Baroya Me Tevî Heyetekî Çû Serdana Herêma Erdhejê
Ji bo di cih de lêkolînkirina di derbarê erdheja ku li Xarpêt û Meletiyê pêk hat de bi beşdariya Serokên Baroya Mêrdîn, Dîlok û Trabzonê; endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Bûrsa û Enqereyê û endamên lijneya rêveberiya…
Ji bo di cih de lêkolînkirina di derbarê erdheja ku li Xarpêt û Meletiyê pêk hat de bi beşdariya Serokên Baroya Mêrdîn, Dîlok û Trabzonê; endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Bûrsa û Enqereyê û endamên lijneya rêveberiya YBT(TBB)’yê Asûde Şenol û Fîlîz Saraçê serdana bajarê Xarpêtê hatiye pêkanîn. Heyeta me ya ku pêşî Serokê Baroyê Birêz Mûstafa Yentur li meqama wî ziyaret kiriye û di derbarê rewşa Xarpêtê de agahî girtine pişt re çûye Taxa Sursuruyê ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê tên kirin û xebat raçav kirine. Di çavdêriyên heyeta me de dibe an jî di yên hemwelatiyan de dibe hatiye dîtin ku ji gelek deran alîkarî hatine, lê ew alîkarî ji hinek mexdûrên erdhejê re nehatiye dayîn. Hatiye destnîşankirin ku di konan de elektîrk tune, sobayên katalatîk ku hatine belavkirin negihiştine hinek konan, hinek ji mexdûrên erdhejê hewl didin bi sobayên êzingan ku wan bi xwe girtine xwe germ bikin, di dema belavkirina xwarinê de hemû malbatên ku di konan de ne neçar in ku bikevin dorê.
Heyeta me ji malbatên ku di erdheja li Xarpêt û Meletiyê de xizmên xwe wenda kirine re sersaxiyê dixwaze û ji birîndaran re şîfaya xêrê dixwaze.
Hatiye destnîşankirin ku ji ber erdhejê bi hezaran xaniyan di astên cur bi cur de xesarê dîtine. Divê dewlet bi awayekî lezgînî ji bacên erdhejê û ji fonên din ên gelemperiyê xaniyên ku xesarê dîtine biselihîne, ji hemwelatiyên ku xaniyên wan xera bûne re bi lezgînî xaniyên jiyanbar ava bike. Heta vê peywira xwe bi cih bîne jî, ji bo mexdûrên ku neçar mahine di konan de bijîn bi awayekî ku layiqê rûmeta mirovî be divê derfetan dabîn bike.


