ZIMAN NE TENÊ AMÛREKE RAGIHANDINÊ YE; DI HEMAN DEMÊ DE NASNAMEYEK E. Feraseta Qedexeker Biterikînin...
Di mehên dawî de li gelek bajarên welêt ji nû ve biryarên derhiqûqî ku azadiyan sînordar dike di derbarê qedexekirina çalakiyên wek konser, şano û festîvalan de tên girtin. Dema em li çalakî û hunermendên ku biryarên…
Di mehên dawî de li gelek bajarên welêt ji nû ve biryarên derhiqûqî ku azadiyan sînordar dike di derbarê qedexekirina çalakiyên wek konser, şano û festîvalan de tên girtin. Dema em li çalakî û hunermendên ku biryarên qedexekirinê li ser wan têne girtin dinêrin em dibînin ku arasteyî ziman, çand û şêwazên jiyanê biryarên bi mebestên zayendîparêz, keyfî û siyasî têne girtin. Hin biryarên qedexekirinê yên mijara axaftinê ji hêla walîtiyan ve bi hincetên razber ên wekî “ji bo dabînkirina hawîrdora bi aram, nîzama giştî û ewlekariya giştî, pêşîgirtina li pêkanîna sûc, parastina maf û azadiyên ên din, asayişa giştî û pêşîlêgirtina berbelavbûna bûyerên tundiyê" li ser esasê Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442’an, qismek ji wan jî dîsa ji hêla şaredarî an jî walîtiyan ve cihê ku konser û mîhrîcan lê bên lidarxistin di destê wan de ne, ji ber vê yekê biryarên berê yên dabeşkirinê tên betalkirin.
Ev biryarên qedexekirinê yên ku bi giştî ji bo kesên xwedî şêwazên jiyanê cuda û nêrînên cuda yên siyasî tên kirin di van rojên dawî de bi taybetî li ser hunermendên Kurd zêde bûne. Feraseta qedexekar û asîmîlasyonê ku bi salan e li ser çand û zimanê Kurdî didome, bi van biryaran xwe careke din nîşan dide.
Ji ber qedexeyên bi vî rengî yên arasteyî huner û hunermendan û li ser vê yekê êrîşên bi rêya medyaya civakî û çapemeniyê ku ji hêla sazî û kesên xwedî desthilatdariya giştî ve tên kirin em bi fikar in. Ji hêla kes û saziyên ku di pozîsyona berpirsyariyê de liberçavnegirtina cudahiyên wekî ziman, çand û şêwazên jiyanê ku mijara hesasiyeta civakî ne, bi kaşkirina nav rojeva siyasî ya qedexeyên ku li ser van hesasiyetan bi pêş ketine û nîqaşkirina li ser nirxên “neteweyî û manewî”, bê şik dê bendbendîbûna civakî kûrtir bike. Ne pêkan e ku di pergaleke demokratîk de were qebûlkirin ku kesên ku hêza giştî bi kar tînin û di derawaya biryardayînê de ne, ji sînorên hiqûqê der bikevin û ji ser zimanê muzîkê, şêwaza cil û berg û şêwaza muzîkê ya hunermendan ku azadiya derbirînê tune dihesibîne hunermend weke hedef werin girtin.
Em dixwazin bibîr bînin ku azadiya derbirînê hêmaneke jêneger a civaka demokratîk e û ji bo pêşketina civakê û pêşketina her mirovî şertekî bingehîn e. Çi di biryarên saziyên dadwerî yên navneteweyî de dibe çi jî di yên herêmî de azadiya derbirînê; ne tenê ji bo agahî an jî ramanên ku tenê lehbûniya wan tê qebûlkirin, bêzerar an jî nehêjayî eleqedariyê tên dîtin, di heman demê de hatiye qebûlkirin ku dê ji bo agahî an jî ramanên êrîşkar, şokdar an jî nerehetkar were sepandin. Ev qebûlkirina arasteyî azadiya derbirînê; Pêdiviya pirdengî, xweşbînî û ramana vekirî ye û bêyî wan jî ne pêkan e ku mirov behsa civakeke demokratîk bike.
Ya hunermend; Pêdiviya azadiya derbirrîna hunerî ya hunermend e ku azad bifikire, bisêwirîne, pêşkêşkirin an berbelavkirina berhemên xwe pêk bîne û ji hêla dewlet û yên din ve neyê astengkirin. Çawa ku, bi Peymana Mafên Çandî, Civakî û Aborî ku Tirkiye jî alîgir e, dewletên alîgir soz dane ku 'hurmetê bidin azadiya ku ji bo xebatên afirîner mecbûrî ye'. Bi heman awayî xala 19’yan ên Peymana Mafên Medenî û Siyasî, ya 10’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û ya 26’an a Makezagonê azadiya derbirînê û xala 27’an a Makezagonê jî azadiya hunerê girtiye bin temînatê. Em bi bîr tînin ku bi xala 64’an a Makezagonê jî dewlet ji parastina xebatên hunerî û hunermendan û ji girtina tedbîrên pêwîst ên ji bo vê awayê mukelef e.
Di vê çarçoveyê de em bang li kesên eleqedar dikin ku vê feraseta qedexekirî ya ku li ser mafê azadiya derbirînê, pirzimanî û cudahiyên bi vî rengî yên huner, ziman û şêwaza jiyanê ku demên derbeyê nade gerandin biterikînin, bi hestek berpirsiyariyê ku di nav hiqûqê de dimîne tev bigerin. Em bi raya giştî re parve dikin ku em dê li dijî van pêkanînên derhiqûqî serî li rêyên zagonî bidin û şopdarê pêvajoyê bin.


