê tu endamek Baroya Amedê serî li ber gefan netewandiye û dê netewîne.
Em careke din bi bîr tînin ku; Baroya Amedê ku keleha aqlê selîm e; dê ji têkoşîna mafên mirovan, demokrasî û aştiyê ku di rêya wan de berdêlên giran dahiye tu carî gavan paş ve neavêje.


