Belediye Başkanları Serbest Bırakılarak Derhal Görevlerine İade Edilmelidirler!
Em hîn bûn ku îro di saetên zû yên sibehê de qeyûm li Şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Hawêl û Vartînîsê hatine tayînkirin û serokên Şaredariyan hatine binçavkirin. Di van rojên ku hemû cîhan bi şewba coronayê re…
Em hîn bûn ku îro di saetên zû yên sibehê de qeyûm li Şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Hawêl û Vartînîsê hatine tayînkirin û serokên Şaredariyan hatine binçavkirin.
Di van rojên ku hemû cîhan bi şewba coronayê re têdikoşe, di van rojên ku em herî zêde pêdivî bi yekîtî, bihevrebûnî û piştgiriyê dibînin de ji peywirê girtina serokên şaredariyan, li şûna wan tayînkirina qeyûman û berdewamiya wê de binçavkirina wan çawa ku bi hiqûqê rê li hev nayê zerarê dide aştiya civakî, tenduristiyê gelemperî û piştgiriyê jî.
Civak her cure çalakiya dijber a arasteyî encama ku ji sindoqan der ketiye wek jiholêrakirina îradeya hilbijêran dinirxîne. Bêerkhiştina sindoqa ku wek dilê demokrasiyê tê pênasekirin, xesarek giran dide rêgeza dewleta hiqûqê û demokrasiya me.
Binçavkirina serokên Şaredariyan û li şûna wan tayînkirina qeyûman rêzikên bingehîn ên hiqûqê, mafê bijartin û hilbijartinê bi awayekî giran binpê kirine. Bi sepanên qeyûmiyê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ku nebe nabe ya demokrasiyê ye zerarek cidî li hebûna dewleta hiqûqê dide. Divê bi baldargirtina rêgeza dewleta hiqûqê, demokrasiyê, armanca qanûnê û bikêrhatina gelemperiyê serokên Şaredariyan ku hatine binçavkirin serbest werin berdan û di cih de ji karê xwe re werin îadekirin.
Ji Raya Giştî re bi rêzdarî tê ragihandin.
15.05.2020
- Serokê Baroya Edenê Prz. Velî KUÇUK
- Serokê Baroya Agiryê Prz. Mehmet Salih AYDIN
- Serokê Baroya Semsûrê Prz. Mûstafa KOROGLÛ
- Serokê Baroya Artvînê Prz. Alî Ûgûr ÇAGAL
- Serokê Baroya Êlihê Prz. Abdulhamît ÇAKAN
- Serokê Baroya Çewlîgê Prz. Hanîfî BÛDANCAMANAK
- Serokê Baroya Bedlîsê Prz. Fûat OZGUL
- Serokê Baroya Bûrsayê Prz. Gurkan ALTÛN
- Serokê Baroya Amedê Prz. Cîhan AYDIN
- Serokê Baroya Dîlokê Prz. Bektaş ŞARKLI
- Serokê Baroya Colemergê Prz. Ergun CANAN
- Serokê Baroya Xetayê Prz. Ekrem DONMEZ
- Serokê Baroya Qersê Prz. Îbrahîm BAŞTÎMAR
- Serokê Baroya Stenbolê Prz. Mehmet DÛRAKOGLÛ
- Serokê Baroya Îzmîrê Prz. Ozkan YUCEL
- Serokê Baroya Mêrdînê Prz. Îsmaîl ELÎK
- Serokê Baroya Mersînê Prz. Bîlgîn YEŞİLBOĞAZ
- Serokê Baroya Mûşê Prz. Ferîdûn TAŞ
- Serokê Baroya Sêrtê Prz. Nîzam DÎLEK
- Serokê Baroya Rihayê Prz. Abdullah ONCEL
- Serokê Baroya Şirnexê Prz. Nûşîrevan ELÇÎ
- Serokê Baroya Dêrsimê Prz. Kenan ÇETÎN
- Serokê Baroya Wanê Prz. Zulkuf ÛÇAR


