Aktîvîstên Jin Serbest Berdin!
Me îro bi nûçeyên di derbarê serdagirtina Komeleya Jinê ya Rosayê û mala gelek jinên aktîvîstên mafên jinan û binçavkirina gelek jinan de dest bi rojê kir. Komeleya Jinê ya Rosayê, yek ji saziya herî pêwîst e ku li…
Me îro bi nûçeyên di derbarê serdagirtina Komeleya Jinê ya Rosayê û mala gelek jinên aktîvîstên mafên jinan û binçavkirina gelek jinan de dest bi rojê kir. Komeleya Jinê ya Rosayê, yek ji saziya herî pêwîst e ku li bajarê Amedê di qada têkoşîna bi tundiya arasteyî jinê de xebatan dike. Ji roja ku ava buye vir ve ji bo jîndarîkirina maf û azadiyê jinan têdikoşe. Ji jinên ku dûçarê tundiyê dibin û zarokên ku dibin mexdûrê îstismarê re bi piştgiriya hiqûqî û psîkolojîkî xizmeta nûnertiyê dide. Yek ji saziyên kêmtirîn e ku di pêvajoya Pandemiyê de digel hemû xetereyan deriyên xwe negirtiye. Yek ji kirdeya "Tora Têkoşîna Bi Tundiya Arasteyî Jinê Ya Amedê" ye ku em jî wek Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê pêkhateya wê ne.
Êrîşa li jinên aktîvîst ku ji bo azadî û jiyana jinan têdikoşin, êrîşa li têkoşîn û destkeftiyên jinê ye. Li heyama ku zagona efûyê ji îstismarkarên zarokan re tê nîqaşkirin rasthatina vê operasyonê ku di wesfa êrîşa arasteyî têkoşîna heqiyê ya jinan de ye ne tesaduf e. Di dema ku Pandemî didome û rojek beriya cejnê pêkanîna operasyonek wisa xeteriya rewşê her wiha zêde dike.
Em piştgiriya xwe ya bi Komeleya Jinê ya Rozayê re destnîşan dikin û diyar dikin ku jinên ku bi awayek neheq û bi dijberiya qanûnê hatine binçavkirin ne bi tenê ne û em dê pêvajoya wan a hiqûqê bişopînin.
Bila gaveke zûtir hemû jinên ku hatine binçavkirin serbest werin berdan.
Navenda Sepan û Şêwirîna Mafên Jinê ya Baroya Amedê


