Baroya Me, Beşdarî Çalakiya Bîranînê Ku Di 11. Salvegera Komkujiya Roboskî De Li Goristana Roboskiyê Hat Lidarxistin Bû.
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN, Alîkarê Serok Prx. Mehdî ÖZDEMÎR, Sekreterê Giştî yê Baroyê Prz. Serdar ÖZER û Endamên Lijneya me Prz. Ahmet DAG, Prz. Gevriye ATLI, Prz. Servet VURAL û Prz. Mehmet IŞIK beşdar bûn.…
Serokê Baroya me Prz. Nahît EREN, Alîkarê Serok Prx. Mehdî ÖZDEMÎR, Sekreterê Giştî yê Baroyê Prz. Serdar ÖZER û Endamên Lijneya me Prz. Ahmet DAG, Prz. Gevriye ATLI, Prz. Servet VURAL û Prz. Mehmet IŞIK beşdar bûn.
Serokê Baroya me ku di çalakiya bîranînê de axivî got; “Em êdî li welêt her roj weke serokên baroyan, li ber edliyeyek an jî weke îro li cihê ku komkujî û binpêkirina mafê jiyanê tê kirin, wek mirovên hiqûqê di axaftinên xwe de daxwaza hiqûq û edaletê dikin. Lê, dema em diaxifin cihê ku herî zêde zorê dide me ev der e, ango Roboskî ye. Gotin di qirika me de asê dibin, em di axaftinê de zorê dikşînin. Weke kesên hiqûqnas dema em wêneyên zarok, bira û hevjînên ku hatine qetilkirin di destê dayikên xwe de dibînin em şerm dikin. Digel ku 11 sal ji navberê derbas bûne jî, di dewleteke hiqûqê de tek mirovekî jî derneketiye pêşberê darazê. Polîtîkaya bêcezakirinê ya vê dewletê ku sed sal in li vî welatî di hemû bûyerên qirkirina Kurdan de heye, li Roboskî jî xwe nîşan da. Roboskî mînaka herî giran û berbiçav a polîtîkaya bêcezakirinê ya çil salên dawî ye. Em weke Kurd sed sal in li hember komkujî û binpêkirinên mafan hewl didin li ser van axan dengê xwe bilind bikin, lê kesekî ku guh bide me nîne, kesekî ku girîngiyê bide gotinên me nîne. Ew me wek kesên ku bi welatîbûnê ve girêdayî ne, ango bi hesta xwemalîtiyê nabînin. Xwezî zimanê van çiyayan hebûya ku wan bikaribana tiştên hatine jiyandin vebêjin. Ji ber ku dema em tînin ziman guhên xwe digirin. Lê digel her tiştî em dê têkoşîna xwe bidomînin. Weke ku serokên beriya min jî anîbûn ziman her cara ku em tên vir, em daxwaza pêkanîna edaletê dikin. Ger ev welat dewleta hiqûqê be, em hemwelatiyên vî welatî bin, mafê me jî heye ku em edaletê bixwazin. têkoşîna xwe bidomînin. Weke ku serokên beriya min jî gotibûn, her cara ku em tên vir, em daxwaza pêkanîna edaletê dikin. Ger ev welat dewleteke hiqûqê be, em jî hemwelatiyek bin li vî welatî, mafê me jî heye ku em daxwaza edaletê bikin. Yên ku em kuştin jî divê li pêşberî darazê hesab bidin. Em ji bo têkoşîna wê bidin û di heman demê de bîra civakî winda nebe îro li vir in. Çawa ku 11 sal in em li vir in, heta em bijîn em ê li vir bin. Îro em li vir in, sibe yên ku alê ji destê me bigirin dê bên. Di vê wateyê de, li vir, li Roboskiyê em careke din dixwazin li ser navê hemû hiqûqnas, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên parêzvanên mafan bang bikin. Em dixwazin careke din bang li rêveber û desthilatdarên vî welatî bikin. Ger hûn di vê pergala qanûna bingehîn de me wek hemwelatî dipejirînin, ji bo avakirina daxwaza me ya edaletê ku li gor peymanên navneteweyî yên ku we îmze kirine, li gor zagonên we û qanûna we ya bingehîn mafê me yê herî xwezahî ye gavên pêwîst bavêjin. Ji bo şopandina pêvajoya hiqûqî ya vê dozê em ê li vir bin. Ez careke din li ser navê Baroya Amedê têkoşîna we ya malbatên Roboskiyan pîroz dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim.


