4’ê Cotmehê Roja Parastina Heywanan…
4’ê Cotmehê Roja Parastina Heywanan. A rast mirov li merxeleya ku em hatine binihêre ev roj ji roja parastina heywanan bêtir divê wek roja parastina heywanan ji mirovan were bibîranîn. Çimkî hêj jî li heywanan eziyet tê…
4’ê Cotmehê Roja Parastina Heywanan. A rast mirov li merxeleya ku em hatine binihêre ev roj ji roja parastina heywanan bêtir divê wek roja parastina heywanan ji mirovan were bibîranîn. Çimkî hêj jî li heywanan eziyet tê kirin, heywan tên kuştin, êşên xedar dikişînin.
Têkildarê parastina heywanan/parastina mafê heywanan kêmasiyên sereke yên ku li welêt hene ew in ku mijareyek(mewzuat) e têr û tije û mehrûm bûna ji hişmendiya mafê heywanan e. Ev her du kêşe neyên çareser kirin çi tiştê ku were kirin wê kêm bimîne; têr neke.
Neheqiyên ku li heywanan tên kirin pirê ku pir in ku nayên jimartin; bi jimartinê naqedin. Ji xeynî çend kes û kûsên mafparêz û heywanperwer di nav civakê de îtirazeke civakî çênabe, ji xeynî hin bûyerên ku di medyaya civakî de hêrsa mirovan radikin hemû neheqiyên ku li heywanan tên kirin, êş û azara ku dikişînin di qêrînên bi zar û ziman de tune dibin.
Mirov ta bi derziyê ve bike, di mijara mafê heywanan de (fermî/sivîl) karnameyê Tirkiyeyê pir xerab e. Neheqiyê ku heywan duçarê dibin û pêşqebûla ‘’Li Anatoliyayê ji berê de mirovan hez ji heywanan kiriye’’ li hev û din nayê. Rastiyeke ku divê mirov rû bi rû bibe. Heta mirov rû bi rûyê vê rastiyê nebe divê were zanîn geşepêdaneke maqûl rû nade.
Serê pêşîn ji ber ku ne zû de ye bû rojev tê zanîn divê merseleya PAYTON’ê zûzûka were çareser kirin. Di serî de Stenbol, li bajarên ku payton kar pê tê kirin tevan şaredarî bi meqamên siyasî yên din re îradeyekê daynin da ku dawî li trajediya hespan a ji ber paytonê bê anîn. Divê dev ji hinceta ku ‘’nostaljî’’ ye bê berdan. Divê dev ji bikaranîna paytonan bê berdan ku heywan vê êş û azarê nekişînin.
Divê meseleya STARE’yan a li seranserê welêt bibe xwedî standardekê, stare bi tenê wek navêndê baş kirin û rehabîlîtasyonê werin bikaranîn. Divê şaredarî nema xebatkarên xwe yên bêkêr di van stareyan de bi cih bike û xebatkarên biwesf îstihdam bike. Derfetên tibî yên stareyan bên peyde kirin. Divê ambûlansên ku hefteyê bi şev û roj li cihê bûyerê bikarin midaxele bikin ji xizmetê re amade hebin.
Divê li aliyekî fikr û fikareyên ku stare wek cihên heywan ji zikakan tên berhev kirin û tê da tên heps kirin ji holê were rakirin. Bê qebûl kirin ku heywan jî qet nebe bi qasê mirovan xwediyê zikakan e. Zikak zikakên wan in jî. Xebatên civakî û pedagojîk ên xwedî vê ferasetê geş dikin ji aliyê saziyên eleqedar ve bibin proje û bên pêk anîn.
Divê ewlehiya tenduristiyê ya heywanan were pêkanîn, bi taybetî di qezayên têvel de heywanên ku zirar digihîje wan li klînîkên taybet bê pere ya jî parekî pere ji aliyê dewletê ve bê dayîn. Divê rêya bi vî awayî baş kirina heywanan bê vekirin. Xebatên pêwîst ên tibî, fizîkî, ekonomîk bi hevkarî werin birêvebirin.
Divê sîrk, parkên masiyên yûnis û baxçeyên heywanan bi temamî werin girtin; heywanên dûrî cihê xwe yê siruştî ne divêl bi demildestî bigihîjîn cihê xwe yê siruştî. Êş û azara ku heywan li van deran dikêşin werin eşkere kirin da ku bê zanîn ev kirin ne kirinên kêf û şahiyê ne.
Di serî de şaredarî saziyên eleqedar tev di çarçoveya xebateke civakî de bi şert û mercên demsalan ve girêdayî di mijara star û xwedîbûnê de êş û azar û zehmetiyên ku dikişînin bi kirina tidarekan bi danîna cihên nan û av û vehewînê li cihên cihê bi cihê yên bajêr, bi tevkariya gel pêdiviyên heywanan divê bên peyde kirin.
Li petshopan firotina heywanan divê bi temamî were qedexe kirin, divê bi tenê tiştên ji bo xwedî kirin û xwarina heywanan werin firotin li van dikanan. Bi feraseta ‘’ nekire, xwedîtiyê lê bike’’ heywanên li zikakan tengavî dibin divê raser bibin. Bi dev berdana ji peyv û tegehên heywanên xeml û xişrê, heywanê cisn divê ferqî ji navê were rakirin.
Divê dawî li ceribandinên li ser heywanan tên kirin were anîn. Eger ku mecbûrî be bêyî ku zirarê bidin heywanan û bi venihêrîneke bibaldarî werin kirin. Zanyarên dibêjin rehetiya mirovan di ser her tiştî re ye divê di çarçoveyeke biexlaqtir de li meseleyê binihêrin û çareseriyên ji xêra heywanan re bi pêş de bibin.
Bêyî guman neheqiyên ku li heywanan tên kirin bi jimartinê naqedin. Lê çareser kirina xusûsên ku bi ya me lezgîn in pêwîstiyeke exlaqî û wijdanî ye. Di dema nirxandina vê yekê de divê mirov ji bîr neke ku neheqiya herî pir ji aliyê mirovan ve li heywanan tê kirin.
Navenda Mafê Heywanan a Baroya Amedê jî bi sala edlî ya nû re amadekariya demeke bi bandortir ya xebitînê dike. Navenda me, hizra bargiraniya parastina mafî ya Baroya Amedê ya ji berê de heye dike; çawa ku parastina mafê mirov, siruşt û tarîxê dike ya heywanan jî dike.
Bi van daxuyaniyan tevan Navenda Mafê Heywanan a Baroya Amedê Roja Parastina Heywanan wek rojeke hayjêçêbûnê dibîne, bi hêviya dîtina li bal xwe ya kesên bi wijdan û mafparêz em radigihînin ku wê bibe destpêka serdemeke aktîf.


