Bi Mebesta Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Pêkanîna Protokola Stenbolê, Ji Bo Li Fakulteyên Hiqûq û Tibê Protokola Stenbolê Di Mufredata Perwerdehiyê De Cih Bigre Serî Li Lijneya Navbirî ya Zanîngehan Hatiye Dayîn.
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE Di xala 76’emîn a Qanûna Parêzgeriyê ya bi hejmara 1136’an de, Baro wek “… damezranên pîşeyî yên di çawaniya saziya gelemperî de ne ku serdestiya hiqûqê û mafên mirovan diparêzin û li gorî…
JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Di xala 76’emîn a Qanûna Parêzgeriyê ya bi hejmara 1136’an de, Baro wek “… damezranên pîşeyî yên di çawaniya saziya gelemperî de ne ku serdestiya hiqûqê û mafên mirovan diparêzin û li gorî rêgezên demokratîk xebatên xwe didomînin” hatiye pênasekirin. Baroya Amedê ji damezrandina xwe heta niha parêzvaneke çalak a demokrasî û mafên mirovan û serdestiya hiqûqê bûye. Baroya Amedê weke pêwîstiya rewşa xwe ya dîrokî û zagonî ya ji bilî xebatên ji bo dabînkirina guncaniya pratîka dadwerî û îdarî ya bi peyman û zagonên alîgir re xebatan bike di heman demê de dema di mewzûata zagonî de dijraberiya bi van belge û peymanan re were tespîtkirin jî pêşniyaran dike. Baroya Amedê di xebatên xwe yên ku di qada mafên mirovan de meşandine de girîngiyeke taybet a cuda dahiye têkoşîna li dijî îşkenceyê û pêşîgirtina li îşkenceyê. Îşkenceya ku wek sûcê mirovahiyê tê dîtin; ji bo civaka navneteweyî û ji bo me mijara fikariyeke cidî ye. Ji vî hêlî ve daxuyanî û peymanên neteweyî û herêmî yên ku îşkenceyê bi temamî qedexe dikin hatin çêkirin û saziyên venêrînê hatin avakirin. Yek ji belgeyên ku berpirsiyariya dewletê ya di mijara "lêpirsîna bi bandor, darizandin û cezakirina adilane" ya di derbarê îşkence û muameleya xerab de berpirsiyariya wê birêkûpêk dike jî ji bo Lêpirsînkirin û Belgekirina Bibandor a Îşkence û Ceza an jî Muameleyên Din ên Zalimane, Dermirovî, Rûmetşikên Rênîşa Dest (Protokola Stenbolê) e. Bi Protokola Stenbolê re, belgekirina bi bandor ku yek ji hêmanên bingehîn ên dewletan e ji bo parastina kesan a ji îşkenceyê hatiye armanckirin. Tirkiye yek ji dewletên ku Protokola Stenbolê îmze kiriye ye. Baroya Amedê; di wê bîr û baweriyê de ye ku pratîka edlî û îdarî ne li gorî protokola Stenbolê ye. Her wiha DMME’yê jî di wergiriya Xala 3’yemîn a peymankaran de biryarên ku di derbarê Tirkiyeyê de girtine, dahiye destnîşankirin ku li gor guncaniya “Rênîşa Dest (Protokola Stenbolê) ya ji bo Lêpirsînkirin û Belgekirina Bibandor a Îşkence û Ceza an jî Muameleyên Din ên Zalimane, Dermirovî, Rûmetşikên.” belgekirin nehatiye çêkirin û Tirkiye ji ber vê sedemê mehkûm kiriye..
Baroya Amedê di wê bîr û baweriyê de ye ku yek ji rêyên pêşîgirtina li îşkenceyê û pêkanîna protokola Stenbolê jî ew e ku perwerdeya akademîk a parêzer û bijîjkan li gorî pîvanên navneteweyî were kirin. Baroya Amedê li ser vê nêrînê serî li Seroktiya lijneya nav zanîngehan da. Di serlêdanê de; bin peywirên ku di fiqreyên 1,3 û 4 a xala 11/b Qanûna Hîndekariya Bilind a bi hejmara 2547 erka wê hatiye dayîn xêz kiriye û di fakulteyên hiqûq û tibî de di dersên tiba edlî de ji bo Protokola Stenbolê di nav mijarên bingehîn de cih bigire xebat bên kirin û di mijara xebatên ku bên kirin de Baroya Amedê were agahdarkirin. Baroya Amedê, tevî şopîneriya pratîka edlî û îdarî ya sepîneriya protokola Stenbolê dê hemû pêşketin û xebatên li ser vê mijarê ji baldarî û agahdariya raya giştî re pêşkêş bike.
Ji bo hûn bighîjin daxwaznameyê BITIKÎNIN


